Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
- polîtîka
- 14:54 01/6/2018
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Erdexanê xîtabî gel kir û got: “AKP dibêje ‘Hedefa me 2023’ê ye.’ Lê dê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe. Hêza tu kesî nîne ku kurdan înkar bikin. Em ê bi Tirkiyeyek bê AKP şiyar bibin.”