Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

  • rojane
  • 20:15 7 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe saet di 13.00’ê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. 
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina li Îmraliyê û Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan pêk anî dê sibê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. 
 
Buroya Çapmeniyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtinê de ev agahî parve kir: “Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê sibe (Sêşem, 8ê Tîrmehê) saet 13:30an de bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike.”