Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye

  • rojane
  • 09:05 30 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL-  Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz diyar kir ku DYA'yê bi helwesta "Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin" rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekiriye û tekane tirsa DYA û Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Kurdistana Federe û Şengalê ji 20'ê Mijdarê ve didomin. Pispora Rojhilata Navîn Arzû Yilmaz êrişên Tirkiyeyê û helwesta DYA û Rûsyayê nirxandin. 
 
TÊKILIYÊN DYA-RÛSYA-TIRKIYEYÊ 
 
Yilmaz diyar kir ku Tirkiye ji zû de ye amadekariyên êrişên li dijî Rojavayê kiriye û îtirazên DYA û Rûsyayê yên li dijî êrişan jî îtirazên aktîtîkî û konjukturî ne. Yilmaz bilêv kir ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û DYA'yê de pirsgirêkine binyadî ne û di warê Rojava de Tirkiye û DYA wekhev nafikirin û ev yek ne sedema van pirsgirêkan, encama wan e. Yilmaz destnîşan kir ku DYA heya niha di warê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava de li gor konjukturê hin fikar dane der û wiha got: "Em dibînin ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê ji sala 2015'an ve veguherîne têkilînî stratejîk. Tirkiye di 6 salên dawî de ji bo êrişî Rojavayê bike gelek hevdîtinan pêk tîne. Lê şerê li Ûkraynayê û xwepêşandanên li Îranê, avakirina hikûmeta Iraqê, hilbijartinên li Amerîkayê û endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya ji bo NATO'yê, bazariya di navbera Tirkiye û Rojavayê (ya cîhanê) de bi derengî xist." 
 
TIFAQÊN NÛ TÊN AVAKIRIN
 
Yilmaz da zanîn ku bi "bihara ereban" re li Rojhilata Navîn tifaq ji hev veçiriyane û ev tifaqên ku di deh salên dawî de ji hev veçiriyane cardin hewl didin bên çêkirin. Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Niha li Rojhilata Navîn tifaqine nû tên avakirin. Diyarkirina aliyan, nexasim Tirkiye, hem ji bo rojavayê hem jî ji bo Amerîkayê pir girîng e. Lewma Tirkiye di pêvajoyeke wisa de, ber bi pêvajoyeke ku sînorên polîtîkayên xwe yên maksîmalîst test dike ve diçe. Gava di dawiya vê yekê de ev tifaq ji nû ve çêbibin, ev dê ji bo polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê avantjek be yan na, em ê bibînin." 
 
HELWESTA DYA'YÊ
 
Yilmaz helwesta DYA'yê ya ji bo êrişên Tirkiyeyê jî rexne kir û wiha domand: "Xwerêveberiya li Rojavayê li seranserê cîhanê tê qebûlkirin, lê DYA ji modela xwerêveberiyê wêdetir, radibe têkoşîna Rojava ya li dijî DAIŞ'ê berbiçav dike. Yanî me heya niha ji bo xwerêvebirina gelên Rojava tu alîkarî nedîtine." 
 
FIKARA JI BO EWLEHIYÊ!
 
Yilmazê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên DYA'yê ku gotibû "Em fikarên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê fêm dikin" û wiha pê de çû: "DYA, bi daxuyaniya xwe ya vê dawiyê ya têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bal kişand ser fikara ji bo ewlehiya Tirkiyeyê.Ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye? Qey heya niha êriş li dijî Tirkiyeyê çêbûne? Jixwe hat fêmkirin ku tu eleqeya êrişa li Kolana Îstiklalê bi PKK û YPG'ê re tune ye. Tew Mazlûm Kobanê got, tu eleqeya wan bi êrişa li Dîlokê jî tune ye. Nexwe ev fikara ji bo ewlehiya rewa çi ye? Yek; tirsa ku li Rojavayê modeleke xwerêveberiyê bê avakirin. Li hemberî vê jî ji nû ve pêkanîna serdestiya Şamê ya li seranserê Sûriyeyê. Dudu; DYA carinan bi bêdengiya xwe carnan jî bi şermezarkirinên xwe yên dorê li Tirkiyeyê najidîne, pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê vedike. Sedema vê jî, xwerêveberiya li Rojava ye ku ji bo xwe wekî xetereyekê dihesibîne." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

02/12/2022
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'