Heyeta KCD û DBP li Stenbolê bi gel re civîya
- polîtîka
- 14:29 16/8/2020
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi gel re civîya.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi gel re civîya.
Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsay, têkildarî gotina Namzetê Serokatiya DYA Joe Biden ku 8 meh berê der barê Serokê AKP'ê Erdogan de gotibû û ji nûve dikin rojev, got: “Dixwazin ser vê xizanî û birçîbûna Tirkiyeyê bi hestên niijadperestî û popîlîzma dijminantiya derve ji nûve şima bike û germ bikin."
Heyeta KCD'ê û DBP'ê li Dersimê bi rêveberiya HDP'ê ya Dersimê re hat cem hev. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Erka me hemûyan ewe ku em têkoşîna demokratîk bi hevre mezin bikin û pêş bixin."
Hevserokên KCD û DBP’ê ku bi armanca piştgiriya “Bernameya Tekoşîna Demokrasiyê” ji xwe re bernameyekê derxistin, serdana xwe ya destpêkê ji bo Dersimê kirin. Hevserokên ku li bajar hin serdanan kirin, bal kişandin ser “ji bo demokrasiyê yekitî” û “tora têkoşîna hevpar”.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, têkildarî kêşeya Kurd bang li hêzên muxalif kir û wiha got: “Rêya çareseriya kêşeya Kurd rêbaza diyalogê ye. Muxatabê kêyeya Kurd diyar e. Hêzên qala çareseriyê dikin divê vê rastiyê qebûl bikin."
Parlamenterê Rihaye Omer Ocalan, diyar kir ku ji bo asayîbûna pêvajoya zehmet ku Tirkiye têre derbas dibe, rakirina tecrîdê gelek girîng e û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang li hemû saziyên siyasetê û rêxistinên mafên mirovan û sivîl kir.
Wekîlên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç, ji meclîsê xwestin têkidarî rapor û tespîtên CPT'ê yên der barê Îmraliyê de lêkolîn bikin.
Serokê Berê yê Bankaya Navendî Dûrmûş Yilmaz, Serokkomar Erdogan ku angaşt kiribû IMF’ê 5 milyar dolar deyn ji Tirkiyeyê xwestiye, derewand û got ku IMF deyn ji wan deyn nexwestiye.
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş bang li partiyên mûxalîf ên dibêjin ew ê pirsgirêka kurd çareser bikin, kir û got: "Bila tu kes pirsgirêka kurd ji xwe re neke amûr."
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Dervê yê HDP’ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku bi hilbijartina li DYA’yê re, wê pêşketinên li Rojhilata Navîn jî bi guherin û got: “Avakirina baregehên li Sûriyeyê û Iraqê yên Tirkiyeyê, bi temamî serpêhatiya yekparêziyê ye. Ji ber vê yekê wê fatûryên şerê hem li AKP û hem jî li Tirkiyeyê bên birîn.”
Rêxistina Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) ya Wanê kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umît Dede, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê bang li her kesan kir ku têkoşînê mezin bikin.
Li Lubnanê piştî teqîna li Beyrûdê ku 158 kes mirin û zêdeyî 7 hezar kes birîndar bûn, Wezareta Ragihandinê Manal Evdil Samde îstîfa kir.
Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên, der barê girtina endamên Tevgera Azadî ên li Hewlêrê de daxuyanî da û got: “PDK bi girtina endamên me dixwaze binpêkirinên xwe yên ne exlaqî, ne demokratîk û ne mirovî li dijî azadîxwazan berdewam bike. Lê wê vê carê jêre nemîne û helwestek me ya cûda hebe. Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin.”
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji aboriyê berpirsiyar Garo Paylan, ji Wezîrê Xizînê û Maliyê Berat Albayrak tenê pirsa “Gelo hûn difikirin ku îstîfa bikin?” kir.
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, balkişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê meşandin. Gunay, Peymannameya Stenbolê jî nirxand û got: "Ev kesên ku kampanyayên vekişîna Peymannameya Stenbolê dimeşînin, alîgirên qetlîamên jinan in. Heman zihniyetê diparêzin."