MÊRSÎN - Polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin.
Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê li taxa Şevket Sumer a Akdenîza Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Îbrahim Erbek, Akif Aras û 2 kesên navê wan nehatin zanîn binçav kirin. 4 kesên ku polîsan ew binçav kirin birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.