Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin

  • rojane
  • 09:35 28 Mijdar 2022
  • |
STENBOL - Berdevka Demê ya SMF’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku dê encamên êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran bin û wiha got: “Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedan û têkoşînê mezin bikin.” 
 
Dewleta tirk bi hinceta teqîna di 13’ê mijdarê de li Taksîmê hatiye kirin, di 20’ê mijdarê de dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev êriş hem ji hêla bejahî û hem jî ji hêla hewayî bênavber didomin. Di encama van êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin û dibistan û nexweşxane hedef hatin girtin. Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Berdevka Demê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Stenbolê Dilşat Canbaz têkildarî êrişan bi ajansa me re axivî. 
 
AKP-MHP'Ê PÊŞNÛMEYA LÊKOLÎNÊ RED KIR 
 
Dilşat Canbaz bal kişand ser daxuyaniyên nûnerên desthilatdariyê yên hevnegirtî yên piştî teqînê û wiha got: “Tiliya desthilatdariyê di êrişê de heye. Piştî teqînê, êriş dest pê kirin û ev jî bi boneya hilbijartinê hatin kirin. Jixwe desthilatdarî beriya her hilbijartinê şer sor dike. HDP’ê ji bo lêkolînkirina teqîna Taksîmê pêşnûme da Meclisê lê AKP-MHP’ê red kir. Xuyaye ku li pişt teqînê planên cuda hene. Ev şer, li dijî gelê kurd, baweriyên herêmê, kêmnetewe, jin û destkeftiyên wan in. Ev desthilatdarî, xwe bi şer, xwîn û cenazeyan li ser pêyan digire.” 
 
HELWESTA MUXALEFETÊ 
 
Bi domdarî Canbaz qala tezkereyên ji bo êrişên derveyî sînor kir û ev tişt anî ziman: “Partiyên muxalefetê piştgiriyê didin van tezkereyan. Dema mijar bû şer, xwîn û nîjadperestî, her kes di dest de al li pêşiya her kesî dimeşe. Dema mijar bû kurd, jin, kedkar û bindest, hemû kes li hev dike. Bêguman pêdiviya wan bi dengên kurdan heye û dema ji bo ‘hevhelalkirinê’ tên, dê planên kurdan jî cuda bin. Hinek kes şer dikin, dagir dikin û dê cenaze werin û hûn jî dê vê qebûl bikin lê piştre jî dê qala ‘hevhelalkirinê’ bikin. Gelê kurd bi van gotinan naxape.” 
 
'DÊ BEDELA WÊ GIRAN BE’ 
 
Di berdewamê de Canbaz got ku heke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke berfireh bê kirin, dê encamên wê giran bin û wiha domand: “Rojava, bi bedelên giran hat avakirin. Bi pêşengtiya jinan xweserî hat ragihandin. Heke êrişeke berfireh bê kirin, dê gelên Rojava jî û gelên Tirkiyeyê jî bedelekî giran bidin. Lewma jî di vî şerî de kesek bi ser nakeve. Tifaqa Ked û Azadiyê dê li dijî van polîtîkayên şer her tim jiyanê biparêze. Dijderketina li dijî van êrişan, peywira welatparêz û sosyalîstan e. Weke tifaqê em ê li gelek deveran bi gel re hevdîtinan bikin û vê mijarê vebêjin.”
 
‘EM JIYANÊ Û DESTHILATDARÎ JÎ MIRINÊ DIPARÊZE’ 
 
Canbaz, anî ziman ku dibe “kaosa” di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdara 2015’an de dîsa bê dubarekirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku ev pêvajoya dîsa dubare nebe, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Êrişên dawî, bi xwe re xetereya şerê navxweyî dihewîne. Tecrîd îro tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Li her deverê berbelav bûye. Ji bo bidawîkirina vê rewşê jî tekane rê destpêkirina pêvajoya çareseriyê û bidawîkirina tecrîdê ye. Lê desthilatdarî ne li gel vê ye. Desthilatdarî şer û mirinê, em jî jiyanê diparêzin. Ne desthilatdarî û ne jî muxalefet çareseriyê bo xwe nakin xem. Starta hilbijartinê bi şer dan destpêkirin. Lewma divê em tecrîdê bi dawî bikin û berxwedan û têkoşînê mezintir bikin. Divê her kes li dijî şer, zilm û dagirkeriyê xwedî helwest be û bertek nîşan bide.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 

Sernavên din

30/11/2022
09:02 Li Bokanê di 5 rojan de 11 welatî hatin kuştin: Em ê ji bo pêşeroja xwe venekişin
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:33 Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin
29/11/2022
20:40 Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin
19:35 DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin
18:26 Civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dawî bû
17:11 OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da
17:03 Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye
16:40 Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê
16:40 Danişîna Osman Şîban hat lidarxistin
16:35 Êrişên li dijî Rojava bi nivîsên li ser dîwaran şermezar kirin
16:30 Li Edeneyê 8 kes hatin berdan
16:15 Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin
16:08 TJA'yê binçavkirina jinan protesto kir
16:03 ‘Divê kes û saziyên îhmala wan heyî bên tespîtkirin’
15:58 Ji binçavkiriyên Manîsayê 7 jê hatin berdan
15:48 Serhildana Îranê di roja 73’emîn de ye
15:31 Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma
15:28 Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin
15:15 HSD: Li Qeremoxê nexweşxane hat bombebarankirin
15:12 Kişanak ji şandeya dadgehê re got: Hûn çima evqas ditirsin?
15:12 Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike
14:36 Sancar: Armanca wan a stratejîk ew e ku kurdan bêstatû bihêlin
13:31 Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
13:15 Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin