Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!

img

AMED - Esnafên Amedê anîn ziman ku ji ber şewbê û krîza aborî zehmetiyê dikişînin. Esnafan destnîşan kir ku hikûmetê tu alîkarî nekiriye û hindik mane derabeyên xwe deynin. 

Li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê, nêzî 150 esnaf ji ber pandemiyê û krîza aborî zehmtiyê dikişînin. Her wiha ji ber ku kargeh girtîne, bi sedan xebatkar jî betal mane. 
 
8 MEHAN GIRTÎBÛ
 
Sezer Tûgrûl ku 15 sal in dikana wî ya taştê heye, anî ziman ku ji ber pandemiyê dikana wî 8 mehan girtî maye. Tûgrûl, bilêv kir ku piştî şewb belav bû 15 kesên li dikana wî dixebitîn dest ji kar berdane. Tûgrûl, destnîşan kir ku dewletê bi tu awayî alîkariya wan nekiriye. 
 
‘EM PERÎŞAN BÛNE' 
 
Tûgrûl got: "Hevalên me yên mecbûr man dest ji kar berdin û niha li malê ne, meaş nagirin. Tu fêdeyeke dewletê negihaştiye me. Hevalên me ne dikarin heqê kirêya xwe bidin ne jî heqê fatûreyên xwe. Nikarin qût jî bikirin. Dikan girtiye, lê ez kirê didim. Xwediyên dikanan doza kirêyên xwe dikin. Dewlet jî heqê ceryan û ava dikanan jî dixwaze. Em serwîsa pakêtî dikin, lê mirovên di mal de wê bi kîjan pereyî bikirin. Ên li malê jixwe naxebitin. Heger wisa dewam bike em ê dikanê bi temamî bigirin. Her kes perîşan bûye." 
 
‘EM BETAL MAN' 
 
Cafer Tayinlamak ku kafeya wî heye, anî ziman ku dikana xwe beriya pandemiyê bi çar mehan vekiribû, lê belê piştî qedexeyên derketina derve dest pê kirin, pir zehmetî kişandine. Tayinlamak, bilêv kir ku dikan girtiye jî lê dîsa jî heqê kirê, av û ceryanê didin û ji ber vê 13 karker ji kar derxistine. Tayinlamak got: "Em jî wekî karkerên ku me ew ji kar derxistine betal in. Heya niha kesî alîkarî nekiriye. Min ji milyonekê zêdetir mesref kir. Divê alîkariya esnafan bê kirin." 
 
Aşpêj Adem Deger jî anî ziman ku niha dest bi serwîsa pakêtan kirine, lê belê çerxa wan nazîvire. Deger, diyar kir ku berê 40 kes li ba wan dixebitîn, lê belê niha 15 kes dixebitin û got: "Ziman bêhestû ye. Dibêjin, lê tiştek tune ye. Hema ji bo kirê tiştek bikirana û alîkariya van karkeran bikirana wê baş bûna. Mesrefa dikanê û karkeran 7 hezar TL ye. Em bi deyn ji dostan distînin, pê deynê xwe didin. Dewlet, divê xwedî li welatiyan derkeve. Alîkariya zengînan dikin, lê ji bo feqîran tiştek tune ye. Tenê di vî du mehî de em bi 30 hezarî xisirîn. Ma wê dewletê vê zirara min bide? Xwediyên dikanan jî kirêya xwe dixwazin. Dibêjin em ê ji bo kirê alîkarî bikin, lê nakin. Em diçin ku derî girtiye." 
 
‘40 KES BETAL MAN' 
 
Mehmet Altûnbay ku şîrînayiyê çêdike, anî ziman ku beriya pandemiyê rewşa karê wan baş bû, lê belê piştî pandemiyê hema bibêje sîparîş qet nayên. Altûnbay, destnîşan kir ku ji ber vê ji mecbûrî 40 karker ji kar derxistine û got: "Axirê dikan a me ye, an jî em nemabûn. Heya niha me çi dabû ser hev me giş xwar." 
 
Altûnbay, destnîşan kir ku heya niha kesî alîkariya wan nekiriye û got: "Karker meaşê betaliyê digirin, lê ma dê ew meaş têra kê bike. Gelek eks mexdûr bûne." 

Sernavên din

08/01/2021
09:09 Wezareta Tenduristiyê ji bo vegera ser kar a bijîşk got 'li gor mewzûatê ye'
09:09 Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne
09:08 Serlêdana qedexeya li Wanê cara 14’emîn hat redkirin
09:08 Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin
09:07 Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne!
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/01/2021
20:43 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:42 Li Kobaniyê gel kujerê jinekê darizand
16:57 Bertekên li dijî ‘rektorê qeyûm' nasekinin
15:44 Polîsan bîranîna Sakîne Cansiz asteng kir!
15:34 Birîna Ceyranê ya VEDAŞ’ê jina 72 salî bê oksijen hişt
15:21 Komkujiya Parîsê: Wê jin edaletê pêk bînin
15:12 Boriya avê ya MARSÛ’yê teqiya û esnafan perîşan kir
15:05 Hevşaredarê Êlihê nehat berdan
14:45 Serokê lijneya weşanê ya Weşanxaneya Zanîngeha Bogazîçiyê îstîfa kir
14:25 Li Edeneyê 2 ciwan hatin berdan
14:11 Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket
14:07 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:03 KESK: Em li cem pêkhatiyên Bogazîçî ne
14:01 Ji DBP’ê banga tevlîbûna daxuyaniya yekitiya netewî
13:52 Ji derçûyên Bogazîçiyê kampanyaya îmzeyê
13:51 Ji xebatkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê
13:50 Îddîanameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ hat qebûlkirin
13:40 HDP’ê serdana taxa ku ceyranê wê hatibû birîn kir
13:34 Jinan ji bo 9'ê Çileyê bang kirin: Em ê tu carî efû nekin
13:04 Ji HDP’ê pêşniyarqanûn: Bila amûrên paqijiyê ji jinan re bêpere bên dabînkirin
13:03 Trump qebûl kir: Wê derbasbûyineke bipergalî çêbe
12:50 Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin
11:42 90 rojin hêj lêpirsîna 4 rojnamegeran bi dawî nebûye
11:42 Li Washingtonê 52 kes hatin binçavkirin
11:33 Aloziya li Amerîkayê di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:32 Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin
11:22 Helbestkar Ahmet Tellî beraet kir
11:16 Çekdarên PDK’ê daran dibirin
11:15 Li Esenlerê jinek hat kuştin
11:01 ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin
09:22 Greva birçîbûnê di roja 42'emîn de dewam dike
09:05 Ji ber nîşeyên derbarê pirtûkekê de cezayê hucreyê lê birîn
09:05 'Em naxwazin fikara pêşerojê li me peyda bibe'
09:05 Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye
09:05 Polîs navê kesên ku diçin HDP'ê qeyd dikin
09:05 Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
09:05 Ji ber şewbê esntrumanên xwe firotin
09:05 Li ber HES'a ku tê xwestin li Çemê Zorê bê çêkirin rabûn
09:05 Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê
09:05 ‘Metîn Goktepe remza azadiya çapemeniyê ye'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:58 VEDAŞ'ê ceyrana taxê qût kir
06/01/2021
22:51 Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome