MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin

  • jin
  • 14:32 24 Mijdar 2022
  • |
img
 
 
STENBOL – MKGP’ê “Rapora Binpêkirina Mafan a 3 Mehan a Têkildarî Rojnamegerên Jin” bi daxuyaniyekê eşkere kir û xwest ku rojnamegerên girtî di zûtirin demê de bên berdan. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Rapora Binpêkirina Mafan a 3 Mehan ya Têkildarî Rojnamegerên Jin bi civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê eşkere kir. Di civînê de wêneyên rojnamegerên jin ên girtî hatin hildan û dowizên "Çapemeniya azad nikare bêdeng bikin”, "Çapemeniya azad serî natewîne", "Em pênûsa Gurbetellî ya nayê tewandin in" hatin hildan. 
 
Kurdiya raporê ji aliyê endama MKGP'ê Dûrket Suren a tirkî jî ji aliyê endamên MKGP'ê Nezahat Dogan û Hayam Bulut ve hat xwendin.
 
Di raporê de wiha hat gotin:
 
“Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê em rapora xwe ya 3 mehan a binpêkirinên mafan ên di sala 2022’yan de li dijî rojnamegerên jin pêk hatine diweşînin.
 
Ji 2015’an vir ve li dijî zext, tundî, girtin, binçavkirin û hepskirinan rojnameger, di berdewamkirina kevneşopiya çapemeniya azad de ji bona ku civak bigihêje nûçeyan û rastî derkevin holê li qadan û li her deveran peywira xwe ya rojnamegeriyê didomînin.  
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hedefgirtina çapemeniyê û bi taybetî jî bi hedefgirtina çapemeniya azad a Kurd, bi tundî û astengkirina mafê me yê çêkirina nûçeyan zextên xwe didomîne. Bi girtina gelek rojname û ajansên muxalîf re niha jî dest bi serdegirtina saziyên medyayê kirin û bi vî awayî jî dest danîn ser kamera û alavên teknîkê û xebatkarên wan hatin girtin. Di bin çavan de rojnamegerên jin rastî îşkence û tundiyê hatin. Li erdê hatin kaşkirin, destên wan ji paş ve hatin kelemçekirin û bi îşkenceya zayendî ya polîsan re rû bi rû hatin hiştin.
 
Îdianameya 4 jê jin 16 rojnamgerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin nehatiye amadekirin û ligel vê yekê rojnameger hê jî girtî ne. Hinceta girtina wan jî şopandina nûçeyan û nûçeyên ku çêkirine weke sûc tê dîtin e. Di 29’ê Cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de 5 jê jin 9 rojnamegerên ku di çapemeniya azad a Kurd de dixebitin hatin girtin.
 
26 rojnamegerên ku di nava 6 mehan de hatine girtin 10 jê ji wan jin in. Ev hejmar dide xuyakirin ku rojnamegerên jin ên li dijî desthilatdar û medyaya wê têdikoşin di hedefê de ne. 
 
Di her serdemê de ji her 3 mehan carekê êrîşên li ser rojnameger, binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê, girtinên ji bo azadiya ramanê, mafê jiyan û ewlekariya rojnamegeran em bi daneyên ku dest dixin, dikin rapor û parve dikin. Ligel vê yekê dane û hejmarên nehatine xuyakirin jî hene. 
 
Daneyên binpêkirinên mafan ên 3 mehên tebax-îlon-cotmehê ev in;
 
TEBAX
 
Di meha tebaxê de binpêkirinên mafên jiyan û ewlehiyê ya rojnamgeran zêde bûn. Bi vê yekê re tundiya li dijî rojnamegerên jin ên li qadan nûçe dişopandin û tundiya li ser hemû jinan jî zêde bûn. 4 jê jin 16 rojnamegerên ku di 16’ê Hezîranê de li Amedê hatibûn girtin 5'emîn Dadgeha Cezayê ya Sulhê di nirxandina xwe ya mehane de cara duyemîn biryara berdewama girtinê da. Rojnamegerek rastî êrîşê hat, 10 rojnameger rastî tundiyê hatin, 3 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 2 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin. 
 
Di binpêkirina azadiya raman û derbirînê ya li dijî rojnamegeran de; 4 rojnameger doz li wan hatin vekirin, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn hat vekirin, 2 rojnameger rastî zext û sansûrê hatin, 30 hezar cezayê pereyan hat birîn, hejmara rojnamegerên ku darizandina wan berdewam kir 4 û hejmara dosyayan jî weke 4 di daneyên Tebaxê de derketin holê.
 
ÎLON
 
Di meha Îlonê de jî tiştek neguherî. Dîsa di hedefa zextan de rojnameger û jin hebûn. Binpêkirinên li dijî mafê jiyan û ewlehiyê de: 3 rojnameger rastî êrîşan hatin, 2 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 7 rojnameger rastî tundiyê hatin, 4 rojnameger hedef hatin nîşandan û li girtîgehan 3 binpêkirinên mafan di daneyan de hatin xuyakirin. 
 
Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 2 rojnameger doz li wan hat vekirin û darizandina 15 rojnamegeran berdewam kir. Rojnameger bi 16 sal û 24 meh û 59 rojan hatin cezakirin. Darizandina 17 rojnameger û 13 dosyayên rojnamegeran berdewam kirin.
 
Di vê mehê de li Wanê 3 rojnamegerên jin di dema nûçe dişopandin de rastî êrîşa polîsan hatin û çek dirêjî serê wan hatin kirin. Ew çeka ku li rojnamegerên jin hat dirêjkirin îspata bêtehemuliya ser çapemeniya jinê ye û nîşaneya li ti qadê ewlehiya ti rojnamegeran nîn e ye. 
 
COTMEH 
 
Di meha Cotmehê de binpêkirinên li ser mafê jiyan, azadiya raman û derbirinê zêde bûn. Em bi qetilkirina Nagihan Akarsel a ku di rojnamegeriya jinê de xwedî kedeke mezin e û di encama êrîşa çekdarî ya li bajarê Silêmaniye ya Herêma Kurdistana Federe de ketin vê mehê.
 
Di vê meha ku Qanûna Sansûrê ya bi dengên AKP-MHP’ê di Meclîsê de hat qebûlkirin de, li qadê xwe bi pêşîlêgirtina nûçeyan, bi tundiya polîsan a girtina kamerayan û astengkirina nûçeyan nîşan da.
 
Di meha Cotmehê ya binpêkirinên mafê jiyan û ewlehiyê de; rojnamegerek rastî êrîşê hat, 3 rojnameger rastî tundiyê hatin, 13 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 6 rojnameger hatin girtin û 4 binpêkirinên girtîgehê di daneyan de xuya bûn.
 
Binpêkirinên azadiya raman û derbirînê ya li dijî rojnamegeran de; derbarê rojnamegerekê de doz hat vekirin, darizandina 5 rojnamegeran û 5 dosyayên rojnamegeran berdewam kirin.
 
Di meha Cotmehê de 6 rojnamegerên jin hatin girtin. Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever û Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger li Enqereyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî bi hinceta cezayê wê heye li Amedê hat girtin. 6 rojnamegerên jin dema hatin girtin, ji malên xwe heta birin girtîgehê rastî her cure tundiya fizîkî û psîkolojîk û îşkenceyê hatin.
 
DANEYÊN GIŞTÎ
 
Di daneyên giştî yên binpêkirinên jiyan û ewlehiyê yên 3 mehên dawî de; 5 rojnameger rastî êrîşan hatin, 20 rojnameger rastî tundiyê hatin, 18 rojnameger hatin binçavkirin, 6 rojnameger hatin girtin, 12 rojnameger hatin astengkirin, 12 rojnameger di bin çavan de rastî muameleya xerab hatin, 4 rojnameger hatin hedefgirtin, 9 rojnameger di girtîgehê de rastî binpêkirinan hatin.
 
Di binpêkirina azadiya raman û derbirinê ya li dijî rojnamegeran de; 7 rojnameger doz li wan vebûn, 26 rojnameger darizandina wan berdewam kir, derbarê rojnamegerekê de lêpirsîn vebû û 2 rojnameger jî rastî zext û sansûrê hatin.
 
Navên hevalên me yên rojnameger ên jin ên heta meha cotmehê hatin girtin ev in; 
 
Lîsteya rojnamegerên jin ên girtî yên heta meha cotmehê 
 
1.Berîvan Altan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
2.Ceylan Şahînlî – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê
3.Derya Ren – Nûçegihana JINNEWS’ê
4.Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
5.Dîren Yurtsever – Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamayê
6.Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsan a Kovara Yuruyuşê
7.Elîf Ungur – Pêşkêşvana Bernameyê
8.Habîbe Eren – Nûçegihana JINNEWS’ê
9.Hatîce Duman – Xwedî û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê
10.Neşe Toprak – Pêşkêşvana Bernameyê
11.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
12.Ozlem Seyhan – Rojnameger
13.Oznur Deger – Nûçegihana JINNEWS’ê
14.Remzîye Temel – Rojnameger
15.Safiye Alagaş – Midûra JINNEWS’ê
16.Sîbel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat
17.Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê
 
Bi vî awayî tê xuyakirin ku heta dawiya meha Cotmehê hejmara rojnamegerên jin ên girtî, bûne 17… Em ji vê derê careke din bang li kesên ku dema nikarin bi girtinan rojnamegeran ji qadan dûr bixînin û bi rêbaza îşkenceyê hewl didin wan bitirsînin dikin ku: rojnamegerên jin heta niha serî li ber we netewandin û dê netewînin jî.
 
Wek Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamayê, ji bona ku hemû rojnameger bi awayekî azad karê rojnamegeriyê bikin, em banga avakirina bingeheke pêkan û serbestberdana rojnamegerên girtî dikin. Rojnamegerî ne sûc e, çapemeniya azad û rojnamegeriya jinê nayên bêdengkirin…
 
Ev dane ji parvekirinên xebatên DFG, CFWIJ, MLSA, TGS, DÎSK Basin Îş û ji ajansan hatine berhevkirin û hejmara herî kêm temsîl dike.” 
 

Sernavên din

24/11/2022
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da
16:35 ‘Şahid’ îfadeya xwe qebûl nekir, Akdag dîsa nehate berdan
16:21 Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje
16:17 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:16 Banqeya Navendî polîtîkaya xwe ya faîzê daxist
16:10 Jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan: Em ê li qadan bin
16:09 Ji Amerîkaya Latîn û Efrîqayê bertekên li dijî êrişên ser Rojava: Divê em bikevin nava tevgerê
15:46 Stranbêj Derya Cengîz ji ber gotina stranekê lêborîn xwest
15:29 ÎHD’ê bîlançoya salekê ya tundiya li ser jinan a bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:16 Li melayê ku destdirêjî li zarokekî kirî 21 sal cezayê hefsê hat birîn
14:32 MKGP: Rojnamegerên girtî di zûtirin demê de berdin
14:22 Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin
14:15 Malbatên girtiyan: Zarokên me tiştekî ku jê poşman bibin nekirine
13:47 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Dûmlûyê: Em zilmê qebûl nakin
13:37 Tê îdiakirin ku polîsan li Bazîdê welatiyek înfaz kir
13:23 Li Êlihê jin ji meşê re amade ne: Em ê dengê xwe bilind bikin
12:52 Malbata Şenyaşar: Nobeta me ya edaletê dê bandora perperokî bike
12:08 Encamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kûrt hatin eşkerekirin
12:07 Partiyên kurd: Yekitiya neteweyî ji duh lezgîntir e
11:40 Ji 47 binçavkiriyên Amedê 9 jê hatin berdan
11:02 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê eşkere bû
10:43 Prof. Norman Paech: Tirkiye Peymana NY’ê binpê dike
10:42 Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Mafê me yê şerkirin û parastinê heye
10:21 Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Dê tu êriş bêbersiv nemînin
09:16 Di hunerê de têkoşîna bi kodên mêr re: Dengê heram li her derê olan dide
09:15 Rojnamevan Oremar: Êdî vegera berxwedana Rojhilat tune ye
09:12 EMEP û TÎP: Li dijî şer û kîmyasalê em ê li kolanan bin
09:09 Dozger ji bo tundiya polîsan got, 'şideteke hevgirtî' ye!
09:08 Ji Mahabad’ê heya Tehranê li kolanan çi dibe?
09:05 Jin vexwendin Meşa 25'ê Mijdarê: Em ê bi felsefeya 'jin jiyan azadî' qadan tije bikin
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev