Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran

img

RIHA - Bi tayînkirina qeyûman re ji bo saziyên avdanê yên ku cotkar ji bo birêvebirinê hildibijêrin, ava ku di avdanê de tê bikaranîn bûye yek ji mezintirîn lêçûnên cotkaran.   

 
Rêveberiyên yekeyên avdanê yên ji aliyê cotkaran ve dihatin hilbijartin, bi qebûlkirina 'Pêşnûmeqanûna guhertina qanûna rêxistin û wezîfeyan' a derbarê Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) sala 2018'an, veguhestin pêvajoya tayînkirinê. DSÎ’yê şûna desteyên hatine hilbijartin hemû rayeyên rêveberî û kontrolkirinê dewr girtin. Ligel pêşnûmeqanûnê qeyûm tayînî Yekîneya Avê ya Bendava Ataturkê ku avê dide navçeya Hewag a Rihayê û taxên wê hate kirin. Bi maliyeta lêçûnên zêde û zemên hatin kirin berhem di destê cotkaran de man. Her wiha neçar ma ku serê her yekeyê bi bihayên zêde heqê avê bide. Her çiqas Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli ragihand ku wê 2 mîlyar 479 mîlyon 874 hezar lîre mûçeyên piştgiriya çandiniyê bidin cotkaran jî, ji bo karibin ji van destekan sûdê werbigirin divê cotkar li Sîstema Qeydkirinê ya Cotkaran (ÇKS) bên qeydkirin.
 
PEMBÛ WÊ LI ZEVIYÊ BIMÎNE
 
Yek ji cotkaran Mahmût Çakmak ê li gundê Karacaoren cotkariyê dike, anî ziman ku neçar maye ji bo avdanê ji hezar dekar re hezar û 750 lîre dane, kesên qeyda wan a ÇKS hene jî divê hezar lîre bidin û bi lêv kir ku ji ber bihayên avê nikarin çandiniyê bikin. Çakmak, da zanîn ku her sala diçe cotkar dest bi zirarê dikin û wiha got: “Bi taybetî pembû gelek avê dixwaze. Lê berhemên sala borî îro hêj li depoyan in. Hin cotkarên me ji ber rewşa jiyane neçar man zeviyên xwe bifiroşin. Heke îsal jî wiha biçe wê pembû li zeviyê bimîne.”
 
‘BIHA BI AWAYEKÎ KEYFÎ TÊN DIYARKIRIN’ 
 
Çakmak, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman a ji bo Yekîtiya Avdanê ya Bendava Ataturkê re pirsgirêk zêde bûne û wiha berdewam kir: “Berê sendîkaya avdanê ji aliyê cotkaran ve dihat bi rê ve birin, lê niha li vir ji aliyê DSÎ'yê ve qeyûm hatiye tayînkirin. Ew jî li gorî keyfa xwe bihayê zêde dikin. Cotkar nikarin van bihayan bistînin. Ev der bi Yekîtiya Avdanê ya Bendava Ataturkê ve girêdayî ye û ji ber boriyên wê pir kevn in û boriyên wê diteqin. Li zeviya min bi xwe, di nava hefteyekê da 5 borî teqiyan. Ev li zeviya me ya fistiqan çêbû. Fistiq jî ji ber ku zêde ji avê hez nakin, ziwa bûn. Ez bi xwe çûm li komeleya avdanê gilî bikim, ew bi xwe jî dizanin bê çiqas zerar dîtiye. Ji min re gotin, 'rêya dadgehê vekirî ye'. Li ser vê yekê dema min jî got, 'dema lûleya min teqiya, hûn nikarin bên zeviya min' gef li min xwarin û gotin  'em ê bi hêzên ewlehiyê re bên'.”
 
‘EM NIKARIN MÛXATAB BIBÎNIN’ 
 
Cotkar Mûstafa Payam ê ji gundê Cewsaq ê Hewagê jî da zanîn ku lêçûna wan a herî mezin mazot û av in. Payam, bi lêv kir ku pirsgirêkeke gelek mezin e ku bihayên ji bo avdanê hatine diyarkirin bidin û wiha got: “Niha ji bo me bihayê avê lêçûneke gelek mezin e. Dema em li bihayên sala borî dinêrin bi rastî jî lêçûneke gelek mezin e. Sala par ji bo hezar donim erd heqê avdanê 690 lîre bû. Dewlet piştgiriyê dide cotkarên li ÇKS’ê qeydkirine. Li ji ber li herêmê gelemperiya zeviyan bê tapo ye dewlet ÇKS’ê nade. Ji ber wê yekê gelek kes nikarin ji ÇKS’ê sûdê bigirin.”
 
Payam, destnîşan kir ku cotkar di bin van lêçûnan de tên pelçiqandin û wiha lê zêde kir: “Berê gel yekîneyên avdanê bi rê ve dibirin. Lê vîna gel tune hate hesibandin û qeyûm hate tayînkirin. Pişt re jî her ku çû biha zêde bûn.” Payam, anî ziman ku piştî qeyûm hate tayînkirin serokê yekîneyê qet nehatiye yekîneyê û bi lêv kir ku mûxatabekî ku pirsgirêkên xwe jê re bêjin nabînin.”
 
MA / Ceylan Şahînlî