• img

    'Pêlîstok rê li pêş zewaca zarokantiyê vedikin'

    • jin
    • 09:42 09/12/2017

    Derûnas Tolga Nasûh Aran, der barê pêlîstokên ku bûkanî li wan hatiye kirin û li her derê tên firotin û tesîra wan a li ser zarokan nirxand û wiha got: "Pêlîstokên bi vî rengî wek tiştekî asayî tên ditin. Lê rê li pêş zewicandina zarokatiyê vedikin."

  • img

    Jinên vî gundî şîfayê belav dikin

    • jin
    • 09:26 09/12/2017

    Jinên li gundê Bogatepe yê Qersê piştî komele ava kirin bi berhemên alternatîf yên tibê şîfayê belav dikin. Jinan bi vê xebata xwe rûpelek nû li dîrokê vekirin. Jinên ku komele avakirin li kargeriya xwe gihayan kom dikin û ji bo nexweşiyan dikin dermanê bi şîfa. Gundiyên nexweş dikevin li şûna biçin nexweşxaneyê tên derman ji van jinan distînin.

  • img

    Qeyûm bostan jî hişk kir

    • jin
    • 09:24 09/12/2017

    Cîgira Şaredariya Akdenîzê ya berê Sebahat Gençtarîh diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re gelek xebat û plansaziyên jinan hatine rawestandin û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûm re bostanên ku me ji bo jinan plansaziya wan dikir hişk bûn."

  • img

    ‘Jin herî zêde li qereqolan rastî tundiyê tên'

    • jin
    • 12:58 08/12/2017

    Xebatkara Weqfa Piştevaniya Jinê Nîhan Damarli, diyar kir ku jinên rastî tundiyê tên, dema diçin qerqolan, li wir jî tên sûcdarkirin û wan dişînin malên wan û wiha got: “Herî zêde jin li qereqolan rastî muameleyên xerab tên.”

  • img

    Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye

    • jin
    • 09:12 07/12/2017

    Şukran Cansever li navenda Wanê xwarinpêj vekiriye û masiyan di tendûrê de dipijîne. Cansever aşkera kir ku bi vî awayî çêja masiyan xweştir e.

  • img

    33 sal in bêsîgorta karê malan dike

    • jin
    • 09:35 06/12/2017

    Karkera malan Arzû Çelebî ku di nava şert û mercên xerab de dixebite 33 sal in bêsîgorta dixebite.

  • img

    Jinan bertek nîşanî tundiya zilaman dan

    • jin
    • 15:12 05/12/2017

    Li Mêrsînê jinan bertek nîşanî revandina xwendekara zanîngehê Zelal Topçul a ji mînîbusê dan û diyar kirin ku dê li dijî tundiya zilam xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

  • img

    Jinekê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

    • jin
    • 14:28 05/12/2017

    Hat îdiakirin ku li Rihayê jina ciwan Ayşe S. întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.

  • img

    Di Mijdarê de 27 jin hatin kuştin

    • jin
    • 12:37 05/12/2017

    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, tundiya li dijî jinê ya Mijdarê kir rapor. Platformê, di rapora Mijdarê de aşkere kir ku 27 jin hatin kuştin, 29 zarok rastî îstîsmarê hatin û 39 jin rastî tundiya zayendî hatine.

  • img

    'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan'

    • jin
    • 09:14 05/12/2017

    Ûçan Supurge û Fîlmmor ku dê di 2018'an de ji bo jinan mîhrîcana fîlman li dar bixin, wê di 10'ê Adarê de perdeyê vebikin. Endama Fîlmmorê Melek Ozman wiha got: "Wê bi piştevaniya jinan hemû bihar û jiyan bibin mîhrîcan."

  • img

    Ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din: Pitikên Demalê dide nasandin

    • jin
    • 09:13 05/12/2017

    Fîdan Atmaca (70) ku bi Pitikên Demalê navê xwe li cîhanê belav kir, 35 sal in li navçeya Demal a Erdexanê vê çandê berdewam dike û ji pêşangehekê diçe pêşangeheke din. Atmaca, xwest ku ji bo berdewamiya vê çandê qurs bên vekirin.

  • img

    Di zarokatiyê de zewicandin, ew li pey xeyalên xwe yên zarokatiyê çû

    • jin
    • 10:51 04/12/2017

    Wênesaz Umran Yaman di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, wê di 27 saliya xwe de da pey xeyalên zarokatiya xwe û atolyeya wêneyan ava kir. Yaman got ku "Teqes xeyalên jinan hene. Divê kes zincîrê li xeyalê wan nexe."

  • img

    Ked û têkoşîna jinê ya nayê dîtin

    • jin
    • 09:18 03/12/2017

    Jinên dinava herî û baranê de di zeviyan de dixebetin, ji serê sibê heya tarîtiya şevê dixebitin. Jinan, diyar kirin ku berdêla keda destên xwe nagirin, lê ji ber ku li ser piyên xwe dimînin bi keyfxweşin.

  • img

    Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin

    • jin
    • 15:53 02/12/2017

    Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît di civîna Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê de axivî û wiha got: “Ji têkoşîna azadiyê jinê û hêza jinê ditirsin. Ji ber vê yekê divê ji her demê zêdetir jin bên gel hev.”

  • img

    Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'

    • jin
    • 09:37 02/12/2017

    Tevî ku raye nehat dayîn jî, yekem car muftî li Navenda Jinê ya Nujîn a Şaredariya Bismilê ya DBP'ê mehr birî. Jinên siyasetmedar yên jin diyar kirin ku ev encama polîtîkaya AKP'ê ya li dijî jinê ye û îktîdar dixwaze 5 zarokan li jinan ferz bike.

LÊGERÎN