• img

    ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'

    • jin
    • 09:11 19/12/2017

    Endama jûriyê ya Dîzî Bamyalarê Yasemîn Oz balê kişand ser rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin û wiha got: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn."

  • img

    Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin

    • jin
    • 11:02 18/12/2017

    Meryem Kara ya 60 salî ya li gundê Kizilkaya ya Toroslarê dijî, diyar kir ku li gundan roj ji bo jinan zû dest pê dike, karê malê, bax û zeviyan li ser milê jinan e.

  • img

    Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?

    • jin
    • 09:06 17/12/2017

    Jina li kuçeyê rastî êrîşa zayendî hat, li qereqola polîsan jî rastî pirsan tacîzê hat. E.X. bertek nîşanî van pirsên polîsan dan: "Ew kes hevalê te ye, têkiliyeke we ya dilînî heye yan?"

  • img

    Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin

    • jin
    • 09:02 17/12/2017

    Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku divê di pêvajoya nû de enternasyonalîzma jinê bê avakirin û wê bi vê re di têkoşîna azadiyê ya jinê de gaveke girîng bê avêtin.

  • img

    ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’

    • jin
    • 14:23 16/12/2017

    Hevparên TJA yên Amedê, bertek nîşanî êrîşa zayendî ya li Rezanê dan. Hevsaroka Bajêr a HDP’ê Fîlîz Buluttekîn jî, diyar kir ku ew polîtîkayên tundiya li ser jinan, tacîz, tecawîz û hemû awayên jenosîdê yên li ser civakê tên ferzkirin qebûl nakin û li dijî vê yekê dê têkoşîna xwe bilind bikin.

  • img

    Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn

    • jin
    • 14:12 16/12/2017

    Siyasetmedarên jin ên girtî bi nameyên ku ji 8’emîn Konferansa Meclîsên Jinan a HDK’ê re şandin di konferansê de cihê xwe girtin. Siyasetmedaran di nameyan de xwest ku HDK binpêkirina mafê mirovan ên li girtîgehan têxe bernameya xwe.

  • img

    Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin

    • jin
    • 12:23 16/12/2017

    Jinên HDK'î bi coşek mezin civîyan û hewaya Enqereyê ya sar germ kirin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan koçyîgît, diyar kir ku êrîşa li dijî jinan êrîşek global e û got: "Li dijî vê yekê dema pêşxistina têkoşîna enternasonalîzma jinê hatiye."

  • img

    Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye

    • jin
    • 09:11 16/12/2017

    Ji aliyê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan bi navê "Kadin Tarihini Yazmak" ajandaya sala 2018'an hat derxistin. Di vê ajandayê de weziyeta jinên ji çîn, etnîsîte, aîdiyetên cuda tê vegotin.

  • img

    Mamosteya hat îxrackirin: Em ê tu carî serî netewînin

    • jin
    • 09:23 15/12/2017

    Ayşegul Yucetaş piştî hat îxrackirin, dikana kulîlkan vekir û debara xwe dike. Yucetaş da zanîn ku hikumetê bi hinceta dijberê "perwerdeya olî" ne ew ji mamostetiyê îxrackirine, lê belê ew ê tu carî serî netewînin.

  • img

    Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin

    • jin
    • 09:08 15/12/2017

    Makbûle Uşer a nanê tendûrê çê dike û difiroşe, diyar kir ku piştî wan dest bi pêhtina nanê tenûrê kir, gelek jinên din jî dest pê kirin û wiha got: "Em bûn munasebata ku ev çand li her derê berbelav bibe."

  • img

    Gelo li Rezanê çi diqewime: Tacîz kir û çek lê kişand

    • jin
    • 10:31 14/12/2017

    Li Kolana Yusuf Îslam a Rezanê piştî du bûyerên îstîsmar kirina zayendî ya du zarokan, vê carê jî jina du canî ya 23 salî li ber çavên zarokên xwe rastî îstîsmara zayendî hat. Bûyera ku di kamereya ewlekariyê de hat qeydkirin, zilamê nasnameya wî ne diyar çek li jinê kişand û pihîn lêda.

  • img

    Yekane hosteya jin a taxê: Nesîbe Curga

    • jin
    • 09:40 13/12/2017

    Nesîbe Curga li navçeya Artemêtanê kel û pelên elektronîk çê dike û bi vê xebata xwe dilê jinan şa dike. Ji destên Curga pense û qablo nakeve û alavên elektronîkî tamîr dike. Beyî ku guh bide nêrînên şaşwaz, xebata xwe didomîne.

  • img

    Bi awazên stranan nanê tendûrê dipihêtin

    • jin
    • 09:31 13/12/2017

    Li Riya Armûşê, 4 jin hatin gel hev û li baxçeyê mala xwe Mala Tendûrê vekirin. Jin li ber stranan nan dipihêtin.

  • img

    Rapora TJA: Girtîgeh bûne kampên dîlgirtinê

    • jin
    • 14:27 12/12/2017

    TJA, bi wesîleya hefteya mafên mirovan rapora der barê jinên girtî û rewşa girtîgehan de bi raya giştî re parve kir. TJA, di raporê de diyar kir ku bi KHK û OHAL'ê civak xistine bin kontrolê û di 3 salên dawî de girtîgeh kirine kampên dîlgirtinê. TJA da zanîn u 9 hezar û 708 jin girtî ne.

  • img

    'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne'

    • jin
    • 09:23 11/12/2017

    Endama Komeleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Hîlal Karûl dest nîşan kir ku wê bi "navbeynakariyê" re şideta li hemberî jinê zêde bibe û wiha got: "Dema şidet li jinê bê kirin, wê nehêlin ku dengê xwe derxîne."

LÊGERÎN