Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî li Enqereyê ye
- polîtîka
- 12:19 25/10/2017
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî hat Enqereyê. Îbadî dê li Koşka Çankayayê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê pêk bîne.
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî hat Enqereyê. Îbadî dê li Koşka Çankayayê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê pêk bîne.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di civîna Koma HDP'ê de axivî û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Kemalbay, anî ziman ku Tirkiye bi rewşa nediyar a Ocalan di nava talûkeyekê de ye û wiha got: "Ev propagana tarî ya li ser Ocalan Tirkiye dixe nava şerekî kûr."
Tevgera Goran, Komela Îslamî û Berhem Salih ku bi hevparî “Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê" ava kirin, ji bo krîza siyasî bi dawî bibe pêşniyar kirin ku Kurdistana Federe bi awayeki demkî hikûmetê ava bikin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan bal kiyand ser politîkayên AKP'ê yên ku têkiliya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji derve qut kirine û wiha got: "Hesasiyeta gelê kurd a ji bo Birêz Ocalan diyar e. Divê hikûmet dest ji polîtîkayên ku gelan li hev sor dike û aloziyê pêş dixe berde."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di çarçoveya hevdîtinên gel de li Êlihê bi gel re hatin gel hev, di mijara Ocalan de careke din AKP hişyar kir. Kemalbay aşkera kir ku heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê, dê kaos û tevlihevî li welat derkeve.
Piştî peymana di navbera Îran, Iraq û Tirkiye de peşmergeyan Kerkûk beyî şer radestî Iraqê kir. Niha jî tê niqaşkirin ku peşberge deriyên sînor dewrî Iraqê bike.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, dest nîşan kir ku nediyariya ewlehiya jiyanî, bi awayekî ne zelal nedaxuyandina îthamên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, tên wateya şer û pevçûnê û wiha got: “Ancax bi hevdîtina bi Ocalan re ev şik û guman dikarin ji holê rabin.”
Parlamenterên HDP'ê Gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Amara ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. HDP'iyan li Gund birayê Ocalan Mehmet Ocalan ziyaret kirin û daxwaza şifaya Mehmet Ocalan kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Alî Arslan da zanîn ku ji bo rewşa xirab a li Tirkiyeyê belav bibe, tenê gotineke Ocalan bes e û ev tişt got: "Em ji bo mirovahiyê têkoşîna xwe li dora Ocalan mezin bikin û tecrîdê bişkînin."
HDP'ê der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxwaza Lêkolîna Meclisê kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin û wiha got: “Wek a ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.”
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan cînayeta Helîn Palandoken anî rojeva meclîsê û xwest wezîr Fatma Betul Sayan Kaya heta niha li dijî cînayeta jinan polîtîkayên çawa pêş xistine aşkere bike.
Hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi dawî bû. Yildirim got: “Me meseleyên welat nirxandin.” Kiliçdaroglu jî got: “Birêz Serokwezîr di hin mijaran de agahî da me.”
Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bertek nîşanî êrîşên Iraq û Heşdî Şabî yên li hemberî Kerkûkê da û diyar kir ku divê gelê kurd li hemberî van êrîşan tewrekî hevpar nîşan bide û wiha got: “Heke êrîş berdewam bikin, divê Başûr û Rojava bi vîneke hevpar sînorên di navbera xwe de rabikin.”
Civîna MGK’ê ya ji bo dirêjkirina OHAL'ê bi dawî bû. Di civînê de hat xwestin ku 3 meh din OHAL bê dirêjkirin.