Kemalbay: Sedema astengiyan tirs bû
- polîtîka
- 12:55 08/12/2017
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, bal kişand ser kesên xwestin beşdarî doza Demîrtaş û Yuksekdag bibin û astengkirina wan, aşkera kir ku sedema astengiyan ji tirsê bû.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, bal kişand ser kesên xwestin beşdarî doza Demîrtaş û Yuksekdag bibin û astengkirina wan, aşkera kir ku sedema astengiyan ji tirsê bû.
HDP dê di meha Sibatê de Kongraye Xwe ya Mezin a Awarte ya 3'yemîn li dar bixe. Berî kongreyê dê di nava 2 mehan de konferansên du rojan li 10 navendên cuda yên herêm û Enqerê li dar bixe. Sezaî Temellî yê HDP’î, diyar kir ku kongre dê pêngava destpêkê ya pêvajoyek nû be.
Hezar û 250 parêzer ji bo îro Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş biparêzin, belgeya erkdayînê pêşkêşî dadgehê kirin. Li gorî biryarê rojnamegerên ku Karta Zer ya Çapemeniyê tune, dê beşdarî dozê nebin. Ji ber tengbûna salona danişînê, dê tenê jin dozê bişopînin.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier xebatên yekitiya neteweyî nirxand û anî ziman ku di êrîşa Heşdî Şebî ya li dijî Kerkukê de, carek din nîşan daye ku çiqasî pêwîstî bi yekitiya neteweyî heye û wiha got: "Ev êrîş li dijî destkeftiyên kurdan e. Ji ber vê dive kurd li dijî êrîşan yekitiya xwe ava bike."
Piştî DYA'yê Balyozxaneya Îsralîlê bir Qudusê, Serokomar Erdogan bertek dabû nîşan. Wekîlê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, aşkera kir ku ew bertekên Erdogan ji dil nabîne û bûyera Mavî Marmarayê bi bîr xist û ev tişt got: "Bi vê re hikumeta AKP'ê bi fîlî Qudus wekî paytexta Îsraîlê nas kir."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Kemalbay, ji Dadgeha Qanûna Bingehîn xwest li gorî hiqûqê biryarê bide û rûmeta xwe xelas bike.
HDP'ê encamên Meclisa Partiyê (PM) aşkera kir. Di danezanê de ev tişt hat gotin: "Em ê li dijî rejîma OHAL'ê bi hemû hêzan re bên gel hev û ji bo em xwe ji vê cendereyê rizgar bikin, em ê bi hemû muxalefetên civakî re têkoşîna xwe mezin bikin."
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Bedran Ozturk bi heyetên PDK, Goran û YNK'ê re li Federasyona Bakurê Sûriyeyê hilbijartin şopandin û çavdêriyên xwe wiha parve kir: "Rojava wêneya yekitiya neteweyî kişand. Armanca me jî ew e em vê wêneyê mayînde bikin. Divê em ji referanduma Iraqê dersê derxin, hilbijartinên li Rojava wekî kelecanekî bigirin dest û yekitiya neteweyî derxin pêş."
Dê di 6 û 7'ê Kanûnê de doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag a wekîltiya wê hat xistin û Serokwekîlê Koma partiyê Îdrîs Baluken bê dîtin. Partiyên siyasî û rêxistinên kedê banga piştgiriyê kirin û xwestin tev li rûniştinê bibin.
Li Meclîsê, derbarê 19 parlamenterên HDP’ê yên destnedayîna xwe şermezar kirin û ji Komîsyona Qanûna Bingehîn derketin, bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” fezleke hat amadekirin.
Wezîrê Gumrukê Bulent Tufenkcî got ku "Em jî dikarin wekî Fransayê OHAL'ê rakin, hin xalên nû bixin qanûnê." Tufenkcî bi van xalan dixwaze OHAL'ê bê dawî bike.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim li Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser sindoqên hilbijartinê çavdêrî kir. Yildirim, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de parve kir û diyar kir ku cara yekem e li Sûriyeyê bi beşdariya hemû gelan hilbijartinek demokratîk pêk tê û wiha got: "Mirovê 80-90 salî yekem car dengê xwe avêtin sindoqê."
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku AKP, MHP, Ergenekon û Partiya Vatanê tifaqek nû ava dikin û wiha axivî: “Li dijî eniya faşîst a neteweyî, divê em jî eniya yekbûyî ya demokrasiya gelan ava bikin.”
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, di Kongreya HDP'ê ya Erdexanê de bal kişand ser darizandina doza Reza Zarrab û wiha got: "Rewşa heyî rezalet e. Vê rezaletiyê berovajî dikin. Hindik maye vê rezaletiyê weke lehengî bide nîşandan."
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, diyar kir ku AKP ji bo xwe ji krîza heyî xelas bike, dibe ku hilbijatinên pêşwext biceribîne û wiha got: "Lê tifaqa MHP’ê jî dê AKP’ê xelas neke. Dibe hilbijartin ji 2 mehan heya 2 salan çêbibin. Lê divê em muxalefta xurt ava bikin."