KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir

  • rojane
  • 09:02 25 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku dewleta tirk li dijî gelê kurd seferberiya qirkirinê daye destpêkirin û got: "Em bi bawer in ku wê daxwaziya ji bo azadiyê bi ser bikeve. Bila gelê kurd jî ji vê re amade be. Ji bo mîsogerkirina Kurdistanê, ji xeynî berxwedanê tu çare nemaye."
 
Dewleta tirk bi hinceta êrişa bombeyî ya li Taksîma Stenbolê ku di 13’ê Mijdarê de hatibû kirin, di şeva 19'ê Mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin deverên Herêma Kurdistana Federe dest bi êrişan kir. Di encama êvan êrişên hewayî yên dewleta tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 11 kes hatin qetilkirin. Êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Di qada navneteweyî de jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê bertek zêde dibin. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamûs êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
'BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA ÇAR PARÇEYAN E'
 
Ahmet Karamûs bal kişand ser girîngiya Kobanê û diyar kir ku bi xwedîderketina li Kobanê ruhek, neteweyî yê berxweder rû daye û wiha axivî: "Berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokî ye. Yek ji berxwedanên herî birûmet e berxwedana Kobanê. Hêzên dijmin li Kobanê seferber bûbûn ku deskeftiyên gelê kurd têk bibin. Di sedsaliya Peymana Lozanê de dijmin careke din dixwaze vê peymanê zindî bihêle û deskeftiyên Kurdistanê tên di vî sedsalî de bi dest xistine têk bibe. Lê gelê Kurdistanê li dijî vê hişmendiya sedsalane li Kobanê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Bê şik û bêgûman li ku dera Kurdistanê xisareteke li dijî gelê kurd pêk bê wê çar perçeyên Kurdistanê bandor bibe. Bi vî rengî tê nirxandin. Li Kobanê gelê kurd biryar dabû; heta dilopeke xwîn di laşê wan de hebe dê li hemberî êrîşên li ser deskeftiyên gelê kurd li ber xwe bidin. Berxwedana Kobanê bû berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran cangorî mil bi mil li hemberî êrîşên dewletên dagirker berxwedaneke dîrokî dan. Di goristana Kobanê de ji her çar parçeyên Kurdistanê û her aliyê cîhanê kesên bi hestên neteweyî li ber xwe dane hene. Berxwedana Kobanê dîmena Yekitiya Neteweyî bû. Berxwedana Kobanê bû destaneke dîroka azadiyê. Kobanê ne tenê ji gelê kurd re girîng bû, ji tevahiya cîhanê re ciheke girîng e. Ji ber ku ew kesên Kobanê diparastin hêzên azadîxwaz, demokrasîxwaz bûn. Lê gelê kurd bi hebûna xwe, axa xwe, rûmeta xwe û bi helwesta xwe ya neteweyî berxwedaneke neteweyî nîşan da. Rizgarkirin û azadkirina Kobanê têkbirina hêzên DAIŞ'ê û cîhadîst bû. Em baş dizanin kesên ku piştgirî û hêz dida van hêzên hov dewleta tirk û Erdogan bûn. Lê gelê Kurdistanê herikî ber bi Kobanê ve û dîrokeke nû nivîsand. Berxwedana Kobanê li hemberî têkbirina DAIŞ'ê, îslamîstan, radîkalîstan û dewletên kolonyalîst bû."
 
'DIXWAZIN PEYMANA LOZANÊ NÛ BIKIN'
 
Karamûs bi lêv kir ku bi êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistan tê armanckirin ku peymana Lozanê bê nûkirin û wiha domand: "Berxwedana Kobanê ruhê yekîtiya neteweyî derxist holê. Kobanê di dîroka cîhanê de jî bû keleha berxwedanê. Wê berxwedanê derfetên dîrokî ji bo Kurdistanê çêkirin. Tehemûla dewletên kolonyalîst di serî de rejîma Erdogan û diktatoriya dewleta tirk ji yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê nebû. Roja ku Kobanê serkeftineke neteweyî bi dest xist dewletên li dijî mirovahiyê tehemûla wê nekirin. Ji wê rojê heta îro her gefên dewleta tirk li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî jî Kobanê hebûn. Tehemûla wî ji deskeftiyên Kurdistanê re nebû. Bi her şêwazî di asta leşkerî de, dîplomasî de û aborî de hewl da ku hebûna Kobanê ji holê rake. Ew deskeftiyên gelê kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî bi dest ketin, xwest wan ji holê rake. Li ku derê hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz hebin dewleta tirk ew der ji xwe re kiriye hedef û êrîş dike. Ew dixwazin statuya Lozanê ku wan bi dest xistiye nû bikin. Ji bo vê jî çi ji destê wan bê wê, êrîşî deskeftiyên gelê kurd bikin. Êrîşên ku di roja 19'ê Mijdarê de berî guftugoyê li ser sedsaliya li Lozanê dest pê kir hilbijartina wê rojê ji bo me manîdar e. Dewleta tirk dixwaze peyamekê bide hem gelê kurd hem jî gelê cîhanê. Peymana Lozanê sedsal beriya niha hatiye tomarkirin hin pê qayil nabe û dixwaze sînorên xwe hin bêtir berfirehtir bike. Li ku derê serkeftineke gelê kurd hebe dixwaze wan ji holê rake." 
 
'ME SEFERBERIYA YEKITIYA NETEWEYÎ ÎLAN KIR'
 
Karamûs anî ziman ku dewleta tirk ji bo ku deskeftiyên gelê kurd ji holê rake hebûn û nebûna xwe derxistiye holê û wiha berdewam kir: "Êrîşên li ser herêma Şehba, Kobanê,herêma Cizîrê ji Efrînê bigirin û heta li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê bi sedan balafiran êrîşî qadên azad dike. Êrîşên qirkirina gelê kurd pêk tîne. Li dijî hemû qadên ku bi xwîna şehîdan hatine azadkirin û rizgarkirin êrîş dane destpêkirin. Ji bo ku 70'ê mîlyon kurd negihijin heq û hiqûqê xwe êrîş dike. Bêgûman ev êrîş bi hevkariya her çar dewletên kolonyalîst pêk tê. Tenê di nava 24 seatan de dewleta dagirker zêdetirî hezar û 300 êrîş li devera Şehbayê heta ku bigihije Kobanê êrîş kir. Deverên ku nexweşxane, dibistan hene û deverên ku ji bo ku civak pêwîstiyê xwe pêk bîne di bin êrîşa dewleta tirk de ne. Armanca dewleta tirk li dijî gelê kurd qirkirineke moderne. Ew rihê ku li Kobanê derketiye holê wê li berxwe bide û wê berxwedana xwe bidomîne. Ji ber ku ji berxwedanê pêvetir tu çareyê gelê kurd nema. Em ji bi biryarin heta ku dilopeke xwînê laşê me de bimîne em ê berxwe bidin. Em ê bi vî rihî serbikevin. Me banga xwe ji NATO,Emirîkî Rusya,Yekitiya Ewrupa kiriye ku pêwîste ew soz û peymanên ku dane gelê kurd pêk bînin û xwe bêdeng nekin. Erka her saziyeke Kurdistanê heye ku xwe bêdeng neke. Me weke KNK seferberiya Yekitiya Netewî îlan kiriye ku em ê berxwe bidin û çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
'ÊRIŞ JI ALIYÊ ÇAR DEWLETÊN KOLONYALÎST VE HAT DESTPÊKIRIN'
 
Hevserokê KNK'ê Karamûs da zanîn ku di şexsê Rojavayê de ev êrîş li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ne û got: "Ev êrîş ne tenê li dijî hêzekî, rêxistinekî û yan jî partiyekî ye. Ev li dijî gelê kurde. Ev êrîş li dijî deskeftiyên gelê kurde. Ji dijmin re ne girînge ku kîjan partiye. Divê ku em baş bizanin ku êrîşên dewleta tirk hemû li dijî gelê kurd in. Di heman demê de dagirkeriya Îranê jî dest bi êrîşan kiriye. Ev êrîşe ji aliyê van her çar dewletên kolonyalîst hatin destpêkirin ku firset nedin serkeftinên gelê kurd. Bila tu kes xwe nexapîne. Ev êrîş ne li dijî PYD'ê ne, ev êrîş ne li dijî YPG'ê ne û ev êrîş ne tenê li hemberî QSD'ê ne û gerîlla ne. Ev êrîş li dijî her çar perçeyên Kurdistanê ne. Divê ku em van êrîşan bi vî rengî bibinîn û bixwînin. Heger îro hêzên berxweder bên tasfiye kirin deskeftî û statû ne ji Rojava dimîne, ne li başûr, ne li bakur û ne jî Rojhilat dimîne. Ew kesê ku pêvajoyê wisa nexwîne û bi hestiyarî tevnegere bê şik wê dîrok wan tu caran efû neke. Hûn îro bi dijmin re hevkariyê bikin jî, dema ku ew armancê xwe pêk anî wê te jî ji holê rabike. Heke Hikûmeta Kurdistanê,PDK van êrîşan li dijî xwe nebîne di nav xefletekî de ye. Heke îro em bi riheke netewî dernekevin û deskeftiyên xwe neparazin em tu caran nikarin biparêzin. Heke Rojava dest biçe wê başûr jî dest biçe, deskeftiyên Rojhilat jî dest biçin. Di nava diyalog û helwesteke netewî de divê em van êrîşan tomar bikin." 
 
'JI BERXWEDANÊ PÊVTIR ÇARE NEMA YE'
 
Karamûs diyar kir ku dem dema xwedîderketina li Rojavayê ye û ev bang li gelê kurd kir: "Li Stalîngard li hemberî Naziyan,Hîtleran û faşîzmê berxwedaneke mezin hat dayin. Stalîngard a kurdan jî Kobanê ye. Kurdan ev nav zêdetirin heq kiriye. Ji ber Kobanê bûye sembola azadiyê, demokrasiyê, aşitiyê. Kobanê rûmeta gelê kurde. Heger Stalîngard sala 1945'an de pêk hatiye Kobanê di sala 2016-17'an de pêk hatiye. Kobanê bûye semboleke netewî. Kobanê bûye cihê ku Erdogan têk çûye ye. Divê ku em li Kobanê xwedî derkevin û tenê nehêlin. Em bi hêvî ne ku ew hêzên ku naxwazin hêzên ku serê mirovahiyê bûne bela û serê mirovan bi saxî jê dikin li hemberî wan piştgiriya Kurdistanê bikin. Gelê kurd xwedî îradeye û bi biryare. Ji ber ku em êrîşî tu kesî nakin, em mafê tu kesî binpê nakin, em xaka tu kesî dagir nakin em dixwazin weke gelê Kurdistanê bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe û dîroka xwe li ser axa xwe bijîn. Em ji bo vê şer dikin. Me kesek nekuştiye, kesek qirkirinê re jî derbas nekiriye. Em bi bawerin ku wê daxwaziya azadiyê bi serbikeve. Bila gelê kurd jî ji vê re amade be. Ji bo mîsogerkirina Kurdistanê ji xeynî berxwedanê tu çare nema ye." 
 

Sernavên din

27/11/2022
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt