NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên QSD’ê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser nuqteya li Bajarokê Behrayê şikand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) derbarê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser nuqteya şervanan a li bajarokê Behra yê rojhilatê Dêrazorê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê duh êvarî li bajarokê Behra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê êrîşî nuqteya QSD’ê kirin û ev agahî hatin parvekirin: "Şaneyên terorîst bi erebeyekê gule li nuqteya leşkerî barand. Şervanên me bersiva gulebaranê dan û şer derket. Di encama şer de hin endamên şaneyê birîndar bûn û yên din bi erebeyê reviyan. Du şervanên me sivikî birîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên me derdora herêmê girtin û operasyona lêgerîna şaneyê dan destpêkirin.”