• img

    Jin: Li dijî rêveberiya zordar dakevin Bakirkoyê

    • jin
    • 13:28 30/8/2018

    Endamên Meclîsa Jinan a HDP, HDK û SKM'ê bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga 1'ê Roja Aştiya Cîhanê ku di 2'ê îlonê de li Qada Bakirkoy pêk bê bibin. Jinan xwest her kes li dijî zordariyê dakevin qada Azadiyê ya Bakirkoyê û li dijî zordariyê dengê berxwedanê bilind bkiin.

  • img

    Jinên Amedî: Kirîza aborî bandonek neyînî li ser jiyanê dike

    • jin
    • 10:13 28/8/2018

    Jinên li taxa Kaynartepe ya Navçeya Rezan a Amedê dijîn, bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku krîza aborî bandorek neyînî li ser jiyana wan dike. Jinan da zanîn ku ciwanên wan ji ber xizanî û betaliyê fêrî tiryakê dibin û sedema vê yekê Tayyip Erdogan e.

  • img

    Perwerdekara KÎHEP'ê: Em ê bi perwerdekirinê têbikoşin

    • jin
    • 09:03 28/8/2018

    KÎHEP ku bi dirûşmeya "Hay ji mafên xwe hebin, bila neheqî li we neyê kirin" tev geriya, niha li Mêrsînê amadekariyên serdema duyemîn dike. Endama Kolektîfa Keda Jinê ya Mêrsînê û perwerdekara KÎHEP'ê Ozge Goncu got: "Li hemberî polîtîkayên paşverû yên jinan nahesibînin em ê bi perwerdekirina jinan têbikoşin."

  • img

    Li Efrînê 3 jin hatin revandin

    • jin
    • 16:52 25/8/2018

    TSK û komên girêdayî wê keçek ji êla El-Emîrat a Kantona Efrînê revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê girtin. Her wiha 2 jinên din jî hatin revandin têkildarî aqûbeta wan tu agahî nehatin bidestxistin.

  • img

    Jinên kurd di konferansa navneteweyî de kom dibin

    • jin
    • 10:48 23/8/2018

    Jinên kurd di Konferansa Navneteweyî de di 6’ê Cotmehê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kom dibin.

  • img

    'Penaberî rîska îstismarkirinê zêdetir dike'

    • jin
    • 09:13 23/8/2018

    Dildara KADAV'ê Ozgul Kaptan, destnîşan kir ku penaberî û koçberî rîska îstismarkirina zayendî zêde dike û got: "Ya ku dibê bê kirin ew e ku polîtîkayên rê li ber îstismarkirina zayendî bigirin pêk bên."

  • img

    Jinên Dildar li Dersîmê bang kirin: Ew bişewitînîn jî emê dîsa jîn bikin

    • jin
    • 10:07 22/8/2018

    Li Dersîmê 16 rojin daristan dişewite. Heta niha rêxistinên derdorparêz ên neteweyî û navneteweyî li hemberî şewata Daristanên Dersîmê bêdeng in. Bi hezaran hektar daristan şewitin û bi milyonan sewalên nava daristanê bûn qîjot. Jinên dildar ên hatin Dersîmê û rastî astengiyan hatin, diyar kirin ku ew her çiqas bişewitînin jî ew dê dîsa ji nûve daristanê jîn û şîn bikin.

  • img

    Jinên kedkar ên Qerejdaxê: Jinan jiyan afirandiye

    • jin
    • 10:24 19/8/2018

    Jinên kedkar ên Qerejdaxê bêyî ku jiyana xwe muhtacî zilaman bikin jiyana xwe didomînin û gotin: “Yên jiyan afirandine em in.”

  • img

    Tevlêbûna kampanya HeForShe'yê zêde dibe

    • jin
    • 09:21 17/8/2018

    Her diçe beşdarbûna kampanyaya HeForShe ku ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî bi armanca parastina wekheviya zayendî ya civakiyî û mafên jinan hat avakirin zêde dibe.

  • img

    'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'

    • jin
    • 09:18 16/8/2018

    Rêxistinên jinan, bertek nîşanî skandala ku li Kampa Penaberan a Telhamûtê ku xebatkarên zilam ên kampê fuhûş li jinên penaber ferz dikin, dan û xwestin rêya kampên penaberan ji bo saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl bên vekirin.

  • img

    'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’

    • jin
    • 09:15 16/8/2018

    Komeleya Jinan a Hilberîna Sîmex a bi armanca avakirina qadên îstîhdamê yên jinan projeyan bi rê ve dibe, bi projeya Şûştina Oto Melkes Mor, qadeke xebatê ya ji bo jinan ava kir. Komele, armanc dike ku bi projeyên xwe nêrîna civakê ya der barê jinan de jî biguherîne.”

  • img

    Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye

    • jin
    • 13:47 15/8/2018

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemir, têkildarî krîza aborî li navenda giştî ya HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku kirîza aborî krîza rejîma AKP'ê ya yek zilamî ye. Taşdemîr, destnîşan kir ku operasyona 3 rojin li dijî HDP’ê pêk tê berdewama plana hilweşînê ye.

  • img

    Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e

    • jin
    • 11:26 15/8/2018

    Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemîr, diyar kir ku krîza aborî encama polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan ku li ser şer, tundî, pişaftin, înkar û îmhayê dimeşîne ye. Taşdemîr, destnîşan kir ku çareseriya krîzê bi pêşxistina demokrasiyê pêkan e.

  • img

    Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da

    • jin
    • 16:52 14/8/2018

    Meclîsa Jinan a HDP’ê, bertek nîşanî operasyona polîsan a di saetên serê sibê lidar xist da û got: “Li dijî êrîşên li ser vîna me, em banga piştevaniyê li jinan dikin.”

  • img

    Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan

    • jin
    • 09:12 14/8/2018

    Ji bo rêgirtina li ber şideta li hemberî jinê di sala 2012'an de Qanûnan Jimare 6284'an hatibû derxistin, lê belê çend roj berê bi hinceta ev qanûn "mêran mexdûr dike" hatibû protestokirin û û hatibû daxwazkirin ku bê betalkirin. Parêzer Leyla Suren got: "Ne mumkun e ku ji bo vê qanûna ku ewlehiya jinan pêk tîne gav bi paş ve bên dayîn û dev jê bê berdan."

LÊGERÎN