Erka bikaranîna çekan dan notirvanan
- polîtîka
- 11:20 10/6/2020
Li gorî Teklîfa Qanûnê ya Notirvanên Sûk û Taxan ku li Desteya Giştî ya Meclîsê hat pejirandin dê notirvan bibin xwedî erka bikaranîna çekan.
Li gorî Teklîfa Qanûnê ya Notirvanên Sûk û Taxan ku li Desteya Giştî ya Meclîsê hat pejirandin dê notirvan bibin xwedî erka bikaranîna çekan.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê bang li her kesî kir ku tev li Meşa Demokrasiyê bibin û wiha got: “Gelan bê nefes dihêlin. Gelên bê nefes tên hiştin dê dengê xwe bilind bike. Dê têkoşîna xwe mezin bike."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, têkildarî "Meşa Demorasiyê ku ji 2 milan ve bimeşin Enqereyê û lîstikên li ser HDP'ê tên lîstin nirxandin kir û got: “Em kesên li ser HDP'ê provakasyonan dikin hişyar dikin. HDP ne tê lîstikan û ne jî provakasyonan dike."
Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê, (DÎB), bang li hemû hêzên demokratîk ên li meclîsê û dervê meclîsê kir û xwest bi hevre li dijî betalî, xizanî, tundî û binpêkirina mafan têbikoşin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, têkildarî niqaşên îtîfaqê li Qersê avahiya HDP'ê ya Qersê ziyaret kir. Buldan, diyar kir ku deriyê partiya wan ji hemû partî û hêzên muxalif ên dixwazin îtîfaqê ava bikin re vekirî ye.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî betilkirin û girtina parlamenterên HDP’ê diyar kir ku dixwazin peşkê li siyaseta demokratîk bixin û dê nikaribin bi vê yekê siyaseta kurd teslîm bigirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an di dîroka Tirkiyeyê de, xala werçerxêyê û got: “Darbeya ewil di 7’ê Hezîranê de kirin. Lê HDP’ê cardin qezenc kir. HDP êdî bendera gelên Tirkiyeyê.”
HDP li dijî darbeyên siyasî yên îqtîdarê biryara “li ber xwe dan” girt û “Meşa demokrasiye ya li dijî darbeye” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin.
Hevserokê HDP’ê yê berê ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye Selahattin Demirtaş, bi minasebeta 5'emîn salvegera 7'ê Hezîranê nameyek şand. Demîrtaş, bang li gel kir û xwest her kes li dora HDP'ê bibin xelek.
Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle, diyar kir ku ji ber sedemên siyasî girtina parlamenteran kiryarên xweser ên faşîzmê ne û got: “Bloka desthilatdariya faşist, ji bo ku emrê xwe dirêj bike, van kiryaran dike. Lê tu feydeya tirsê tuneye.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, têkildarî betalkirina parlamenteriya parlementerên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari de anî ziman ku a hatiye kirin darbe ye û got:"Ji me kesek tenê jî bimîne, wê ev têkoşîn dewam bike."
Rêveberên EMEP, ESP û SYKP’ê betalkirina parlamenteriya sê parlamenteran wek “sazîbûna faşîzmê” ya AKP-MHP’ê nirxandin û ew ê bi têkoşîna hevpar ji vê yekê re bêjin raweste.
Ji 2'ê Adara 1994'an heta niha li Meclisa Tirkiyeyê li dijî partiyên Kurdan 3 darbeyên siyasî pêk hatin. Disa piştî partiyên Kurdan şaredarî bi dest qistin qeyûm tayînî ser dehan şaredariyên Kurdan kirin û hevşaredraên wan girtin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin û hatin berdan. Herî dawî di 4'ê Hezîranêde wekîltiya 2 parlamenterên HDP'ê û yekî CHP'ê betal kirin û girtin.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku wekîltiya wê betal kirin û girtin, beriya bê girtin axivî. Guven, diyar kir ku darbeya li meclîsê divê tenê wekî betalkirina parlamenteran neyê zanîn û got: "Ev eniyek faşîst e. Divê em li dijî vê eniya faşist têbikoşin. Ji xeynî têkoşîna li dijî faşîzmê şensek me ya din tune ye. Çareserî bu muzakereyên bi Birêz Ocalan pêkan e. Divê deriyê Îmraliyê bên vekirin."
Meclisê piştî parlamenteriya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu xist, navê wan bi lez ji malpera Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) rakirin.