AMED - Dikandarên li bazarên semtan dixebitin gazin kirin ku kar nîne û welatiyan jî anîn ziman ku ji ber bihabûnê nikarin dan û standinê bikin. Gel, bi lêv kir ku ji her du aliyan jî mexdûr in û wiha gotin: “Em li benda hilbijartinê ne, divê desthilat were guhertin.”
Qeyrana aborî, bilindbûna bihayan û pirsgirêka dêbarê ya welatiyan li bazara semtê ya navenda dan û standina welatiyane jî xwe dide der. Dikandar û welatiyên ku me mîkrofana xwe dirêjî wan kir, diyar kirin ku hêza wan a kirînê nemaye û ew li benda roja hilbijartinê ne û anî ziman ku ji bo ji desthilatê hesabê bipirsin li benda roja hilbijartinê ne.
POŞET BIÇÛK BÛN
Şehmûs Olûr ê li bazarê dikandariyê dike, diyar kir ku cureyên li ser tezgaha xwe kêm kirine û wiha got: “Ev qas tişt 5 hezar lîre ye. Em hemû malzemeyan ji bihayê wan kêmtir difiroşin. Ez her roj tiştên xwe xelas dikim lê xelk nikare bistîne. Berê poşetên sor ên mezin hebûn niha em poşetên biçûk bikartînin. Çima? Ji ber ku li cem xelkê pere nîne, yên tên jî nîv kîloyê distînin. Li mala me tenê bihayê gaza xwezayî ji 2 hezar lîreyî derbas dibe. Lêçûna me zêde ye. Hilbijartin nêzîk dibe. Îşelah dê desthilat were guhertin. Heke were guhertin wê buha jî bên guhertin.”
NE LI HALÊ NE LI BAZARÊ…
Dikandarekî din Selahattîn Ertekîn jî bi gotina “Ne ji halê tê kirin ne jî li bazarê tê firotin” rewşa bazarê vedibêje û wiha got: “Tu tişt nîne, em vala vala dixebitin. Berê îsot 3 lîre bû, niha li halê 12 lîre ye, em bi 15 lîreyan didin, nayê kirîn. Çerî niha li halê 20 lîre ye li bazarê jî 20 lîre ye. Em nan û zik dixebitin. Berê li halê deynê min 8 hezar lîre bû, niha derketiye 15 hezar lîre.”
‘EM BI HER AWAYÎ DI NAV DEYNAN DE NE’
Rıdvan Koseyê anî ziman ku bi salan e karê bazarê dike, bi lêv kir ku di demekî herî xerab de derbas dibin û wiha got: “Ji sala 1986’an ve dixebitim. Niha milyonekê jî derbas bikim dîsa deyndar im. Ji ber deyn ez nikarim biçim halê. Piştî sala 2010’an her tişt ber bi xerabiyê ve çû. Herkes deyndar bûye.”
‘KESÊ KURDAN NEBÎNE DÊ WINDA BIKE’
Kose, bal kişand ser xizaniya ku zêde dibe û hilbijartina nêzîk dibe û ev tişt gotin: “Rêya hilbijartinê diyar e kurdan tune hesibînin wê zehmet bibe. Wê ji bo kesên biserdikevin û winda dikin nebaş be. Bila herkes li Meclisê xwediyê mafê gotinê yê wekhev be.”
DEST VALA VEDIGERIN
Yek ji welatiyan Azîz Tekîn ê berê dikandar bû û ji ber maliyeta zêde dest ji kar berdaye jî wiha got: “Berê ez jî dikandar bûm, lê ji ber krîzê min dest ji kar berda. Ji van dikandaran bipirsin ka kî hêj deyndar nîne. Hemû bûne deyndar. Ez niha wekî bikir tiştekê bikirim. Teqawît im di kirê de rûdinim û 3 hezar û 500 mûçe digirim, hemû diçe kire. Eee zarok wê çi bixwin? Gaza xwezayî, av û ceyran wê çawa bin? Bazar li ber deriyê me ye lê em nikarin kiloyeke fêkî bistînin.”
‘DI 20 SALAN DE QEDAND’
Tekîn, bal kişand ser hilbijartina ku nêzî dibe û wiha berdewam kir: “Dibêjin ‘kes nebirçî ye, her kes têr e, feqîr nînin’ Tiştekî wisa nîne, derew e. Hemû derewan dikin. Her kes dixwaze desthilat were guhertin. Lê kes nikare biaxive. Ez dixwazim biguhere. Tu caran jî min dengê xwe nedayê, ez bimirim jî nadimê. Bila were guhertin bes e.”
‘BIHA PIR XERAB IN’
Welatiyekî din Salîh Can jî wiha got: “Bazar berê baştir bû, niha gelek xerab e. Ez teqawît im hezar û 200 lîre zem dane me. Hêj min ew jî negirtiye. Min kîloya kundir 15 lîreyan kirî. Êdî ji aboriyê re çi bêjin nizanim. Rewşa welatiyan li ber çav e. Mûçeyê ku welatî digirin têra bazarê nake.”
‘EM LI BENDA HILBIJARTINÊ NE’
Can, bertek nîşanî gotinên desthilatê yên “xizanî nîne” dan û wiha berdewam kir: “Têran hay ji birçiyan nîne. Ez heqê xwe ji TUÎK’ê re helal nakim. Bila êdî were guhertin. Em li benda hilbijartinê ne, heke wisa biçe em ê êdî hevdû bixwin.”
‘HER TIŞT SÊ QET BIHA BÛYE’
Melîha Saritaş jî tiştên ku dijî bi van gotinan vegot: “Buha gelek zêde ne, li gorî teqawîtekê, karmendekê gelek gelek zêde ne. Berê baştir bû mirov dikarî bikirî lê her tişt sê qet biha bûye. Em dixwazin her tişt guncav bibe. Mirov bikare her tiştî bikire û xwe bigihînê.”
Hatîce Puskullu jî bal kişand ser bihabûnê û ev tişt anîn ziman: “Biha gelek bilind in û her ku diçe zêdetir dibin. Bi rastî jî mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bikirin. Em nikarin her tiştê ku bixwazin bikirin. Mesele daxwazên xwe deynin aliyekî, em nikarin pêdiviyên xwe jî bikirin. Em dixwazin buha bên kêmkirin.”
‘EM DIXWAZIN VEGERIN REWŞA ASAYÎ’
Berîvan Makal jî destnîşan kir ku hêza kirînê kêm bûye û her ku diçe jiyan zehmettir dibe û wiha got: “Debar gelek zehmet bûye. Em êdî nizanin dê çi bikirin. Min nekarî tiştekê bikirim, ez ê bi du poşetan vegerim malê. Berê em bi 50 lîre dihatin û 10 poşet me dikirîn niha em bi 200 lîreyî tên û du poşetan vedigerin malê. Rewş gelek nebaş e. Her tişt di holê de ye û ne ez tenê her kes di ferqa xizaniyê de ye. Em dixwazin ev rewş were guhertin û vegerin rewşa asayî. Her tişt gelek biha ye. Em dixwazin yên ji bo me bi xêr bibin desthilat.”
MA / Eylem Akdag - Rûken Polat