Hevparên HDK’ê: Divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîdê berde
- polîtîka
- 15:03 13/1/2019
Nûnerên hevparên HDK’ê yên beşdarî 9’emîn Kongreyê bûn, diyar kirin ku divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîde ber de.
Nûnerên hevparên HDK’ê yên beşdarî 9’emîn Kongreyê bûn, diyar kirin ku divê hikûmet dest ji pêkanîna tecrîde ber de.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku rêxistinbûnek bi hêz li ser bingehek demokratîk tê avakirin û wiha got: “Ger ku HDP pêşeroja Tirkiye be, tenê rêya serkeftina vê yekê jî rêxistinbûna HDK’ê ye. Temellî, anî ziman ku bi hevre û teqez dê bi ser bikevin.
Hevberdev Gulîstan Kiliç Koçyîgît di Kongreya 9’emîn a HDK’ê de, bal kişand ser hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a birayê xwe re kirî û got: “Em aqlê ku piştî tecrîda 3 salan hevdîtineke kurt weke qencî dibîne, red dikin.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Qenaya ya girêdayî bajarê Kobanê kongreya xwe pêk anî.
Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê pêşniyazname dabû Meclîsê, lê Meclîsê ji ber gotina “Rayedarên MÎT’ê” pêşniyazname bi hinceta “qebe û nexweş” îade kir. Beştaş, diyar kir ku MÎT’ê ev qebûl kiriye, ger em nebêjin MÎT wê demê emê bêjin çi?
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser gotina Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim a “Ger ku wekîl û şaredar îstifa bikin ez jî dê îstîfa bikim" û wiha got: “Ger ku birêz Yildirim şaredariyê qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede wî."
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegeran êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî bir rojeva Meclîsê.
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rewşa jiyana Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye di xeteriyê deye û got: "Em bang li hemû raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratîk dikin ku bikevin nava tevgerê. Rewşa Leyla Guven êdî di asta jiyaniye."
Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku rexneyên gelê kurd kir ku ew îtîfaqê çêkin û got: “Heke partiyên kurd di vê hilbijartinê de azmûna xwe serkeftî derbas bike, dê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî nêz be.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku yên fermana Komkujiya Parîsê dan, îro Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîd dikin û got: “Leyla Guven li dijî tecrîdê 62 rojin di greva birçîbûnê deye û êdî canê wê avê jî qebûl nake. Greva birçîbûnê ya Guven di xeteriyê deye.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bal kişand ser deklerasyona partiyên kurdan ên ji bo îtîfaqê û wiha got: "Ev îtîfaqa hatiye avakirin tenê bi hilbijartinan bi sînor namînin. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû Tirkiye pir girîng e." Temellî, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî û got: "Kesên di demokrasiyê de israr dike divê teqez li dijî tecrîdê derkevin."
Nivîskar Yusuf Karataş, diyar kir ku ger Tirkiye beyî Rusya li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonê pêk bîne, dê bifetise û bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne. Karataş, da zanîn ku di şertên îro de Tirkiye bi serê xwe nikare operasyonê pêk bîne."
Parlementerê HDP’ê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku di encama hevîdtin partiyên Kurdan de biryarek hevpar derket holê û sibe dê di civînek çapemeniyê de ji raya giştî re eşker bikin. Îpekyuz, da zanîn ku ev biryar dê bi hilbijartinên herêmî re sînordar nemîne û hedef Yekitiya Neteweyî ya Kurd e.”
Parlementerê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz, diyar kir ku desthilatdariya ji partî û beşên mûxalîf ditirse, berî hilbijartinê zextên xwe zêde kirin. Pekoz, anî ziman ku ger mûxalîf di hilbijartinê de bi ser bikeve, pergala heyî dê têk bike û got: “Ji bo ku Tifaqa Cûmhûr winda bike, divê hêzên mûxalîf hevkariyê bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, bi ser navê "Ma Tecrîd tenê pirsgirêka Kurd e?" nivisek nivîsî. Yuksekdag, di nivîsê de diyar kir ku Tecrîd ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Yuksekdag hemû hêzên muxalefet, şoreşger û hêzên tekoşîna sosyalîst dimeşîne rexne kir û diyar kir ku rexne ji bo wan hişyarî ye.