Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e
- polîtîka
- 09:12 24/5/2018
Rêveberê HDP’ê yê Wanê Azîm Yacan der barê xebatên hilbijartinê de agahî dan û got: “Ji ber ku tu bendewariyên gel ji partiyên din nemane, em ê li bajêr 8 wekîlan bişînin Meclîsê.”
Rêveberê HDP’ê yê Wanê Azîm Yacan der barê xebatên hilbijartinê de agahî dan û got: “Ji ber ku tu bendewariyên gel ji partiyên din nemane, em ê li bajêr 8 wekîlan bişînin Meclîsê.”
Namzetên HDP’ê yên ji civakên cuda gotin: “HDP ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan e em bûn namzet. Em hêvî ne dê bi HDP’ê veguherandin mezin pêk bê.”
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca “Deklarasyona çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” eşkere kir. Uca destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re pêkan e û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015’an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab birêz Ocalan qebûl kiribû. 24’ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye.”
HDP dê sibê li Amedê “Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd” eşkere bike. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk têkildarî vê daxuyanî da û got: “HDP dê di warê pirsgirêka kurd rola xwe bileyîze.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, di danasîna namzetên parlamenterên partiya xwe de got: "Em wekî AKP'ê, dewlemendî, meqam, şan û şohretê wehdî gel nakin. Her hevalên me yên bûn namzet baş dizane ku her yek namzetê berxwedan û têkoşînê ye. Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku wan karê xwe yê di 7'ê Hezîranê de nêvî hiştibûn dê temam bikin.
HDP, dê di saetên êvarî de lîsteya navê namzetên xwe yên parlamenteriyê teslîmî YSK’ê bike. Navê hin kesên ku derketin pêş zelal bûn. Ji hemû nasname, çand û baweriyan nav cihê xwe di nava HDP'ê de digere. Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan jî li Stenbolê û Sezai Temellî jî li Wanê namzet e.
Berdevkê Alinterî Ugur Karadaş, bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û diyar kir ku îktîdar li şûna heviyê tirsê di nava mirovan de belav dike û wiha got: "Ji ber ku hêza HDP'ê ya demokrasiyê pêş bixe heye, em dê piştgiriya HDP'ê bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, ji namzetên Serokomariyê yên din ku gotin 'Bila Selahattin Demirtaş bê berdan', xwest ku di berdana Demîrtaş de israr bikin. Temellî, anî ziman ku divê serlêdana parêzeran a ji bo berdana Demirtaş jî bi lezgîn bi biryarê ve bê girêdan.
Di ser destnedayîna parlamenteran ku wekî “darbeya siyasî" hat pênasekirin re 2 sal borîn. Wekîlê Serokê Meclîsa yê HDP'î Mithat Sancar, diyar kir ku operasyona darbeya siyasî piştî 2 salan pûç bûye û wiha got: "Ji ber ev plana darbeya siyasî ya îtifaqa AKP-MHP'ê têk çû, neçar man ku hilbijartinê pêk bînin.
HDP ku çend roj berê deklerasyona xwe ya hilbijartinê daxuyandibû, dê di 23'yê Gulanê de li Amedê "Deklarasyona çareserkirina pirsgirêka kurd" li Amedê deklere bike.
Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Selîn Sayek Boke, ji bo sozên desthilatdariyê yên îstîkrara aboriyê yên piştî hilbijartinê, got ku “AKP’a ku aborî têk bir, ne mimkûne ku Tirkiyeyê ji vê rewşê derbixîne. Ji xwe AKP berpirsê vê têkçûyînê ye û divê ev pergal bê guhertin.”
Zanyarê Siyasetê Mûstafa Pekoz, diyar kir ku HDP bi beyannameyeke ku li gorî rastiya sosyo-polîtîk a Tirkiyeyê derketiye pêşberî civakê û nemaze jî diyarkerê hilbijartina serkomariyê ye. Pekoz got: "Eger muxalefet bi hev re sindoqan biparêze, bi rihetî dikare Erdogan bixîne."
Li Sêrtê jinan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de reqorê bişkînin û ji bo ew 3 wekîlan bi dest bixin çi ji destê wan bê ew ê bikin.
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.