Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand

  • rojane
  • 11:03 9 Kanûn 2025
  • |
AGIRÎ - Şaredariya Agiriyê, tevî 504 milyon deyn jî, di salekê de bi xizmeta xwe rengê bajêr guherand. 
 
Şaredariya Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di salekê de gelek xebat kirin û bi van xebatan rengê bajêr guherand. Rêveberiya DEM Partiyê ku di hilbijartinên herêmî yên 2024'an de gava şaredariyê ji AKP'ê stend, deynê şaredariyê 504 milyon û 638 hezar û 578 TL bû. Lê Hevşaredar Hazal Aras û Memet Akkûş, di sala 2025'an de bi giştî projeyên bi bedêla 360 milyon TL'yî pêk anîn. Ji bo çêkirina kuçeyan û asfalta kolanan 140 milyon TL, ji bo wesayîtên xizmetê yên nû 100 milyon TL, ji bo Qada Bajêr 80 milyon TL û ji bo agirkujiya nû û avahiya qademeyê 30 milyo9n TL û ji bo gelek parkan jî 10 milyon TL hat xerckirin û niha amadekariya projeyên nû tê kirin.
 
‘XIZMETA HERÎ MEZIN DURISTÎ YE'
 
Hevşaredarê Şaredariya Agiriyê Memet Akkûş behsa projeyên ku wan di sala 2025'an de pêk anîne û xizmetên ku ew ji bo Agiriyê dikin, kir. Akkûş bi bîr xist ku wan Şaredariya Agiriyê bi deynekî pir zêde girtiye û got: "Ji roja ku me dest bi kar kiriye heya niha, budçe bûye pirsgirêka me ya herî mezin. Deynekî mezin ê mayî hebû. Ji ber vê yekê, Îller Bankasiyê pereyö jı me r tö qısmeki zöde dıbıre. Ev bbirîn ewqas girîng bûn ku carinan nîvê budçeya şaredariyê dihat kêmkirin. Her wiha ji çavkaniyên cuda girtina deynan ji me re hat qedexekirin. Lêbelê, ji ber kêmkirinên budçeyê, me qet dev ji xizmetan berneda. Hemû projeyên ku me pêk anîn di nav van çavkaniyên sînorkirî de hatin pêkanîn."
 
 
KUÇE, KOLAN Û PARKÊN NÛ
 
Akkûş destnîşan kir ku wan sala ewil bi xizmeta ji bo gel derbas kiriye û got: "Me hewl da ku hemû kolan û rêyên bajarê xwe nû bikin. Me rêyên nû li bajêr çêkirin. Li hin deveran, me asfalt û rêgehên ku berê hatibûn çêkirin nû kirin û li hin deverên din jî me ew tamîr kirin. Di tevahiya salê de, me xizmet pêşkêş kir da ku bajarê xwe bêtir bixemilînin û ji bo niştecîhên xwe bajarekî jiyanbartir peyda bikin. Ji bo vê armancê, me 'Parka Aştiyê' ava kir da ku aştî û aramiyê sembolîze bike. Aştî ew e ku gelê me pir dixwaze. Me ji bo bîranîna vê yekê Parka Aştiyê ava kir. Me ji bo bîranîna siyasetmedarekî rêzdar ê ku bi salan ji bo aştiyê têkoşiya, parkek çêkir. Bi vê parkê, me xwest bîranîna kesekî hêja yê ku ji bo aştiyê xebitî û di vê dozê de jiyana xwe ji dest da, zindî bihêlin. Me projeyên taybetî ji bo jinên bajarê xwe jî pêş xistin. Ji bo vê armancê, me deverên bêhnvedanê yên jinan ava kirin da ku zehmetiyên li bendê mayînê di dema rêwîtiyên navbajar û navçeyan de sivik bikin. Me di nav bajêr de parkek ji bo jinan jî çêkir."
 
WESAYÎTÊN XIZMETÊ
 
Akkûş destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên şaredariyan kêmbûna wesayîtan e û got: "Îsal, me 20 wesayît kirîn, di nav wan de kamyon, wesayîtên çopê û wesayîtên paqijiyê hebûn. Her çend lêçûna wê bi qasî 100 mîlyon TL bû jî, van wesayîtan rê da me ku em xizmeteke zûtir û çêtir bikin. Wekî din, ev veberhênan dê bi dehan salan xizmeta gel bike."
 
 
QADA BAJÊR A ŞAKIRO
 
Akkûş diyar kir ku yek ji kêmasiyên herî girîng ên Agiriyê nebûna qadeke bajêr a hêjayî bajêr bûye û got: "Me şeş meh berê projeyek da destpêkirin da ku qadeke bajêr a hêjayî bajarê me biafirînin. Me li navenda bajêr dest bi çêkirina cihekî kir ku mirov lê nefes bigirin û bicivin. Me navê Şakiro, nûnerê kevneşopiya Dengbêjan, kevneşopiyeke girîng di çanda Kurdî de û her wiha hevwelatiyekî me, li vê cihê girîng kir. Bi vê yekê, em armanc dikin ku hem çanda xwe biparêzin û hem jî piştgiriyê bidin hunermendên xwe. Me projeya xwe di şeş ??mehan de temam kir. Beşa jêrîn a qada bajar bû otoparkeke sergirtî. Li jor wê, me avahiyek çêkir ku dê gelek xizmetan peyda bike, wekî pirtûkxane û hola pêşangehê. Me her wiha qada bajêr a hêjayî xelkê Agirî, bi amfîtiyatroyek û qada rûniştinê çêkir."
 
Akkûş diyar kir ku xizmeteke din a girîng ku wan îsal pêk aniye, avakirina avahiya nû ya îstasyona agirkujiyê û qademeyê bûye û got: "Li gel xemilandina bajar, em di heman demê de xebata xwe ya ji bo afirandina avahiyek û alavên ku ji bo her rewşek nepêşbînîkirî ya ku dibe ku li bajêr derkeve holê amade be jî didomînin."
 
Akkûş bal kişand ser têkiliya rasterast a di navbera şaredariyan û gel de û got: "Wekî şaredarî, me di salekê de, tevî hemû zehmetiyan, gelek proje pêk anîn. Ji bilî şaredariyê, li vî bajarî gelek saziyên din hene ku ji hêla hikûmeta navendî ve tên rêvebirin. Van saziyan budçeyên wan pir zêdetir in. Ger ev saziyên ku bi hikûmeta navendî ve girêdayî ne, budçeyên xwe ji bo pêşxistina bajêr xerc bikin ne ji bo polîtîkayên ewlehiyê, dê bajarekî me yê pir çêtir hebe. Ji ber vê yekê, em her gav dibêjin ku divê deverên ku ji hêla hikûmeta herêmî ve tên girtin werin berfirehkirin û xurtkirin. Ji ber ku şaredarî ew in ku rasterast bi gel re di nava têkiliyê de ne."
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin