Her tişt bi pirsa 'Ma ez ne jin im?’ dest pê kir
- jin
- 09:23 26/9/2017
Sojourner Truth ku di dîroka cîhanê de yekemîn kesa feminist e ku dijî koletiyê derketiye û bi pirsa “Ma ez ne jin im?” li dijî koletiyê tim têkoşiya.
Sojourner Truth ku di dîroka cîhanê de yekemîn kesa feminist e ku dijî koletiyê derketiye û bi pirsa “Ma ez ne jin im?” li dijî koletiyê tim têkoşiya.
Li Rojavayê li Zanîngeha Rpjavayê Fakulteya Jîneolojiyê hat vekirin. Endama Akademiya Jinan Figen Aras, anî ziman ku armanca vê fakulteyê ew e ku tarîtiya Rojhilata Navîn ronî bike û zanyariya jinê derxîne holê.
Berdevka Meclîsa Jinên HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku li dijî jinan qirkirinek pêk tê û ew ê bi rêxistinên jinan ên Tirkiyê re li dijî qirkirinê dê derkevin qadan û têkoşînê bidin meşandin.
Jinên ku li Kompleksa Hala Fêkî, sebze û fêkiyan pakêt dikin, diyar kirin ku bi kedek gelek zêde û heqê erzan dixebitin. Jinên dixebitin anîn ziman ku ewlehiya wan a kar jî tune û keda wan nayê dîtin.
Jinên ku berê li ser sergoyan plastîk û kartonan difirotin û debara xwe dikirin, niha dest bi hilberinê kirin û bi hunera xwe debare dikin. Jinên bi berhem û hilberîna keda xwe di Mihrîcana Keda Jinê kom bûn, hem berhemên afirandine didin nasîn û hem jî debarê dikin û şewirmendiya xwe xurtd dikin.
Jin, di çarçoveya kampanya Meclisa Jinan a HDP'ê ya "Wisa naçe jin destûr nadin" de li qada Khalkedonê kom bûn û kursî ava kirin. Di bernamemyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, diyar kir ku meclîsa Tirkiye bi şermek mezin deriyê xwe ji serdema nû re vekir û wiha got: "Meclîs bi şermê hat vekirin û teskere erê kir. Em jin şerê we qebûl nakin."
Jinan li Stenbolê bertek nîşanî erêkirina teskereyê ya li meclîsê dan. Jinan diyar kirin ku ew li dijî şer jiyanê diparêzin û wiha gotin. "Her netewe xwedî maf e ku qedera xwe diyar bikin. Em bang li hemû dayikên cîhanê dikin ku li dijî şer bibin yek."
Yek ji Dayikên Şemiyê Guzel Şahin ku 22 salan aqûbeta windayan pirsî û di ber xwe da, çîroka berxwedanê li pey xwe hişt. Keça Guzel Şahin Meral Nergis Şahin, diyar kir ku Guzel ne tenê dayika wan dayika hemû kesan a Xweşik bû.
Qeyûmên tayînî şaredariyên DBP`î hatin kirin, yeko yeko xebatên jinan rawestandin. Ev navendên ku ji aliyê baskên jin û ciwanan ê AKP`ê ve tê bikaranîn ya wek navendên marbirînê an jî wek kursên Qur`anê hatine veguhrandin.
Parêzer Bîrgul Degîrmencî di 5’emîn Komcivîna Jinan a Herêma Îzmîrê ya TMMOB’ê de diyar kir ku hikûmetê ji bo KADEM’ê birêxistin bike, saziyan jinan girtin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di çalakiya kompanyaya “Wisa naçe, jin destûr nadin” de axivî û diyar kir ku her diçe zayentperestî û faşîzm xwe bi sazî dikin.
Parlamenter û rêveberên jin ên HDP’ê derbarê kampanyaya "Wisa naçe, jin destûr nadin" de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Jin ji bo azadî û pêşeroja xwe biparêzin dê têkoşîna xwe bidomînin."
Wênesaz û hunermenda kolajê Dr. Vedia Yeşim Bayanoglu ku di xebatên xwe de bûyerên civakî bi têmaya jinê û zarokan vedibêje wiha got: “Divê armanca sereke ya pêşangehên wêneyan ne firotina tabloyan be.”
Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Wisa naçe, jin destûr nadin” sibe li Amedê kursiya jin li dar dixin.
Rêveber û aktivîstên VAKAD`ê ku bi KHK`ê hat girtin li kuçe, mal û parkan serlêdanên şideta li dijî jinê qebûl dikin. Seroka VAKAD`ê Songul Ozinver balê kişand ser zêdebûna hejmara serlêdanan.