Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir

  • jin
  • 14:34 25 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li Cizîr û Wanê li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan, bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin li Cizîrê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn û pankarta “Jin Jiyan azadî; Li dijî faşîzm û qirkirina ser jinan dem dema azadiya jinan e” vekirin. Jin, ji Cadeya Orhan Dogan heta Hala Zebzeyan meşiyan. Polîsan li vir pêşî li jinan girt û astengkirin. Dema jinan xwestin bimeşin jî hatin derbkirin û binçavkirin. 
 
Di dema binçavkirinê de jinan bi dirûma “Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan. Piştre jî tevî hemû astengkirinên polîsan jî Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” meşiya. Di dema meşê de Uca axivî û wiha bertek nîşanî êrişa polîsan da: “Îro, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî ye. Lê we careke din êrişî jinan kir. Dê roj were û faşîzm têk biçe.” 
 
Jinên ku hatin binçavkirin, derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê hatin kirin. 
 
Navên kesên hatine binçavkirin ev in: “Hevseroka HDP’a Hezexê Evîn Erden, Rêveberên HDP’a Elkê Berîvan Temel, Muzeyyen Rustemoglû, Hevseroka HDP’a Elkê Zarîfe Boran, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Nebîha Akay, Nebahat Îşçî, Necat Kuçuk, Hevseroka HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît, Hevşaredariya Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin Berîvan Kutlu, Hevseroka HDP’a Qilebanê Zîlan Yaman, Hevseroka  HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag, aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç, Hevseroka Partiya Kesk û Çep a Pêşerojê ya Hezexê Elfesya Nas, Hevseroka HDP’a Silopiyayê Asûman Kulter, Endamên Meclisa Şaredariya Silopiyayê Garîbe Gezer, Fehîme Sarûhan, Rêvebera HDP’a Cizîrê Songul Kuçuk, Elîf Oruç û 2 ciwanên ku navên wan nehatin hînkirin.” 
 
Hat zanîn ku endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Nebahat Îşçî ku di dema binçavkirinê de birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 
 
LI WANÊ TUNDIYA POLÎSAN 
 
Li Wanê jî jinan xwest bi pêşengtiya TJA’yê meşekî li dar bixin. Bi vê boneyê jî li pêşiya avahiya HDP’a Wanê hatin ba hev. Jinên ku li vê derê rastî astengkirinên polîsan hatin, bi dirûma “Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan. Jinên ku derketina wan a ji avahiya partiyê hat astengkirin, diyar kirin ku di meşê de biisrar in. Li ser vê yekê jî polîsan bi bombeyên gazê êrişî jinan kir û bi mertalên xwe jin derb kirin. Ji ber bombeyên gazê, jinek li ser hişê xwe çû. 
 
Jinên ku êrişa polîsan li pêşiya avahiya partiyê protesto kirin, heta demekî sekinîn. Di vê navberê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan bertek nîşanî astengkirin û êrişên polîsan da û wiha got: “Jin, ji hêla polîsên mêr-dewletê ve tên derbkirin. Dixwazin ku em li hemberî wan serî bitewînin lê bi tu awayî em serî natewînin. Em ê nehêlin ku hûn serdestiya xwe ya li ser jinan bidomînin û dê qebûl nekin. Em ê li her deverê li dijî tundiyê têbikoşin.” 
 
Piştî axaftinê jî jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
LI AGIRIYÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Jinên Agiriyê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li pêşiya rêxistina HDP’a Agiriyê hatin ba hev. Polîsan nehiştin ku jin daxuyaniyê bidin û êrişî jinan kirin. Di encama êrişa polîsan de Endama MYK’a HDP’ê Hatîce Akdag, Endama Meclisa Giştî ya HDP’a Bajar Dîlek Karataş, Hevseroka DBP’a Agiriyê Melîke Ozmuş û jinên bi navên Songul û Leyla ku paşnavên wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin, derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê hatin kirin. 
 
Berfirehiya nûçeyê tê... 
 
 

Sernavên din

27/11/2022
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir
15:29 Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin
14:49 HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin
14:34 Di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê de polîsan tundî li jinan kir
14:17 Komîna Tevna Jînê strana bi navê “Jîna’yê” strand
14:15 Jin li qadan e: Li dijî tundiyê peyamên têkoşîna hevpar
12:53 Bi pankartan êrişên hewayî şermezar kirin
12:37 Jinan li Mêrdînê got: Me carekê tovê jiyanê li vê xakê reşandiye û dê têkoşîna her bidome
12:17 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in
12:08 Li Eskîşehîrê xwendekar hatin binçavkirin
12:07 Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide
12:02 Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin
11:18 Li Mêrsînê 15 kes hatin binçavkirin
11:07 Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin
10:44 Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
10:43 Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin
10:30 Platforma Yekitiya Jinan: Jinan serî netewandin, pêşengtiyê dikin
10:21 Rojnameger Boran: Rûsyayê bi berdêla veguhestina HTŞ’ê li Efrînê, destûra êrişê da
09:15 Prof. Dr. Aktar: Gava mesele hat ser kurdan konsensusa neteweyî çêbû
09:13 Min tirs danî aliyekî û çûme Rojhilat û Îranê
09:05 Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e
09:04 ‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike'
09:02 KNK: Me seferberiya yekitiya neteweyî îlan kir
09:01 Akademîsyen Zebarî: Ev komîsyon ji bo hilweşandina rejîma Erdogan belgeyeke mezin e
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
24/11/2022
22:32 Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:31 Agir bi konê koçeran ket: Zêdetirî sed heywanên wan mirin
21:27 Li Farqînê polîsekî xwe kuşt
18:59 Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:53 ‘Faşîzma AKP-MHP’ê nikare têkoşîna me têk bibe’
17:49 Têkildarî mirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hate dayîn
17:01 Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê pirsa kîmyasalê bêbersiv hişt
16:41 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Rihayê da