• img

    Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm

    • jin
    • 09:11 13/8/2018

    Xezal Gokalp a 20 sal e li Kadîfekaleyê dijî û li cihê dijî tevna çanda Mêrdînê ya çêkirina secade, xurcik, çente, merş û merşikan çê dike û pirtir welatê xwe bibîr tîne. Gokalp got: “Ez 19 salî ji welatê xwe derketim. Niha di xewnên xwe de xwe li Mêrdînê dibînim.”

  • img

    TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn

    • jin
    • 16:00 12/8/2018

    TJA, derbarê îdîayên li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber bi darê zorê sewqî fuhûşê dikin de daxuyanî da û got: “Divê demildest bûyera li Bajarê Kon ê Telhamût bê eşkerekirin û berpirsiyar bên cezakirin. Rêxistinên Civaka Sivîl xwestin li kampê lêkolîn bikin, lê destûr nehat dayîn.”

  • img

    Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne

    • jin
    • 09:10 12/8/2018

    Nûnerên rêxistinên jinan destnîşan kirin ku mafên ku jinan bi dest xistine û bi peymanên netewî û navnetewî hatine mîsogerkirin di talûkeyê de n, lê belê ew ê qet dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin.

  • img

    'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'

    • jin
    • 09:12 11/8/2018

    Mamoste Arzû Kuçuk, diyar kir ku sedema nedîtina keda li nav malê ji ber feraseta nêrza ye. Kuçuk, destnîşan kir ku keda li nav malê pirî caran bi çewisandineke hestiyarî pûç dibe û got: "Ez feraseta ku tu yê hem kar bikî hem jî li malê binerî qebûl nakim."

  • img

    Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû

    • jin
    • 09:53 10/8/2018

    Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bi taybetî piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê zimanê siyasetmedarên li derdora AKP'ê bi awayekî zêde bûye zimanekî zayendiyî û got: "Ji bo têkoşîna li hemberî polîtîkayên yekzilamî rêxistinbûyîn divê. Parastina me ya herî mezin rêxistinbûyîn e."

  • img

    Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin

    • jin
    • 09:16 10/8/2018

    Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparstinê didin. Jinan destnîşan kir ku pêşî bi awayekî fikrî hay ji xwepasrtinê çêdibin û gotin: "Pêşî em mêrê ku şidetê dike teşhîr dikin. Eger ev ne bes be, em xweparstina xwe dikin."

  • img

    Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye

    • jin
    • 12:33 03/8/2018

    Meclîsa Jinan a DÎK’ê, di salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyanî da û got: “Em kesên li dijî komkujiya jin û gelên Êzidî bêdeng man û bûn hevkarên vê zilmê şermezar dikin.”

  • img

    Taşdemîr: Em bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû ne

    • jin
    • 15:45 31/7/2018

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ew bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rûne û got: “Hişmendiya tehemûlê navê Kurd û Kurdistanê ne nake bi destên qeyûman hemû lewheyên Kurdî daxistin û qedexe kirin.”

  • img

    Meclîsa HDP’ê ya jinan dê eniya hevpar xurt bike

    • jin
    • 09:02 30/7/2018

    Meclîsa Jinan a HDP’ê di plangeriya nû de têkoşîna hevpar mezin bike, eniya demokrasiyê ya jin ava bike û pergal dîplomasiya jinê jî xurt bike.

  • img

    TJA: Bi pêşengtiya jinê emê xeta têkoşînê bihûnin

    • jin
    • 09:52 29/7/2018

    Aktîvîsta TJA Mekiye Ormanci, pergala Hikûmeta Serokkomariyê, qanûna OHAL’ê ya di Meclîsê hat qebûlkirin û peywirên ji bo walîtiyan hatin dayîn nirxand û got: “Dibin şert û mercên rewşa awarte de dê li herêmê OHAL’ê bidin jiyîn.”

  • img

    Xwestin ji giliyê vegerînin

    • jin
    • 09:04 29/7/2018

    Li Manîsayê jina bi navê A.K. ku 13 salên zewicandiye û 2 zarokên wê hene, ji ber tundiya hevsera xwe ya li dijî xwe çû qereqolê û hevserê xwe gilî kir. A.K. diyar kir ku li qereqolê polîsan jê xwestiye ku ji giliya xwe vegere.

  • img

    Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê: Di serdema nû de em ê li kolanan bin

    • jin
    • 14:13 22/7/2018

    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, xeta polîtîk û têkoşînê ya jinên parlamenter di serdama nû de danin pêşiya xwe vegot û wiha axivî: “Di Meclîsê de, em çiqasî cih birin, emê ewqas jî li kolan, qad, malan û avahiyên partiyê de cih bigirin û emê têbikoşin.”

  • img

    Baroya Rihayê dê bibe mudaxilê lêpirsîna îstîsmarê ya li Sîwereg hat jiyîn

    • jin
    • 13:38 19/7/2018

    Komîsyona Zarokan a Baroya Rihayê, diyar kir ku ewê bibin mudaxilê lêpirsîna zaroka 14 salî A.B. a li Sîwereg rastî îstîsmara bira û xalê hatibû.

  • img

    'Ger Wezareta Jinan tune be, em hene'

    • jin
    • 09:14 19/7/2018

    Endama Meclîsa Jinan a Stebolê Dîlara Gevrek, diyar kir ku ger Wezareta Jinan neyê avakirin, dê li dijî îstîmara zarok û qetilkirinên jinan çareserî neyê dîtin û got: “Di serdema nû de emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ger Wezareta Jinan tune be, em hene.”

  • img

    Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim

    • jin
    • 12:35 18/7/2018

    Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dîcle Ahmed, ku bi dehan êrîş û operasyonên şer şopand û dîmen û wêneyên wan kişand, şoreşa li Kobanê dest pê kir û li Rojava belav bû vegot. Dîcle Ahmed, wiha got: "Min ji nîşaniyê xwe re got: Bila Kobanê azad bibe em piştre bi hevre biçin. Ger ku em ji welatnê xwe hez dikin, em azad bikin û piştre biçin. Lê bersîva neyînî da banga min. Li ser vê yekê min dest wi berda. Kobanê di wî halî de ez nikaribûm Kobane terk bikim û biçim."

LÊGERÎN