45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin
- polîtîka
- 16:50 21/11/2019
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 wekîlên HDP’ê de 45 fezleke hatin amadekirin û şandin Meclîsê.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de derbarê 9 wekîlên HDP’ê de 45 fezleke hatin amadekirin û şandin Meclîsê.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê bi erênî nirxand û ev tişt got: "Em banga hilbijartina pêşwaxt nakin lê heke bînin em ê bibêjin 'erê'."
Ronakbir û nivîskaran piştgirî da deklerasyona HDP'ê ku têkildarî helwesta xwe ya li dijî qeyûman aşkera kir û CHP'ê jî hişyar kirin. Akademîsyen Baskin Oran, diyar kir ku heke li HDP'ê xwedî neyê derketin dê holê muxalefet nemîne.
Wê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurd, ji bo "Yekîtiya Neteweyî" biçin Kurdistana Federe. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, got: "Her kes ji bo yekîtiya neteweyî dibêje, 'belê û şert e.' Lê belê ji bo ev yek veguhere organîzasyonekê, pêdiviya me bi demê heye."
Nivîskar û Rojnameger Oya Baydar di civîna HDP'ê ya li dijî tayînkirina qeyûman û nexşerêyê de axivî û xwest ku HDP kozikên xwe terk neke. Baydar wiha got: "Ez difikirim ku HDP qadê terk neke. Siyasetmedar Nesrîn Nas jî got: "Ji bo hevîbûnê, daketina qadan rîsk pêwist e."
HDP’ê deklarasyona xwe ya helwestê ya li dijî qeyûman aşkera kir. Di deklarasyonê de HDP’ê destnîşan kir ku dê bi tu awayî dev ji destkeftiyên xwe yên ku di encama bedelên giran de hatine bidestxistin bernedin. HDP’ê banga hilbijartin pêşwext li îqtîdarê kir û ji partiyên muxalefetê jî xwest li dora vê daxwazê kom bibin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a helwesta xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman aşkere dike, wiha got: “Emanet û vîna gel rûmeta me ye, em ê teslîm nekin.” Hevserokê Giştî Sezaî Temellî jî, diyar kir ku ew ê vê rewşê rawestîn in û got: “Di 31’ê Adarê de me nîşanî tevahiya Tirkiyeyê da ku em ê bidin rawestandin.”
Rêxistina HDP’ê bi armanca nexşeya pêşerojê niqaş bike li hev kom bûn. Di civînê de Dayika Aştiyê Raîfe Ozbay bersîv da pêşniyara "Sîne-î Milet" û got: "Divê şêr cihê xwe ji rojiyan re bernedin."
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku Tirkiye bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze komên mîlîtarîst li herêmê bi cih bike û got: "Kî 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' (SMO) fînanse dike?"
Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku pirsgirêka Kurd bûye karakterekî herêmî û kurevî û wiha got: "Bi qasî kes nikare texmîn bike Kurd bûne yek. Hûn nikarin meseleyê li Suriyeyê, Moskovayê û Washingtonê çareser bikin. Tirkiye êdî nikare ji vê pirsgirêkê bireve û xwe bide alî. Pirsgirêka sed salan e û navê wê pirsgirêka Kurd e. "
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku tayînkirina qeyûman pêvajoyek bi plankiriye û got: “Em ê li her qadê li dijî qeyûman têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê de diyar kir ku qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye û wiha got: "Li dijî hişmendiya qeyûm tifaqa jinê pêwist e."
Rêxistinê HDP’ê têkildarî zextên darazê û tundiya li ser xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku daraza bi îktidarê ve hatiye girêdan, dê rojekê di çirava ava kiriye de bixeniqe.
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku dê partiya wan di civîna 20’ê mijdarê de ji bo pêvajo nû nexşerêya xwe diyar bikin. Kubîlay derbarê hevdîtina Erdogan û Trump de jî got: “Cihê çareseriyê ne Washington e, cihê çareseriyê Kobanê ye.”
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Şahoz Hesen, têkildarî helwesta Serokê AKP'ê û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku Erdogan dixwaze bi hişmendiya Ixwan Mislimîn careke din Osmaniyan ji nûve bi rih bike û got: "Erdogan DAIŞ’ê ji bo vê armanca xwe bikar tîne. Dixwaze bi navên nû DAIŞ’ek fermî ava bike."