ÎZMÎR - Prof. Dr. Şebnem Oguz bal kişand ser girîngiya civakîbûna aştiyê û got: "Îro meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê, ne tercîheke taktîkî ye. Ji ber vê yekê, girîng e ku CHP rêbazek berfirehtir bipejirîne ku barê aştiya civakî hilgire."
Pêvajoya ku di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de tê meşandin, bi hevdîtinan didome. Şandeyek ji 3 kesan a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê, di 24'ê Mijdarê de ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûbû Îmraliyê. Lê mijara ku herî zêde di raya giştî de tê nîqaşkirin ew e ku CHP’ê endam neda vê şandeyê.
Prof. Dr. Şebnem Oguz, rojev ji ajansa me re nirxand.
ÇIMA DIVÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ CIVAKÎ BIBE?
Şebnem Oguzê diyar kir ku di hemû pêvajoyên çareseriyê de civakîbûna aştiyê jiyanî ye û got ku aştî tenê bi xwedîderketina civakê dikare mayînde bibe. Şebnem Oguzê destnîşan kir ku pêvajo hatiye qonaxeke krîtîk û ev tişt got: "Sedema vê krîtîkbûnê ew e ku di sedsala 21'ê de têkiliya di navbera şer û aştiyê de bi temamî guheriye. Ji krîza 2008'an vir ve em di nava rejîmeke şer de dijîn ku bûye parçeyekî sermayeyê. Di van mercan de desthilatdar aştiyê tenê wekî 'normalbûna demkî' dibînin. Dema ku çek bêdeng dibin, ev yek ji bo wan dibe firsendek ku projeyên maden, enerjî û avahiyê bixin dewreyê. Aştiya desthilatdaran ne bidawîbûna şer e, lê verastkirina aboriya şer e. Ji ber vê yekê divê civak rejîma xwe ya aştiyê ava bike. Aştî ne tenê fikrek e; divê bibe pratîkek ku gel bi xwe ava dike. Aştiyeke ku bi berxwedana ekolojîk, têkoşîna kedê, azadiya jinê û parastina mafê bajêr were avakirin, dikare li dijî polîtîkayên talanê yên desthilatê bibe bersiveke xurt. Ji ber vê desthilatdar ji aştiyeke civakî ditirsin, ger aştî civakî bibe, dê ne li gorî daxwaza talankeran, li gorî daxwaza gelan şekil bigire. Ji bo AKP'ê aştî; vekirina deriyên nû yên qezencê ye ji bo sermayedaran e. Ev aştiyeke negatîf e ku şer disekine lê mêtingerî didome. Ji ber vê yekê pêvajoyê civakî nakin."
TAKTÎKA SIYASÎ YA CHP'Ê
Şebnem Oguzê, biryara CHP'ê ya 'neşandina endam ji bo Şandeya Îmraliyê' wekî "ne tenê taktîkeke hêsan, lê parçeyek ji boçûna nû ya siyasî ya partiyê" pênase kir. Şebnem Oguzê diyar kir ku CHP dîsa vedigere ser xeta navendîbûna dewletê û çavdêriyên xwe wiha vegot: "Tevlînebûna şandeyê, xwe dûrxistina ji pêşniyarên berfireh ên li ser meseleya Kurd, dûrxistina navên nêzî siyaset Kurd û çepgir ji Meclisa Partiyê û gotina Ozgur Ozel a 'Sendroma Stockholmê' vê nêrînê xurt dike. Ev yek nîşan dide ku refleksên CHP'ê yên kevn ên 'siyaset tenê ji bo hilbijartinê' derdikevin pêş. Berê zextên rejîmê CHP neçar hiştibû ku li kolanan siyasetê bike, lê niha dixwazin bibin 'aktorekî navendî yê namzetê birêvebirina dewletê'. Ev helwest baweriya hilbijêrên Kurd dişkîne û kapasîteya muxalefetê lawaz dike. Herwiha dibe sedem ku gotegotên şaş ên wekî 'DEM Partî bi desthilatê re li hev kiriye' xurtir bibin."
CHP DÊ VEGUHERE PARÇEYEKÎ PASÎF Ê REJÎMÊ
Şebnem Oguzê destnîşan kir ku niyeta desthilatê tune ye CHP'ê bixe nava pergalê û wiha pê de çû: "Heke ev meyl wisa dewam bike, CHP dikare wekî serdema Kiliçdaroglu bibe pêkhateyeke pasîf a rejîmê ku muxalefet desthilatê xwedî dike. Lewra her nêzîkatiya ku tundiya kolonyal û emperyal a dewletê nabîne û faşîzmê tenê bi hiqûq û sekuleriyê pênase dike, di encamê de rejîmê paqij derdixe. Meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê îro qonaxeke wisa ye ku dê pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê diyar bike. Divê CHP berpirsyariyê li xwe bigire."
HEVKARIYA MUXALEFETÊ DÊ DIYARKER BE
Şebnem Oguzê zextên desthilatê yên li ser CHP'ê wekî "stratejîk" pênase kir û diyar kir ku armanc qutkirina têkiliya di navbera CHP û DEM Partiyê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Stratejiya desthilatê ew e ku kapasîteya hevkariya muxalefetê qels bike. Siyaseta CHP'ê li gorî krîzên rojane tevdigere; lê DEM Partî bi hişmendiyeke demdirêj û dîrokî tevdigere. Heke CHP'ê nûner bişanda Îmraliyê, ev her du rîtm dikaribûn nêzî hev bibin û dê biba firsendek girîng. Vê gavneavêtinê, navbera wan hinekî din vekir. Xeta DEM Partiyê û 'rêya sêyemîn' ji bo tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê jî derfetek e. Di dema pêş de, nêzîkbûna pêkhateyên muxalefetê û dîtina rîtmên hevdu dê diyarker be."
Şebnem Oguzê wiha axaftina xwe bidawî kir: "Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Têkoşîna gelê Kurd a di qadên ekolojî, ked, azadiya jinê û mafê bajêr de potansiyeleke mezin a demokratîkbûnê ye. Îro li Tirkiyeyê axaftina li ser demokrasiyê, tenê bi têkoşîna hevpar a li dijî faşîzm, kapîtalîzm, emperyalîzm û şer pêkan e."
MA / Ûgurcan Boztaş
