Mitînga ‘Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyanê azad bikin’ dest pê kir
- jin
- 13:17 25/11/2017
Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê li gel hewa sar mitinga ji bo 25'ê Mijdarê bi coş dest pê kir.
Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê li gel hewa sar mitinga ji bo 25'ê Mijdarê bi coş dest pê kir.
Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, têkildarî tundiya li ser jinan axivîn û wiha gotin: “Di dozên tundiyê de biryarên “ne ceza kirinê” yên dadgehan, bandorê li civakê dikin û ew vê yekê di nêzîkatiyên zilamên di salona dirûşmeyan de jî dibîn in."
Fahriye Cengîz a beriya qeyûm tayînê Şaredariya DBP’î ya Akdenîzê bê kirin Midûra Polîtîkayên jinan bû, diyar kir ku jin di qada cemawerî de bi tundiyê re rû bi rû ne û wiha got: “Divê jin têkoşînê li hemû kolan û qadan belav bikin."
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û got: “Îro jinên Şengal û Reqayî bi berxwedana xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêvî, siberoj û keneke mezin. Heta jinên hatine desteserkirin azad bibin wê têkoşîna me bidome. "
Seroka KADUM’ê Asli Pasînlî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bi destê hiqûqê tê rewakirin û got: “Jinên tundî li wan tê kirin destekek têr û tije nabînin.”
Nazli û Nîgda Okutgen piştî xwişka wan Eda Okutgen hat kuştin, li dijî tundiya li ser jinan dest bi têkoşînê kirin. Nazli û Nîgda Okutgen dinava 3 salan de gelek dozên zayendî yên jinan şopandin.
Meclîsa Jinan a Rêxistinên HDP'ê yên Îzmir û Rihayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê û tundiya li kolan, mal û qadan li dijî jinan pêk tê girêdayî hev in.
KADUM, diyar kir di 5 salên dawî de hezar û 285 jin hatin kuştin û wiha got: “Di dosyayên tundî û komkujiyên li dijî jinan de, dadgehan daxwazên wan bi hincetên ‘Îhtîmala ku raste rast di sûc de zirar neditiye heye’ red kirin.
Jinên li Stenbolê, fêrî lêkdana sporê ya Muay Thaî dibin û li dijî tundiya zilam parastina xwe ya çewherî pêş dixin.
Waliyê Wanê, destûr da mîtînga Wanê ya roja Şemiyê ku dê bi pêşengiya TJA’yê bê lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku dê jin li qadan ‘Ji tecrîtê re bêjin êdî bese.’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a girtî, bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinan re peyam şand û wiha got: “Tenê îtîraz û redkirin têrê nake. Pergala ku em îtîraz dikin, divê li dijî wê pergaleke me ya nû hebe.”
Li Colemêrgê, piştî hevjînê wê tê girtin Nergîz Açar bi tena serê xwe tesîsa vehesandinê ya li Geliyê Zapê ye dişoxilîne. Açar got ku wê nehiştiye zarokên wê muhtacî tu kesî bibin û ji ber ev yek rewşa ‘divê jin çi bikin’ daye der kêfxweş e.
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê xebatên û çalakiyên jinan dewam dikin. Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê, diyar kir ku bi mufredatan re serdestiyê di malbatê de ava dikin û mêraniya serdest a di civakê de tê parastin, tê pîrozkirin û li dijî vê hişmendiyê divê çalakiya ku Meclisa Jinan a Stenbolê li Kadikoyê pêk tîne, bê destekkirin.
Rojnameger Nazim Daştan, bi navê “Jinên meşiyan paytexta tariyê" ji têkoşîna jinên Kurd, Erep, Xirîstiyan û Êzidî yên di Cenga Mezin a Reqqa de şer kirin û Reqqa ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, kurte fîlm amade kir.
Yekem jina muhafazakar Sîbel Çelîk, piştî ji kar hat avêtin bi 2 hevalên xwe re dezgeha guhêzbar danîn û findên bi behn difiroşin. Çelîk, diyar kir ku jinên ji kar hatin avêtin dê di 25’ê Mijdarê de jî serê xwe netewîn in.