Bi rojê li nav zevî bi şev di kon de dixebitin
- aborî-ked
- 12:23
Jinên ku di bin germa zêde de li zeviya pîvaz dixebitin, diyar kirin ku yewmiyeya digirin kêm e û jin bi roj li nava zevî bi şev jî di kon de dixebitin.
Jinên ku di bin germa zêde de li zeviya pîvaz dixebitin, diyar kirin ku yewmiyeya digirin kêm e û jin bi roj li nava zevî bi şev jî di kon de dixebitin.
Li Wanê karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin, biryara çalakiyê girtin. Ji karkeran Onder Sogûkbûlak got: "Serokê AKP'ê yê Bajêr Abdûlahat Arvas van fermanan dide."
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 7 astengdar ji kar derxist. Astengdarên ku cara duyemîn e ji aliyê qeyûm ve tên mexdûr kirin, karên xwe dixwazin.
Li gor daneyên Turk-Îşê sînorê birçîb»nê gihîşt 26 hezar û 413 TL'yan û sînorê xizaniyê jî gihîşt 86 hezar û 36 TL'yan.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan diyar kirin ku derxistina 223 karkeran ji aliyê qeyûm ve, operasyona tasfiyeya siyasî ye.
Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya bêkariyê ya rastîn derketiye ji sedî 32,9.
Karkerên înşaetê yên ku di germahiya zêde ya Amed de dixebitin, ii bêgavî bi xirtûmê xwe şil dikin û dixebitin.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak, berî hevdîtinên TÎS’ê li pêşiya Wezareta Xebatê û Ewlehiya Civakî daxuyanî da, di daxuyaniyê de xwest ku mûçeyên xebatkarên saziyên cemawerî di ser sînorê xizaniyê de be.
"Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî" ya ku li Wanê hatiye damezrandin, berhemên xwe bi rêya înternetê digihîne welatiyan. Rêvebira Kooperatîfê Caziye Duman diyar kir ku projeyê li hemû bajarên Kurdistanê belav bibe.
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz ku şewata li navçeya Seyitgaziyê lêkolîn kir, diyar kir ku Tolûnay Kocaman ku 45 roj berê dest bi kar kiriye, bêyî ku perwerdehiya ewlehiya kar bibîne, şandine cihê şewatê.
Hesinkar Mehmet Yildiz ku nîv sedsal e pîşeyê hesinkariyê yê ku ji hostayên ermenî hîn bûye didomîne, destnîşan kir ku hesinkarî bi tunebûnê re rû bi rû ye.
Bi zêdebûna fiyetê zêr re gel ber bi îmîtasyonê ve diçe. Kesên ku kiras-fîstan û bûkanî kirê dikirin, niha ji bêgavî kincên zavatiyê jî kirê dikin.
Berîvan ku her roj di rêyên dijwar re ber bi Deşta Sunduz a li navçeya Miksê ve dimeşin, diyar kirin ku ew heqê keda xwe nagirin û ji ber krîza aborî ew ê dest ji sewalvaniyê berdin û koç bikin.
Ji ber qeyrana aborî buhayê zêr zêde dibe û ev jî bû sedem ku mirov berê xwe bidin îmîtasyonê ango teqlîdê. Zêrînger diyar dikin ku di nava çar salên dawî de ji sedî sed zêr bûha bûye, di heman demê de firoşkarên teqlîdê radigihînin ku ev faîz di nava du salên dawî de zêde bûye.
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş, diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de divê astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê rabin û got pêdivî bi “mifredata aştiyê” heye.