Buldan: Divê teqez em tecrîdê bişkînin
- polîtîka
- 13:45 16/10/2018
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de geşedanên hefteyê nirxandin. Buldan, diyar kir ku AKP ji ber ji HDP'ê ditirse ew qas êrîşan pêk tîne û wiha got: "Îktîdara AKP'ê li hundir dîlgirtin û tecrîdê pêş dixe, li derve jî şer pêş dixe. Ji ber ku têk çûye bi polîs û eskerên xwe bi HDP'ê re şer dike. Ger ku hêza wê hebe bila bi siyasetê bi mere şer bike. Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo yekitiay gelan têdikoşe niha tecrîd didome. Divê teqez em vê tecrîdê bişkinin."