TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand

  • jin
  • 11:36 30 Mijdar 2022
  • |
img
ÊLIH - Aktîvîstên TJA’yê bertek nîşanî êrişên polîsan ên di dema çalakiyên di 25’ê Mijdarê de li dijî jinan hatine kirin û biryara binçavkirina 50 jinan dan û wiha gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji berxwedana jinan a li Îranê bi pêşengtiya jinan mezin dibe tirsiya, jin kirin hedefa xwe. Yekitiya jinan, desthilatdarî tirsand.” 
 
Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li gelek bajaran jin daketin qadan û bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Di demekî ku ev tundî hêj di rojevê de, îcar jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiayên “Rêvebertiya rêxistinê, “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê” û “Fînansmaniya rêxistinê kiriye” lêpirsîn da destpêkirin û li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Îfadeyên şahidên eşkere û nepen û raporên MASAK’ê yên têkildarî encama lêkolînên ser materyalên dijîtal ên di dema serdegirtinên malan de hatibûn bidestxistin, weke hinceta lêpirsînê hatin destnîşankirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser gelek malan de girtin û heta niha 16 jin hatine binçavkirin. 
 
Jiinan, tundiya dewletê ya li dijî jinan ku roj bi roj zêdetir dibe nirxandin û gotin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji şoreşa jinan a li Îranê roj bi roj mezintir dibe ditirse lewma jinan hedef digire. 
 
DI ÇALAKIYÊN PROTESTOKIRINA TUNDIYÊ DE TUNDIYA DEWLETÊ 
 
Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gîzem Ogûrlû diyar kir ku tundiya desthilatdariyê ya li dijî jinan roj bi roj zêdetir dibe û wiha got: “Tevî hemû êrişan jî jin paşvegavê naavêjin. Ev yek jî wan bêhtir êrişkar dike. Tiştên di 25’ê Mijdarê de qewimîn, mînakeke herî şênber a tundiya mêr-dewletê bû. êrişî jinên li dijî tundiyê daketin qadan kirin. Li erdê hatin kaşkirin, tundî lê hat kirin. Dema jinan tundiya zilaman protesto dikirin, rastî tundiya dewletê hatin. Hema hema ev tundî li tevahiya jinên daketin qadan kirin. Vê jî besî desthilatdariyê nekir ku derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Hevalên me yên jin di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Jin, li dijî desthilatdariya ku destkeftiyên jinan hedef digire li ber xwe didin. Jinan ji bo van destkeftiyan bedel dan. Nabe ku em li dijî tundiya mêr-dewletê paşvegavê biavêjin. Ev bêrêzî ye. Lewma jî jinan qada têkoşînê neterikandin. Em ê neterikînin jî. Li her deverê dema jin paşdegavê diavêjin, tundiya zilam zêdetir dibe. Lewma jî divê em têkoşîna xwe bêhtir xurt bikin.” 
 
'EW JÎ DIZANIN KU JIN NATIRSIN’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Gulcemal Erdînç jî destnîşan kir ku desthilatdarî her ku qels dibe bêhtir êrişkar dibe û wiha domand: “Desthilatdariya ku tehemûla berxwedanan jinan a di 25’ê Mijdarê de nekir, derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Desthilatdarî ji berxwedana jinan ditirse û bêhtir êrişan dike. Li her devera cîhanê bi pêşengtiya jinan berxwedan pêş dikeve. Desthilatdarî ditirse ku berxwedana piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê bi pêşengtiya jinan pêş ketî li vir jî belav bibe. Pratîkên rejîma molayan û ya desthilatdariya AKP-MHP’ê heman in. Lê çi bikin jî dê di demekî nêz de têk biçin. Lewma ewqas êrişkar tevdigerin. Ew jî baş pê dizanin ku tu desthilatdarî û rêveberiyên faşîst nikarin xwe li ber berxwedana jinan bigirin. Jin ne ji mirinê û ne jî ji binçavkirinan ditirsin.” 
 
'EM Ê DEV JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN’
 
Têkildarî mijarê aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Tevî îşkence, binçavkirin û astengiyan jî jin di 25’ê Mijdarê de daketin qadan. Li pêşiya têkoşîna jinan tu sînor nînin. Jinên ku li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ civiyayîn pir mezin li ber xwe didin. Di sedsala jinan de ev berxwedan li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê aj da. Jin, li her devera cîhanê li ber xwe didin. Qêrîna jinên ku îro li Êlihê rastî tundiyê tên, ji bo jinên li dûvê din ê cîhanê bûye sedema têkoşîne. Yekitiya jinan, desthilatdariyan ditirsîne. Lewma jî jinan dikin hedef. Lê çi bikin jî dê jin berxwedana xwe bidomînin. Em ê ji ber binçavkirin, girtin û îşkenceyan dev ji destkeftiyên xwe bernedin.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

02/12/2022
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin
09:05 Seqiz: Gelên Îranê cara yekemîne bi gelê kurd re mil bi mil têdikoşe
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/11/2022
23:00 Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin
20:52 18 jinên hatin binçavkirin anîn Enqereyê
20:33 Şideta polîsan û binçavkirina jinan şermezar kirin
20:16 Çawîşekî pispor mir
18:57 Cenazeyê Çekdar Gabar piştî 185 rojan hat veşartin
18:40 Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
16:29 Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan
16:28 Jinan giliyê polîsên ku tundî li jinan kiribûn kirin
16:27 HDP ji bo kêmtirîn mûçeyê kampanya dide destpêkirin: Bila herî kêm 12 hezar û 500 TL be
15:51 Ji bo Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê pêşniyar qanûnek hate pêşkeşkirin
15:40 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin
15:23 Êrişên Tirkiyeyê di roja 10’an de berdewam dikin
15:00 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Veysî Aktaş serlêdan kirin
14:41 Li Efxanistanê teqîn: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:37 Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
14:24 Cenazeyê Acar piştî 185 rojan radestî malbata wî hate kirin
14:21 Kongra Star bang li CPT’yê kir: Berpirsyariyên xwe pêk bîne
14:20 KESK dê mitînga ‘Em ne hilbijartinê budçeyê dixwazin’ li dar bixe
14:11 KCD'ê û DBP'ê ji bo ‘tifaqê’ serdana PDK-T’yê kir
13:56 Ji Fîncani re qertên piştevaniyê şandin: Em bi têkoşîna wê ya heqîqetê serbilind in
13:53 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 632’yan de didome
13:51 Faîlê ku ji 'êrişa zayendî' dihat darizandin beraet kir
13:43 Li Wêranşarê daxwaza girtina ‘bersûcê îstîsmarê’ hat redkirin
13:31 Li Cizîrê kesek di wesayîta xwe de kuştî hate dîtin
13:11 Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê yên li Îranê berdewam in
13:10 Şandeya UNESCO’yê li Amîda û sûran lêkolîn pêk anî
12:43 Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin
12:41 Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî 131 kesan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re name şandin
12:25 Malbatên girtiyan: Girtî li zindanan em ê jî li derva li ber xwe bidin
12:05 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin
11:51 Buldan ji bo Îmraliyê bang kir: Muxatabê me dewlete û divê tavilê daxuyaniyê bide
11:48 ‘Çêkirina mizgefta Esentepeyê li dijî hiqûq û mevzuatê ye’
11:37 Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
11:36 TJA’yî: Yekitiya jinan desthilatdarî tirsand
11:34 Aydenîz û parlamenterên HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:13 Li Girtîgeha Sîncanê mûayeneya bijîşk: Raze wê derbas be!
11:06 Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye
10:51 DMME’yê serlêdana dozê ya Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Yewnanistanê parastin xwest
10:25 Abdullah Ocalan: Dewlet xeletiyê dike, ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim
10:13 Ozbek a di mejiyê wê de tumor heye nayê berdan
10:11 Ehmed Xoce yê PYD’î: Êrişa li dijî Kobanê dê dawiya Erdogan bîne
09:05 Yilmaz: Tirsa Tirkiyeyê modela xwerêveberiyê ye
09:05 Welatiyên elewî: Elewîtî di Wezareta Çandê de hilnayê
09:02 ‘Rêya rabûna li ber tecrîdê û şer têkoşîna yekbûyî ye'