'Şaredarî dixwaze jin bi 400 zilamî re di yek bazarê de bixebitin'
- jin
- 14:21 01/11/2017
Şaredariya Rezanê, xwest Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê ji zilaman re jî veke. Lê jinan bertek nîşanî vê yekê dan. Jinên di bazarê de dixebitin, diyar kirin ku zabitayên şaredariyê bi armanca çavtirsandinê ceza li wan dibiri û bazarvanên zilam bi kêr û satorê êrîşî wan kirin.