ŞIRNEX - Dengbêj Esker Cizîrî, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Dengbêj Esker Cizîrî yê 65 salî ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Cizîrî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Pişt re cenazeyê Cizîrî, ji hêla malbat û hezkiriyên wî ve li goristana Asri ya Cizîrê hat definkirin.