Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye

img

RIHA- Karkerên înşeatê yên bandor ji krîza aborî digirin, heqdesta wan a 9 saetan 150 TL ye. Karkeran bilêv kir ku bi salan e heqdesta wan wiha ye û bal kişandin ser têkoşîna rêxistinbûyî. 

Heqê keda karkerên înşeatê bi dest wan nakeve. Karkerên ku di şert û mercên vê krîza aborî dee êdî nikarin lazimatiyên xwe yên sereke jî bikirin, rojên zor û zehmet derbas dikin. 
 
Heqdesta karkeran a 9 saean 150 TL ye. Karkeran, bilêv kir ku bi salan e heqdesta wan wiha ye û bal kişandin ser têkoşîna rêxistinbûyî.
 
‘HEQDESTÊ ME TÊRA 5 KÎLO RÛN NAKE
 
Mahmût Yaşar (39) ku 23 sal in li ser înşeatan karê fayansan dike got: "Hemû ber ji sedî sed, tew hin jê ji sedî 300 biha bûn. Lê heqdesta me bi salan e wek xwe ye. Li hemû bajaran heqdest 300 TL ye, lê li cem me hê jî eynî ye. Em rojê 9 saetan dixebitin, lê em nikarin 5 kîlo rûn bikirin. Fiyetê 5 kîlo rûn 160-200 lîre ye."
 
‘GAVA MÊVAN BÊN EM GOŞT DIKIRIN'
 
Yaşar, anî ziman ku ji bêgavî hemû berên metbaxê kêm kirine. Yaşar, diyar kir ku li sr înşeatê ew nanê xw çêdikin û got, heya 4 meh berê jî 4-5 karker bi 30 lîreyî têr dibûn, lê niha bi 130 TL têr dibin. Yaşar, bal kişand ser bihabûna fiyetê goşt jî ku ji sî 48 biha bûye û got: "Gava mêvan bên em wê çaxê goşt dikirin. Ew jî ji bêgavî." 
 
Yaşar, bilêv kir ku ew û karkeran car carinan li hev kom dibin û nîqaş dikin ku divê li dijî pirsgirêkan bi teevahî bitêkoşin û got: "Em dikarin komeleyê ava bikin. Ger em bi awayekî kolektîf tevbigrin, em ê karibin heqê xwe bi dest bixin. Sîgorteya karkerên înşaatê nayê razandin, lê kesên di vê sektorê de naxebitin wekî dixebitin tên nîşandan û sîgorteya wan tê razandin. Divê ev mesele bê çareserkirin." 
 
‘BÊHÊVÎ NE'
 
Cavît Yaşar jî ku 10 sal in di sektora înşeatê de dixebit diyar kir ku tu carî heqê keda xwe wernegirtin. Yaşar, bilêv kir ku karkerên li bajarên din dixebitin heqdesta wan ji ya karkerên li vir zêdetir  û got: "Tu sîgorteyek me tune ye. Berê yewmiya me kêm bû, lê me dikaribû çend tiştan bikirin. Lê niha em nikarin tu tiştî jî bikirin. Em zexîre bikirin, em nikarin heqê fatûreyan bidin. Berê me hin berên metbexê kêm dikirin, lê em niha yên me ew kêm kirine jî kêm dikin. Berê em ne kêfxweş bûn, lê niha qet hêviyeke me jî nîne. Her roj kar bi dest me nakeve. Gava kar bi dest me nekeve, tê wateya em wê rojê birçî dimînin." 
 
Yaşar jî bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: "Ger em bi hev re dengê xwe ragihînin, em ê karibin meeseleyan çareser bikin. Heya em ne têkoşin dê pirsgirêk berdewam bin." 
 
Karker Kadîr Kiliçer jî ku herî kêm 12 sal in di vê sektorê de dixebite, diyar kir ku pirsgirêkên wan ne yek in ne jî dudo. Kiliçer destnîşan kir ku lê axirê êdî nikarin nan jî bibin mala xwe û got: "5 zarokên min hene, lê bi zorê wan didim xwendn. Ev saleke min dest bi deynan kiriye. Em bi karê înşaatê nikarin deynan bidin, bereksê wê zêdetir dibin. Havînê ez ê dev ji vî karî berdim biçim karê demsalî yê çandiniyê bikim." 
 
Kiliçer, diyar kir ku ger sîgorteya wan hebûna û heqdesta wan li gor dilê wan bûna dê bixwestana karê înşeatê bike. Kiliçer got: "Heqdestê karkeran herî kêm divê 250 TL be. Li hin cihan 250-300 TL ye. Lê li cem me hê jî 150 TL ye. Ji ber ku kes li hemberî van pirsgirêkan serî ranake, mesel zêdetir dibin. Ger wisa bidome, em ê nikaribin bi vî karî debara xwe bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar