• img

    ‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’

    • jin
    • 09:22 18/7/2018

    Aktîvîsta VAKAD’ê ya bi KHK’ê hat girtin Songul Ozînver diyar kir ku bi girtina sazî û dezgehên jinan û zarokan re bûyerên îstîsmarê zêde bûne û nebûna rêxistinên civaka sivîl ên piştevaniyê bidin, bêtir mexduriyetî diqewime.

  • img

    'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’

    • jin
    • 10:27 16/7/2018

    Dayîka ji malbata Kureyşan Raîme Kizilkan, diyar kir ku di baweriya Elewiyan de wekheviya jin û zilam esas tê girtin û got: “Pergal dixwaze di Elewîtiyê de hişmendiya sedest ava bike. Ez ji jinên Elewî dixwazim ku rola ji bo wan hatiye dayîn, qebûl nekin.”

  • img

    Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike

    • jin
    • 09:07 16/7/2018

    Li gorî Rapora Zinarê Zayendiya Civakî ya Kurevî, ji bo zinarê neqeba wekheviya firsendê ya jin û mêr bê girtin, endeksa herî girîng, zêdekirina tevlêbûna polîtîk e. Li gorî Wekîla Seroka KEFEK’ê ya serdema berê Candan Yuceerê ev zinarê navbera jin û mêr di 16 salên îktîdara AKP'ê de her ku diçe bêtir kûr dibe.

  • img

    Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin

    • jin
    • 17:07 15/7/2018

    Koma Zayendiya Civakî ya ODTU, ji bo Şûle Çet ya rastî êrîşa zayendî hat û hat kuştin, bi daxwaza cezakirina kujer kampanya “#ŞuleÇetİçinAdalet” dan destpêkirin.

  • img

    Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike

    • jin
    • 09:53 15/7/2018

    Parêzer Ceren Şîmşek, nîqaşên “Xesandin” û “Darvekirinê” yên derbarê bûyerên îstîsmara zarokan de, nirxand û got: “Nîqaşên xesandinê tenê tê wateya rewakirina tecawizê.”

  • img

    Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike

    • jin
    • 09:12 15/7/2018

    Nivîskara pirtûka destan a Rojnamegeriya Lêkombûna Zayenda Çivakî Elif Akgul, diyar kir ku zimanê nûçeyê bandora xwe li ser teşekirina civakê dike û xwest li ziman baldar bin. Nivîskara pirtûkê Çiçek Tahaoglu jî xwest rojnameger zimanê ku hildibijêrin û pê nûçe dinivîsin her dem di lêpirsînê re derbas bikin.

  • img

    'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'

    • jin
    • 14:40 14/7/2018

    Yekîneya Navenda Polîtîkayên Alternatîf, Aştî û Demokrakiyê (DEMOS) ku li Kolombiya pêvajoya aştiyê û beriya aştiyê lêkolîn kir, encala lêkolînê kirin rapor. Di raporê de hat diyar kirin ku rola jinan a di nava pêvajoya aştiyê de gelek zêde ye. Di raporê de ji bo Tirkiye pêşniyarêr aştiyê hatin kirin.

  • img

    TJA: Pergala nû ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye

    • jin
    • 11:42 13/7/2018

    Aktîvîsta TJA Fîgen Ektî, bal kişand ser Pergala Hikûmeta Serokkomariyê û got: “Bi vê pergalê hewl didin hemû dînamîkên civakê tune bikin. Ev pergal ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye.”

  • img

    ‘Sedemên derûnî yên îstismarkirina jin û zarokan hene'

    • jin
    • 09:21 13/7/2018

    Endama Înîsyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê Leyla Tûrhan, diyar kir ku sedema zêdebûna îstismarkirina jin û zarokan sedemên derûnî ne. Tûrhan got, Rewşa Awarte û pêkanînên bi vî rengî di civakê de şidet û îstismarê zêde kirine.

  • img

    Gihayê gulhesilê dawî li sanciyên reglê tîne

    • jin
    • 09:18 13/7/2018

    Gihayê gulhesilê ku ji bo tenduristiya jinan baş e, bi taybetî jî ji bo sanciyên di dema reglê de tesîra wê zêde ye. Kîmyager Semra Yeşîl jî xwest jin sûdê ji nebatên xwezayî bigirin.

  • img

    Bi çêkirina destbûlûnk û parzûnan debara xwe dikin

    • jin
    • 09:14 13/7/2018

    Fatma Tûran û Zuleyha Tûran ku li Çemê Şemaşê dijîn, bi destbûlûnk û parzûnê debara xwe dikin û bi vî awayî çanda xwe berdewam dikin.

  • img

    Teksîvana jin a li Dîlokê: Êdî em dikarin bi bawerî biçin

    • jin
    • 10:27 12/7/2018

    Li Dîlokê, Gulay Gonulalan a bi teksîvaniyê debara xwe dike, diyar kir ku jin ji wê re dibêjin “Baş bû te dest pê kir. Êdî em dikarin bi bawerî biçin.

  • img

    Jinên çûn zozanan: Em 2 mehan ji bo banedar, mehekê jî ji bo xwe dixebitin

    • jin
    • 09:06 12/7/2018

    Jinên erdexanî ku di havînê de dewarên xwe dibin zozanan, behsa zor û zehmetiyên jiyana li zozanan kirin. Jinan bilêv kir ku pere zivistanê deyn dikin û beramberiya vî pereyî 2 mehan ji bo banedaran, mehkê ji bo pêdiviyên malê, hilberandina penêr û rûn dixebitin.

  • img

    Jinên Silopiyî ji bo ceyrana hatî qûtkirin, di bin 45 dereceyan de meşiyan

    • jin
    • 16:25 11/7/2018

    Li Sîlopiyê germa gihişt 45 derece yî. Ji roja ku jinan bertek nîşanî panoyên ceyranê yên derxistin derve dan û vir ve ceyrana wan hatiye birîn. Jinan ji bo ceyrana wan a hat birîn, dibin germa 45 derece de meşiyan.

  • img

    Meclîsa Jinan a HDP’ê: Ev wiha naçe, em ê biguherîn in

    • jin
    • 12:33 11/7/2018

    Meclîsa Jinan a HDP’ê encamnameya civîna nirxandina hilbijartinê ji raya giştî re parve kir. Meclîsê, diyar kir ku di pêvoya hilbijartinê de rolên zayendî hatin xurt kirin, ziman û helwestên zayendperest hatin mezinkirin û got: “Em ê di parlamentoyê de, dengên meclîsa jinan, rêxistinên jinan û femînistan bilindtir bikin.”

LÊGERÎN