Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da

  • rojane
  • 10:21 25 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Rojnameger Zeynep Boran diyar kir ku Rûsyayê li hemberî veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişa li dijî Kobanê da Tirkiyeyê û wiha got: “Tirkiye heke êrişeke bejahî pêk bîne, dê encama ku dixwaze bi dest nexe.”
 
Tirkiyeyê bi hinceta teqîna li Cadeya Îstîklalê ku gelek dane hene ku ji hêla hêzên paramîlîter ên weke OSO’yê ve hatiye kirin, li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke berfireh da destpêkirin. Piştre jî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got ku dê li dijî herêmê ji hêla bejahî ve jî êrişekê bidin destpêkirin. Têkildarî mijarê hêzên navneteweyî yên mîna DYA û Rûsyayê daxuyaniyên weke “Em bifikarin” dan û li hêla din jî Rêveberiya Xweser jî peyama berxwedanê da. Rojnameger Zeynep Boran ku herêmê ji nêz ve dişopîne, têkildarî êriş û geşedanên li herêmê bi ajansa me re axivî. 
 
Rojnameger Zeynep Boran da zanîn ku konsepta erişê bingeha xwe ji civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya di 26’ê gulanê de û ji Lûtkeya Tehranê digire û wiha got: “Erdogan, bi Lûtkeya Tehranê re ‘Tifaqa qirêjî’ berfireh kir û piştî civîna MGK’ê jî gefên dagirkirina Rojava bêhtir xist rojevê. Li pey van gotinan jî êrişên bi ÎHA û SÎHA’yan ên li dijî xeta sînor a Rojava destpêkirin ku sivîl dihatin hedefgirtin. Lê ev êriş jî besî Erdogan nebûn ku hewl dide hebûna xwe li ser xwîna kurdan didomîne. Ji ber ku ew jî dizane ku bi kuştin û komkujiyan nikare şoreşa Rojava tesfiye bike. Tam li vê derê zîhniyeta ku digot; ‘Dê sê kesan bişînim Sûriyeyê, fûzeyan pê bidim avêtin û hinceta şer derxînim’ kete dewrê û bi destê çeteyan li Taksîmê êriş pêk anîn. Berevajî gotinên Soylû, birayê Ahlam El Beşîr girêdayî OSO’yê ye. DAIŞ bi destê dewleta tirk ava dibe û çeteyên OSO’yê jî li gorî fermanên MÎT’ê tevdigere. Dewleta tirk ku di qada navneteweyî de teşhîr bûye, êdî nikare van çeteyan kontrol bike.”
 
‘RÛSYAYÊ DESTÛRA ÊRIŞA LI DIJÎ KOBANÊ DA’
 
Zeynep Boran, bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên dewletê ku ji ber teqîna li Taksîmê YPG/YPJ’ê tawanbar dikin û wiha pê de çû: “Lê PKK, PYD û HSD’ê ev îdia derewandin. Her wiha Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî da zanîn ku 3 birayên faîla teqînê dema ji bo DAIŞ’ê şer dikirin hatine kuştin. Di mijara êriş û komkujiyên li dijî Rojava de DYA û Rûsyayê dîsa xwe li bêdengiyê danîn. Bi daxuyaniyên mîna her carê hewl dan berpirsyariyê li ser xwe rakin. Van hêzan her tim berjewendiyên xwe esas girtin.e Li hemberî dexlê ku li bendergehên Ûkraynayê hatiye komkirin derbasî Ewropa û welatên din bikin, ji Rûsyayê hewl dan destûra êrişa li dijî Rojava bigirin. Di hevdîtinên Astanayê de dewleta tirk û Rûsyayê biryar dan ku çeteyên HTŞ’ê li Idlib, Efrîn û Cerablusê serwer bikin. Her wiha li gorî agahiyên çavkaniyên pêbawer, mehek berê MÎT’ê li Efrînê bi serokên OSO’yê re civîneke veşarî kir. Piştî civînê jî MÎT’ê bi piştgiriya Rûsyayê HTŞ li Efrînê bi cih kir. Bi şertê qebûlkirina vê rewşê ji hêla komên çete yên OSO’yê ve jî Rûsyayê destûra êrişa li dijî Kobanê da. DYA jî ji bo berjewendiyên xwe di nava helwestekî wisa de ye ku kurdan biterikîne.” 
 
‘DIBE KU ÊRIŞA BEJAHÎ DEST PÊ BIKE’
 
Boran, destnîşan kir ku Tirkiyeyê xwest bi êrişa li dijî Qerqamişê bingeha êrişeke bejahî amade bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Balkêşe ku ev dibistana ku tê gotin hatiye topbarankirin, beriya niha hatibû valakirin û veguherandine baregeha leşkerî. Ji ber ku nêzî sînor e, çeteyên OSO’yê û MÎT’ê li vir xebatên bikoordîne dimeşandin. Anku navenda îstîxbaratê ye. Bi êrişa li Taksîmê re starta êrişên li dijî Rojava dan û dibe ku bi êrişa li Qerqamişê re jî êrişa bejahî bidin destpêkirin.”
 
‘DIXWAZIN LI DORA RÊVEBER XWESER ÇEMBEREKE REŞ AVA BIKIN’
 
Bi domdarî Boran da zanîn ku bi destpêkirina êriş û gefên li dijî Rojava re hemû komên çete yên li Efrîn, Marê, Ezaz û El Babê ketine nava liv û tevgerê û wiha got: “Piştî ku MÎT’ê wesayîtên bizirx 3u çekên giran ên di destê koma çete ya Ceys El Îslamê de û noqteyên li navenda Efrînê radestî çeteyên HTŞ’ê kirin, çirûska rageşiyê hat vêxistin. Lê MÎT kete dewrê qaşo ku HTŞ’ê xwe vekişandiye nîşan da. Piştre jî HTŞ di bin navê çeteyên Ehrar El Şam, Tûgaya Semerkantê û Sûltan Mûrat de gav bi gav li Efrînê bi cih bû. Ev bicihbûne hêj niha jî didome. Dema em li cihên ku HTŞ di vê meha dawî de lê bicih bûye dinihêrin, dibînin ku dewleta tirk hewl dide bi destê van çeteyan li dora Rêveberiya Xweser çembereke reş ava bike.”
 
‘GEL DÊ LI BER XWE BIDE’
 
Têkildarî êrişên îxtîmalî û sekna kurdan a li dijî erişan de jî Boran ev tişt anî ziman: “Di serî de gelê kurd, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûyê rast ê dewleta tirk û armancên wê dîtin. Gelê ku ev demekî dirêj e di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de amadekariyan dike, xwedî wê berxwedêriyê ye ku bersivê bide hemû cureyên êrişan. Weke ku Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî jî anî ziman, dê encamên vê êrişê mîna encamên êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nebin. Berevajî vê dê şer li seranserî sînor belav bibe. Êriş herî zêde li dijî Kobanê hatin kirin. Ev yek tiştekî jiberxweve nebû. Weke ku tola DAIŞ’ê hilînin tevgeriyan. Di serî de Kobanê, li dijî hemû kanton û gundên Rojava êrişên dewleta tirk zêde dibin. Her kesê ku li dijî van êrişan bêdeng dimîne û nekeve nava liv û tevgerê, dê dîrokê de weke şirîkê vî sûcê qirkirinê bê bîranîn.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

27/11/2022
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt