SEMSÛR - Welatiyên Semsûrê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ji bo aştiya civakî divê Abdullah Ocalan were berdan.
Di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkrin de heta niha di mijara yasayî de tu pêşketin çênebûne. Tevî çekşewitandina PKK’ê û gelek bangan jî îktîdara AKP-MHP’ê û dewletê tu gavên şênber neavêtiye.
Me li kolan, bazar û qehwexaneyên Semsûrê pêvajo ji xelkê pirsî û gotin ku ew di daxwaza xwe ya aştiyê de bibiryar in. Welatiyan, gotin ku piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo aştiya civakî, bi taybet jî divê polîtîkayên cihêkar ên li dijî Kurdan û Elewiyan bên bidawîkirin. Welatiyan, diyar kir ku dewlet pêvajoyê pir giran didomîne û banga gavên şênber ên lezgîn kirin.
MA / Sema Bîngol