Jinan banga tevlêbûna mîtînga 25'ê mijdarê kirin
- jin
- 17:14 22/11/2017
Jin, dê 25'ê Mijdarê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Parka Musa Anter mîtînga "Azadî dê bi ser bikeve" pêk bînin. Beriya mîtîngê Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk, daxuyanî da û got: "Em ne îteat dikin ne jî bîat dikin. Divê hemû jin di roja mîtîngê de tev li mîtîngê bibin. Tecrîda li ser Ocalan tecrida li ser jinan e. Divê jin dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin."