HATAY - Cotkarên Hatayê ji ber ku bexdenûz, roqe û îspenax nayên firotin ew rakirin û niha jî hewl didin marolên di dest xwe de bifiroşin.
Piştî erdhejên Mereşê, li Hatayê kirin, cotkar bi rojên dijwar re rû bi rû mane. Cotkarên ku bexdenûz, roqe, îspenax û marol çandine, nikarin berên xwe bifiroşin. Bexdenûz, roqe û îspenax ji ber ku nayên firotin hatina rakirin. Cotkar hewl didin marolên di dest xwe de bifiroşin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Şaredariya Kadikoyê ji bo piştgiriyê dest bi kirîna marolên cotkaran kirin.
Li Taxa Sûbaşiyê ya navçeya Defne ji cotkaran Alî Atahan ku marolan li qamyona Şaredariya Mezin a Stenbolê bar dike, anî ziman ku ew 30 sal in ku marol, bacanên reş, îsot, bexdenûz û roqeyan daînin. Atahan diyar kir ku ji ber erdhejê li Antakyayê kes nemaye û ji ber vê jî nikarin berên xwe bifiroşin. Atahan bilêv kir ku ji ber ku bajar hilweşiyaye marolên wan di dest wan de mane û got ku wan xwe gihandinye şaredariyên mezin ên Hatay û Stenbolê û van şaredariyan marolên wan stendine.
ÎSPENAX NAYÊ FIROTIN
Ataha da zanîn ku di marolên wan de derman tune ne û got ku marolan firotine şaredariyê lê ji ber ku îspenaxa wan nehatiye firotin ew rakirin. Atahan wiha domand: "Îspenax têra xwe mezin bûye." Atahan anî ziman ku divê cotkar xwedî li berên xwe derkevin û got: "Heta îro me diçandin, em hê jî diçînin. Piştî erdhejê zebzeyên ku me dan Antakya, Mereş û Dîlokê li nav zeviyê man. Keda me berba bû. Em mexdûr bûn. Ev ber ancax bi piştevaniyê dikarin bên firotin. Ger em zebze û hewyanên xwe nefiroşin em ê hew karibin cotkariyê bikin."
Ji cotkaran Alî Aytaç jî diyar kir ku wan debara xwe bi îspenax û pincarê dikir û wiha got: "Piştî erdhejê ne fêkîfiroş ne jî dikandarên me man. Antakya nema. Navçeyên Hatayê tijî xwîn e. Gava îspenax neyê rakirin bi qasî nîv metreyê bilind dibe. Dema mezin bibe kes nakire. Marol jî wiha ye. Lewma divê piştgiriya cotkaran bê kirin. Bi saya Şaredariya Mezin a Stenbolê û şaredariyên din hindik be jî hin ber ji dest me derketin."
Aytaç got: "Ji niha û pê de em ê çi bikin em nizanin. Niha ji dêvla îspenaxê amadekariyên çandiniya firingî, îsot û bacanan tên kirin."
GER NEYÊN FIROTIN DÊ ERD BAJON
Ayten Aytaç ku marolan jê dike û dixe qaseyan, got: "Îsal em hewante xebitîn. Ger berên me bên firotin ên çêbibin. Ger neyên firotin em ê erd bajon."
Aytaçê da zanîn ku heba marolan bi 2-3 lîreyan e û bal kişand ser bihabûna fiyetê gubre û dermanên çandiniyê: "Em behsa karkeriya xwe nakin, ancax mesrefa me derkeve. Me nikaribû serê bexdûnsan biçirpîne. Me îspenax neçand, lê yên çandin hemû di dest wan de man. Roqe û tûzik di dest me de ma. Me jî erd ajot."
Cotkar Suleyman Bîlgîn jî bang kir ku piştgirî bidome û got: "Li vir nêzî 200 hezar marol hene. 6-7 ton îspenax heye. Ger em marolê bifiroşin, em ê karibin îdare bikin. Marol bi erzanî tên firotin. Bazirgan nehatin, lê yên li vir jî dixwazin bi erzanî bistînin. Bazirgan ji bo marola ku heba wê 3 TL ye, dibêjin lîrey û 25 qurîş. Piştî ku me got şaredarî hatin."
MA / Mujdat Can