• img

    Konca: Tu kes nikare vîna gelê kurd bişkîne

    WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter, mîtînga Wijdan û Edaletê pêk anî. Gel li dijî faşîzmê hêrsa xwe anî ziman. Osman Baydemîr, anî ziman ku dê li şûna gora Dayika Aysel Tugluk Hatûn Tugluk a vala maye faşîzmê defin bikin. Besîme Konca jî anî ziman ku tu hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne û cihê jin lê têbikoşin dê AKP têk biçe.

  • img

    Yildirim: Tirkiye wê winda bike

    Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, der barê hewldana Tirkiye ya ku dixwaze mudaxaleya Kurdistana Başûr bike, diyar kir ku eger Tirkiye mudaxaleya leşkerî bike dê winda bike û wiha got: "Tirkile li Sûriye şaşî kir û winda kir. Em naxwazin Tirkiye li Başûr jî winda bike. Ya winda bike mirovên vî welatî ye."

  • img

    Kemalbay: Em ê helwestek hevpar nişani êrîşan bidin

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay ji bo referandûma Kurdistana Federe diyar kir ku bi polîtîkayên êrîşkar ne rê li ber Rojava û ne jî li ber Kurdistana Federe tê girtin û got: "Ji ber şer gelên Tirkiyeyê berdêlên giran didin. Ger ku êrîş bikin em ê helwestek hevpar nîşan bidin."

  • img

    Onder: Tu tişt bi qasî êrîşa cenaze bi min giran nehat

    Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, ku bû şahidê êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk, diyar kir ku di dîroka vî welati de bûyerên Dersim, Çorum, Sêwas, Mereşê hene û wiha got: "Lê tu bi qasî êrîşa li dijî cenaze bi min giran nehat. Şaşbûna me ya li hemberî vê yekê xamtiya me ye."

LÊGERÎN