Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
- polîtîka
- 14:40 27/1/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li girtîgehan û wiha got: "Girtiyan bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi grevê kirine. Daxwazên wan pir zelal in. Em bang li rayedaran dikin. Ji bo greva birçîbûnê nebe sedema mirinê û ji bo em hevalên xwe winda nekin, em bang li îktîdarê dikin. Daxwaz pir zelal in. Tecrîdê bi dawî bikin."