STENBOL - DMME’yê têkildarî nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan ên “Neteweya Demokratîk” û “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” ya ji girtiyan re biryara binpêkirinê da.
Girtiyan, ji ber nedayîna pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Neteweya Demokratîk” û “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” û kovara Demokratîk Modernîte û rojnameyên Yenî Yaşam, Atilim, Kizilbayrak û Yukselê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. DMME’yê ji bo nedayîna pirtûk, kovar û rojnameyan biryara binpêkirinê da. 2’yemîn Daîreya Mezin a DMME’yê di biryara xwe ya “Biryara Aktaş û Yên Din / Tirkiye” de got ku mafê “azadiya xweîfadekirinê” ya girtiyan hatiye binpêkirin.
SERLÊDÊR
Veysî Aktaş ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hatibû berdan, di sala 2016’an de ji ber nedayina pirtûka “Neteweyên Demokratîk” û kovara Demokratîk Modernîteyê a bi hinceta “propagandaya rêxistinê”, serî li DMME’yê dabû.
Ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê Turan Gunana jî ji ber nedayîna pirtûka Abdullah Ocalan a “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” û hinek hejmarên rojnameya Yenî Yaşamê, di sala 2018’an de serî li DMME’yê da.
Ji Girtîgeha Tîpa T a Menemenê Ramazan Îlter di sala 2019’an de ji ber nedayina pirtûkên Azrah Kohen ên bi navên “Fî” û “Çî” ya bi hinceta “mustehceniyê”; ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Tekîrdagê Engîn Gokoglû di sala 2019’an de ji ber nedayina hejmarên rojnameyên Kizilbayrak û Yukselê serî li DMME’yê dan.
Her wiha Bariş Înan ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin jî di sala 2019’an de ji ber nedayina hinek hejmarên rojnameya Atilimê; Îbrahîm Bektaş ê li Girtîgeha tîpa T a Akhîsarê di sala 2020’ê de ji ber nedayina pirtûkên “Çîrokên Xetere Çar Demsal Payîz (Tehlikeli Masallar Dört Mevsim Sonbahar)”, “Şopa Li Ser Avê (Sudaki İz)” û “Sê Ol Sê Xwedê (Üç Din Üç Tanrı)” serî li DMME’yê dabûn.
DMME’yê ji bo dosyayên girtiyan bi nave “Biryara Aktaş û Yên Din /Tirkiye” biryar da. DMME’yê biryara “binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê” da. Biryar, di 2’yê Îlonê de hate dayin.
MA / Dîren Yurtsever