Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan

img
STENBOL - Civaknas Hakan Koçak, diyar kir ku ji 3 karkerên li kolanê yek jê betal e û wiha got: "Hikûmetê di pêvajoya şewbê de di bin navê krediyê de xistin bin deynan. Lê sendîka parastin. 
 
Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK-AR), rapora bi sernavê “Covid-19 Bandorek Çawa li Karkeran kir" amade kir û bi raya giştî re parve kir. DÎSK-AR'ê di raporê de anî ziman ku di pêvajoya Covît-19 de kedkar û karker bi zahmetiyên pir mezin re rû bi rû man. Li gorî lêkolînê karker ji sedî 75 di qada aborî de zahmetiyên pir mezin dibînin. Ji sedî 82 an xwe an jî karê xwe di talûkeyê de dibîne. Civaknasê xebatê Hakan Koçak, bal kişand ser bandora şewba vîrûsa covît-19 a li ser karkeran û wiha got: "Ji ber şewbê êdî şertê karkeran ê kar bikin tune. Li Tirkiye bi şewbê re betalî zêde bû. Tirsa bê kar bimînin zêde bû. Hikumet di pêvajoya şewba vîrûsê de krediyê dide karkeran û karkeran dixin bin deynan. Di bin navê krediya erzan de karker xistin bin deynan û bêtir barê wan giran kir." 
 
ŞAREDARÊN MUXALÎF BÛN HEVKARÊN SERMAYEDARAN
 
Koçak, anî ziman ku sermayedaran ji bo bazarê tijî bike, di her şertî de hilberîna mal berdewam kir û wiha lê zêde kir: "Li ser vê rewşê MUSİAD'ê kampên hilberînê avêt holê. Ev bû sedem ku ev kamp tijî bibin. Karker, ji ber fikara betal bimînin di yurdên kar de man û karê xwe berdewam kirin. Di bin vê biryarê de îmzeya şaredarên muxalîf jî hebûn. Kampanya 'Li mal bimîne' bû kampanya 'Li kar bimîne.' Kesên li mal man, dewletê alîkarî neda wan. Kampanya 'Li mal bimîne' kirin dirûşmeya 'Li kar bimîne' Di vê pêvajoya de li ser karkeran baweriya 'Bê ewlehiya betaliyê' pêş ket. Ji ber şewd didome, qeyran kûr bûn. Encamên bi êş derketin holê. Dewletê û rêxistinên civakî zêde alîkariyê bi betal û xizanan re nekir. Her ku diçe ev şewb bêtir belav dibe. Her diçe dê bêtir belav bibe. 
 
PIRSGIRÊKÊN DIBE SEDEMA MIROVAN WEKÎ XWEZAYÎ NÎŞAN DIDIN
 
Koçak, destnîşan kir ku di vê pêvajoya şewbê de piraniya karkeran xwe tenê hîs kir û wiha bi dawî kir: "Karker bi dubendiya kapitalizmê ya 'An tu yê ji birçîna bimire, an ji dê bi vîrûsê bimire' re rû bi rû man. Rêxistinên me yên kedê zaafên xwe yên bingehîn aşkere kirin. Gelek sendîkayên karkeran, li şûna karkeran biparêzin, xwe parastin. Li fabriqayên ku li wir herî zêde bi rêxistin in jî bi karkeran re nehatin cem hev. Niha derûniya asayî dide ava kirin. Pirsgirêkên ku dibin sedema mirovan wekî bûyerên xwezayî didin nîşandan. Muhalefet vê qadê nikare politize bike. Lawaz dimîne. Nikare kolanan zêde têxe nava tevgerê. Lê me dît ku jin li dijî peymana Stenbolê derketin kolanan. 
Nêzî 13 milyon karkerên betal hene. Ji bo daxwazên 13 milyon karkerên betal kampanya nayê destpêkirin. Li kolanê ji her 3 kesan kesek betal e. Li Tirkiyeyê her dem hêza kedê heye. Rêxistinên kedê di milê rêxistinê de lawaz dimînin. Rêxistinên kedê tenê bi yên destê xwe qayîl bû. Divê rêxistinên kedê bêtir kedê bidin." 
 
MA / Kadîr Guney