NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di lehiya li Eyaleta Texasê ya Amerîkayê rabûyî de jiyana xwe ji dest dayin derket 104’ê.
Di 4’ê Tîrmehê de Çemê Guadalupeyê yê herêma Kerr a Eyaleta Texasê ya Amerîkayê ji nişka ve rabû û bû sedema lehiyê. Waliyê Texasê Gregg Abbott diyar kiribû ku nêzî 50 hezar kes li herêma karesatê bûn.
Rayedaran, têkildarî hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî dan. Hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 104’ê û gelek kes jî hêj winda ne.