Li Gimgimê serpêhatiyeke mêşvaniyê
Emran Beyazyildirim ku 7 sal in mêşvaniyê dike û xwe bi xwe gelek berheman hildiberîne, bilêv kir ku ger jin bixwazin dikarin di her warî de bi ser bikevin û got ku ji bo vê jî divê bi xwe bawer bin.
Li Şemrexê keda 7 jinan veguherî hilberîna hevpar
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 7 jin hatin cem hev û bi koperatîfa ku bi navê “Kooperatîfa Jinan a Jiyana Hevpar” ava kirin, dest bi hilberîna hevpar kirin.
Du kurên xwe winda kir, dev ji aştiyê berneda
Dayika Aştiyê Makbûle Tabak ku di têkoşîna azadiyê de du kurên xwe winda kiriye, ligel hemû zextan jî di têkoşîna xwe de bi israr e û ji bo pêvajoyê banga parastina aştiyê li hemû kesî kir.
Rapora MKG’ê ya Tebaxê: 2 Rojnameger hatin binçavkirin, 1 jî hat girtin
Li gorî rapora MKG'ê ya meha Tebaxa 2 rojnameger hatine binçavkirin, rojnamegerek hatî girtin, der heqê rojnemegerekê de lêpirsîn hatî vekirin û rojnamegerekê jî îfade daye.
Nîşaneya 'Jin, Jiyan, Azadî':Keziyên bi pelên darberûyê hûnandî
Bi boneya salvegera 4'emîn a serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" 17 rêxistinên jinan û mafên mirovan daxuyaniyeke hevpar dan.
KJAR'ê bernameya çalakiyên 'Jin Jiyan Azadî'eşkere kir
KJAR'ê bernameya çalakiyan eşkere kir ku wê bi neya wesîleya salvegera şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" li dar bixe. Her wiha banga tevlîbûnê li partiyan, rêxistinan, aktîvîstên jin û demokratan kir.
Ji Kongra Starê bertek li dijî darvekirinan
Kongra Star li dijî darvekirinên ku di demên dawî de li Îranê zêde bûne daxuyanî da û got: "Bi îdamê îradeya gelan nayê şikandin."
Li Qamişloyê anketa jinan: Netawizdayîna ji mertala parastina sazûmaniyî
Encamên rapirsa ku li kolanên Qamişloyê bi jinan re hat kirin, da der ku parastina herî mezin di xwerêxistinkirinê, tora "Mala Jin" û mekanîzmayên destwerdana rasterast de ye ku ji sala 2014'an ve hatine avakirin û herwiha, daxwaza sereke ya jinan ew e ku ev mertala parastinê ya sazûmanî bêyî tu tawîzdayînê bê parastin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî du jinên binçavkirî raporek weşand
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, têkildarî du jinên Kurd ên ku 2 meh in li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin, raporek weşand.
Komîsyonê Edaletê yên Ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da
Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîşê raporek li ser têkoşîna du salan bi raya giştî re parve kirin.
Dayika jina bi guman jiyana xwe ji dest da: Gef lê dihat xwarin
Asiye Akpîrînç, dayika Nurcan Akpirinç a ku di şert û mercên biguman de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku keça wê ji xwişka xwe ya mezin re peyamek şandiye û gotiye: "Hevjînê min û dayika wî dê min bikujin; ew dixwazin ez dermanan bixwim û zarokê min ji ber min biçe."
Banga ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê
Jinan a DEM Partiyê daxwaz kir ku sedema mirina Rojîn Kabaîşê bê aşkerakirin.
Hejmara 182'yan a Kovara Jinê derket
Kovara Jinê, di hejmara 182’an de bi gotarên pisporan sîstema MESEM’ê, xizanî û polîtîkayên ewlehiyê yên li ser zarokan bi perspektîfa mafên zarokan dinirxîne.
'Divê lijneya jinan a heqîqetê bê nasîn'
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye daxuyanî da û xwest ku ew jî di nav Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê de cih bigirin û got ku jin kirdeya pêvajoyê ne.
'Divê em li dijî şerê taybet saziyên rêxistinkirî çalak bikin'
Endama Akademiya Jîneolojiyê ya Wanê Eylem Aktiyê diyar kir ku divê civak li dijî polîtîkayên şerê taybet xwe bi rêxistin bike, mekanîzmayên hevgirtinê xurt bike û nirxên xwe yên çandî xurt bike û got: "Ji bo vê jî divê em qad û saziyên rêxistinkirî çalak bikin."