Kesên teqawidbûyî teqawid nabin!

img

GÎRESÛN - Kesên teqawidbûyî ku ji ber krîza aborî ji bêgavî di hin karên din de dixebitin, destnîşan kirin ku çareserkirina pirsgirêkan bi guherandina pergalê û rêxistinbûyînê pêkan e. 

Krîza aborî di dema şewba Covîd-19'ê de kûrtir bû. Ev yek bandoreke pir nebaş li kesên teqawidbûyî jî dike. Li Tirkiyeyê 13 milyon kesên teqawidbûyî hene, lê belê piraniya wan nikarin bi meaşên heyî debara xwe bikin. Lewma ji bêgavî di karine din de dixebitin. Her wiha li gor daneyên Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li Tirkiyeyê ji sedî 60'ê kesên teqawidbûyî, yanî 7 milyon û 900 hezar kesên teqawidbûyî, bi meaşekî di biniya meaşê kêm re dixebitin. 
 
Endamên Nûnertiya Sendîkaya Tum Emeklîler a Gîresûnê, behsa şert û mercên xwe yên jiyanê kirin. 
 
DIXEBITIN
 
Halîl Karavelîoglû, anî ziman ku 7 sal in teqawid bûye. Karavelîoglû, diyar kir ku gava teqawid bûye d warê debarkirinê de zehmtî nekişandiye, lê belê her çûe nikaribûe bi meaşê xwe debara xwe bike. Karavelîoglû got: "Meaşê kêm 2 hezar û 825 TL ye. Lê meaşê min 2 hezar û 400 lîre ye. Nîviyê wî diçe krediyê. Hîn jî di şîrketekê de wekî endezyarê makîneyê dixebitim. Bi saya vê debara xwe dikim." 
 
JI BO YEKÎTIYÊ BANG KIR 
 
Karavelîoglû destnîşan kir ku dê bi alîkariyê rewşa wan biguhere û got: "Îqtidar divê ne ehlê sermayeyê, ehlê kedê be û li gor vê jî ji bo kesên teqawidbûyî endekseke debarkirinê çêbike. Her wiha divê kesên teqawidbûyî bên cem hev du û bibin endamê sendîkayê. Dê ev yek zorê bide îqtidarê. Heger 8 milyon kesên teqawidbûyî bên cem hev du, dê paya wan a di dahata neteweyî de zêde bibe." 
 
ÇARESERÎ PERGALEKE SOSYALÎST E 
 
Mamosteyê teqawidbûyî Koksal Onder jî anî ziman ku nikare bi 3 hezar TL'yî debara xwe bike. Onder, anî ziman ku piraniya kesên teqawidbûyî bi hezar û 500 TL'yî hewl didin debara xwe bikin. Koksal, bilêv kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi pergaleke sosyalîst pêkan e û got: "Kesên teqawidbûyî divê piştî 65 saliya xwe nexebitin. Divê ji xwe re bigerin. Lê heya ev feraset tune be, dê çareserî jî tune be." 
 
'EM NEŞIXULIN EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN' 
 
Davît Bayrak jî diyar kir ku meaşê wan meaşekî di biniya sînorê birçîbûnê de ye û nikarin debara xwe bikin. Bayrak, anî ziman ku kesên teqawidbûyî 25 salan ji bo jiyaneke rihet xebitîne, lê belê piştî teqawid bûne dîtine ku ev ne pêkan e . Bayrak, bilêv kir ku hîn jî dişixule û got: "Gava em nexebitin em ê birçî bimînin. Em nikarin debara malê bikin û zarokên xwe bidin xwendin. Meaşê min 2 hezar û 300 lîre ye. Ez hezar TL'yî didim heqê kirê. Gava ez mesrefê zarokan û heqê fatûreyan jî dixim ser, têr nake. Li gund diçim karên rojane dikim." 
 
Bayrak, destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi guherandina pergalê pêkan e û got: "Lewma divê kesên teqawidbûyî hemû xwe birêxistin bikin û bitêkoşin. Ji ber vê em jî sendîkayî ne û têdikoşin." 
 
MA / Tolga Guney