Li Rojava protestoyên ji bo perwerdeyê di roja duyemîn de ne
Li Rojava protestoyên ji bo perwerdeyê di roja duyemîn de ne

Li herêma Cizîrê ya Rojava, protestoyên xwendekar û mamosteyan ên li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ku ji bo fêrbûna zimanê Kurdî heftane 3 demjimêr veqetandine, di roja duyemîn der berdewam kir.

Şaredariya Amedê statuya dengbêjan guhert
Şaredariya Amedê statuya dengbêjan guhert

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şert û mercên xebata dengbêjên li Mala Dengbêjan dixebitin, guhert.

Dîmenên êrişa li dijî komeleya Kurdî
Dîmenên êrişa li dijî komeleya Kurdî

Dîmenên êrişa çekdarî ya li dijî Komeleya Ziman, Çand, Lêkolîn û Pêşvebirinê ya Mezopotamyayiyan a li Tekîrdagê hat parvekirin.

GOÇ-DER ji bo beşdarî binekomîsyonên li Meclisê bibe serlêdan kir
GOÇ-DER ji bo beşdarî binekomîsyonên li Meclisê bibe serlêdan kir

GOÇ-DER'ê bi daxwaza misogerkirina mafên kesên hatine koçberkirin û ji bo tev li binekomîsyonên ku dê li Meclisê bên damezirandin bibe, serlêdan kir.

Serlêdana ji bo tehliyeya M. Saît Yildirim hat redkirin
Serlêdana ji bo tehliyeya M. Saît Yildirim hat redkirin

Serlêdana ji bo tehliyeya girtiyê nexweş ê giran Mehmet Saît Yildirim, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Înfazê ya Îzmîrê ve bi îdiaya "nebaşhaliytê" hat redkirin.

DEM Partî ji bo endamên MYK’ê diyar bike civiya
DEM Partî ji bo endamên MYK’ê diyar bike civiya

Endamên Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ku di kongreya 5’emîn de hatin hilbijartin, civîna xwe ya yekêm li dar xist. Di civînê de Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê dê were diyarkirin.

Fuat Alî Riza: ‘Qanûna Çarçoveyî’ çawa dikare pêk were?
Fuat Alî Riza: ‘Qanûna Çarçoveyî’ çawa dikare pêk were?

Fuat Alî Riza di gotara xwe de diyar kir ku qanûna çarçoveyî ji aliyê dewletê ve hatiye derxistin ya ku divê vê qanûnê bixe meriyetê jî dewlet bi xwe ye û got: “Divê were qebûlkirin ku gelê Kurd bi hebûn û nasnameya xwe bikare siyasetê bike. Di heman demê de weke pêdiviyeke stratejiya entegrasyona demokratîk, divê veguherîna li gorî siyaseta demokratîk a rêxistiniya Kurd jî were qebûlkirin.”

Li Nepalê balanço giran dibe
Li Nepalê balanço giran dibe

Li Nepalê di lehiyê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 1,355’an.

Li Tekîrdagê li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî pêk hat
Li Tekîrdagê li dijî komeleya Kurdî êrişa çekdarî pêk hat

Li Çerkezkoyê li dijî Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî êrişa çekdarî hate kirin.

Îranê êrişî kampa Komeleyê kir
Îranê êrişî kampa Komeleyê kir

Îranê, êrişî kampa Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Sûrdaşê kir. Ji ber êrişê agir bi hin xaniyan ket.

Dikandarên jin: Aştî bê dê rewşa aborî jî baş bibe <font color=#ff0000> VÎDEO NÛÇE </font>
Dikandarên jin: Aştî bê dê rewşa aborî jî baş bibe VÎDEO NÛÇE

Dikandarên jin diyar kirin ku krîza aborî herî zêde bandorê li jiyana jinan dike û got: "Ger aştî bê dê enflasyon kêm bibe û dê ev rewşa xirab ber bi başiyê ve veguhere."

Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket
Azadiya Welat bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket

Hejmara 35’an a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Divê bênavbeynkar bigihîje gel’ derket pêşerî xwînerên xwe.

Li Gimgimê serpêhatiyeke mêşvaniyê
Li Gimgimê serpêhatiyeke mêşvaniyê

Emran Beyazyildirim ku 7 sal in mêşvaniyê dike û xwe bi xwe gelek berheman hildiberîne, bilêv kir ku ger jin bixwazin dikarin di her warî de bi ser bikevin û got ku ji bo vê jî divê bi xwe bawer bin.

Prof. Kiliçaslan: Rêya aştiyane ya ji bo çareseriyê pir hêja ye
Prof. Kiliçaslan: Rêya aştiyane ya ji bo çareseriyê pir hêja ye

Damezrînerê SAHÎ'yê Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan ku got "Aştî ji bo mirovan û hemû bûneweran e" wiha got: "Ji xeynî çareseriyê tu çareyeke me ya din tune ye. Tevî pirsgirêkan jî, em ê ji bo domandina pêvajoyê bitêkoşin."

11 sal in ji qatilên Cemîle Çagirga hesab nehatiye pirsîn
11 sal in ji qatilên Cemîle Çagirga hesab nehatiye pirsîn

Dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de hatibû kuştin û cenazeyê wê di sarincê de hatibû rawestandin Emîine Çagirga, ji bo pêkanîna edaletê banga ji nû ve vekirina lêpirsînê kir.

Bajarê Kevnar Meya li dijî GES'an û kanên keviran li ber xwe dide
Bajarê Kevnar Meya li dijî GES'an û kanên keviran li ber xwe dide

Bajarê Kevnar Meya ku di navbera projeyên GES'ê de hatiye asêkirin li aliyekî li dijî xebatên lêgerîna zêran ên bi siyanurê û li aliyê din jî li dijî kana keviran li ber xwe dide.

Kevneşopiya salan: Deq
Kevneşopiya salan: Deq

Fatma Temel a ku kevneşopiya Deqan ku bi şîrê dê û teniyê tên tên çêkirin didomîne, got ku Deq şîfayê tîne.

ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2026'AN
ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2026'AN

ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2026'AN

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari carekê din hatin hilbijartin
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari carekê din hatin hilbijartin

Di 5'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya DEM Partiyê de Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan carekê din weke Hevserokên Giştî hatin hilbijartin.

Hevşaredarê Agiriyê Akkuş hate oxirkirin
Hevşaredarê Agiriyê Akkuş hate oxirkirin

Hevşaredarê Agiriyê Memet Akkuş ê ku ji ber nexweşiya penceşêrê ku ev demeke dirêj e lê tedawî dibû duh jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya hezaran hate oxirkirin.

Li Hesekê dibistanan bi protesto dest pê kir: Em 3 dersan qebûl nakin
Li Hesekê dibistanan bi protesto dest pê kir: Em 3 dersan qebûl nakin

Li Hesekê sala perwerdeyê destpê kir. Li Qamişlo xwendekaran hin dibistanan, biryara Wezareta Perwerdeyê ya ji bo zimanê Kurdî red kirin.

Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in
Tuncer Bakirhan: Em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan Tevgera Komara Demokratîk îro dane destpêkirin û got: “Em ji dema nû re amade ne û em ji bo rêvebirina Tirkiyeyê talib in.”

DFG û MKG: Divê dengê aştîxwazan ji yê şerxwazan bilindtir be
DFG û MKG: Divê dengê aştîxwazan ji yê şerxwazan bilindtir be

MKG û DFG'ê têkildarî Roja Çapemeniya Azad daxuyaniyek hevpar da û got: "Niha peywireke din li pêşiya çapemeniya azad e: bûyîna dengê civaka demokratîk. Tenê ne li Kurdistanê li tevahiya cîhanê ji bo jiyaneke azad û wekhev pêdivî bi civaka demokratîk heye. Çapemeniya azad jî di vê demê de bi berpirsiyariya rojnamegeriya aştiyê tevgeriya."

Tulay Hatîmogullari: Ev kongre qonaxek e, em amadekariya veguherîneke nû dikin
Tulay Hatîmogullari: Ev kongre qonaxek e, em amadekariya veguherîneke nû dikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di kongreyê de axivî û diyar kir ku kongreya wan di heman demê qonaxek e û ew ji bo veguherîneke nû amadekariyê dijin û wiha got: “Em ji bo avakirineke demokratîk amade ne. Dibe ku îtîraz hebin, provakasyon jî derbikevin û bawerî qels jî bibe. Lê peywîra me jî di vir de destpê dike. Pirsgirêkên sed salan di rojekê de çareser nabin. Divê em vê demê baş bikar bînin."