Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
- polîtîka
- 09:05 17/2/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku AKP di rewşeke wisa de ye ku "nikare welat bi rê ve bibe" û ji bo Suleyman Soylû re jî got: "Niha li vî welatî wezîrekî karê navxweyî tune ye. Aqilekî serserî ku ji wesfa xwe ketiye heye." Temellî, ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bang li herkesî kir ku tev bigerin.