Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe

img
AMED - Cotkarên ku têkildarî pirsgirêkên li TMO’yê tên jiyîn axivîn, destnîşan kirin ku Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. di TMO’yê de şebekeyek ava kiriye û anîn ziman ku O. Y. cotkaran neçar dihêle ku berhemên xwe bi awayekî erzan bifiroşin wî.
 
Giliyên cotkaran ên der barê Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) de naqedin. Beriya niha jî gelek caran cotkaran giliyên xwe anîbû ziman û Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) ya Amedê û Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû. Li ser vê yekê cotkarên li TMO’ya taxa Mermer a navçeya Sûr a Amedê kiryarên wan ji bo ajansa me vegotin. Cotkaran dan zanîn ku kesê bi navê O. Y. ku tê gotin Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê bû, li TMO’ya Şaxa Mermerê ya girêdayî Sûrê pergalek çêkiriye û cotkaran mecbûr dihêle ku berhemên xwe bi bihayekî erzan bifiroşin wî. Cotkarên ku berheman nefiroşin jî, bi rojan qamyonên wan di rêzê de tên sekinandin û ev yek jî dibe sedema zerara cotkaran. 
 
Li Şaxa TMO'ya Mermerê her kes gazinan dike lê kes nikare giliyê xwe bigihîne cihekî. Cotkar ji bo firotina berhemên xwe di nava tengasiyê de ne. Di axaftinên ku me bi welatiyên ku li TMO’yê li benda firotina berhemên xwe bûn, ev rewş tê vegotin. Li qada ku em bi cotkaran re axivîn, welatiyekî ku got O.Y ji dûr ve mirovê wî ye wiha got: “Min kîloya genim bi 7,30 qûrîşan firot. Kamyonên min di rêzê de nesekinîn, carna di nava nîv saetê de, carna jî di nava du saetan de birin TMO’yê û ew tişt rojek jî dom nekir.”
 
'NE TMO’YÊ NE JÎ O. Y. BERSIVA TELEFONÊN ME NEDAN'
 
Welatiyekî din jî diyar kir ew çend roj in ji bo dor wergirtinê lê dorê nabîne û wiha got: “Ev çend roj in ez li vir im, dor nemaye. Em li hev hatin ku ew ê dorê bide min, û ew ê di nav çend saetan de berhemên  min werbigire." Hat îdiakirin ku nimûneyên li Şaxa Mermerê ya TMO’yê jî ji aliyê xizmên O.Y. ve tên wergirtin. Tevî lêgerîn û bangên me yên 2 rojan ên bi israr jî me nekarî xwe bigihînin Şaxa TMO'ya Mermerê ku li ser îdiayan em gotina wan jî bigirin. 
 
Di lêkolîna ku me derbarê mijarê de kir de derket holê ku O.Y ji TMO’yê îhaleya wergirtina genim hilgirtiye û di vê çarçoveyê de ji cotkaran re pergalek çêkiriye ku hem ji serê tonê, hem jî serê kamyonê parekê digire. Me jî bi telefonê li O.Y.yê ku navê wî bi van îdiayan re derbas dibe geriyan, lê ne bersiv da, ne jî li me vegeriya.
 
‘ŞEBEKEYEK HATIYE AVAKIRIN’
 
Cotkarê bi navê Abdulbasît Yaşa diyar kir ku îsal qasî 70-80 ton genim rakiriye û bi rêya TMO’yê jî difiroşe. Yaşa, anî ziman ku TMO’ya girêdayî taxa Mermer a Sûra Amedê li herêma wan dinêre û nikare bifiroşe wan. Yaşa, da zanîn ku pêşiyê di randevû hilgirtinê de pirsgirêk hebû û sedema wê jî şebekeya ku serokê wê Cîgirê Serokê MHP’a Amedê yê berê O. Y. bû. Yaşa, wiha got: “Heta te bertîl nedaba vî kesî te nedikarî randevûyê bigirî. Pergala randevûyê kiribûn manûel. Piştî ev mesele hate rojevê, kêm be jî ev pirsgirêk ji holê rabûye. Ji bilî randevûyê niha pirsgirêkên cûdatir derketine holê. Bihayê kîloya genim ku dewletê diyar kiriye 8 lîre 25 qûrîş e, lê li herêma me 8 lîre 15 qûrîş hatiye diyar kirin. Herkes hewl dide bi vî bihayî bifiroşe. Li piyasayê jî bihayê kîloya genim 6 lîre û nîv e, lewma herkes dixwaze bide TMO’yê.”
 
‘JI BUHAYÊ DEWLETÊ KÊMTIR DIKIRE’
 
Yaşa, da zanîn ku piştî cotkar serî li TMO’yê didin û randevûyê digirin, vê carê jî, ji bo ku cotkar berhemên xwe bibin TMO’yê qamyon nayên dîtin. Yaşa, diyar kir ku sedemê vê yekê jî O. Y. e ku hemû qamyon li dora xwe kom kirine û da zanîn ku divê qamyon ji Yildirim bên kirê kirin . Yaşa, bi lêv kir ku gava ji derve qamyon bê girtin rêzê nadinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke rêzê bidin jî qamyonan 4-5 rojan di rêzê de didin sekinandin. Heke cotkar bi wî re bikeve têkiliyê jî dibêje ‘Temam, ez ê qamyonê bidim te’ û dîsa 3-4 rojan dide sekinandin. Dawiyê tê dibêje ‘Berhemên xwe bifiroşe min, ez ê ji te re qamyon bişînim û berhemên xwe bîne. Rêz jî ne girîng e.’ Cotkar jî neçar dimîne ku qebûl bike û bi 7 lîre 30 qûrîş ku ji bihayê dewlet dide erzantir, difiroşe wî. Qamyonê ji cotkar re dişîne û heqê qamyonê jî cotkar dide. Qamyona ku Yildirim dişîne berhemên cotkar tîne, li ser navê cotkar bihayek zêde difiroşe dewletê û 7 lîre 30 qûrîş dide cotkar, yê din jî diavije berîka xwe. Bi vî awayî dikarî zû qamyon bibîni. Ji ber ku em jî li ber xwe didin û vê yekê qebûl nakin, em nikarin berhemên xwe bifiroşin.”
 
‘FÎŞÊN KU DIVÊ BÊPERE BE, DIFIROŞIN’
 
Yaşa, destnîşan kir ku O. Y., rayedar an jî xebatkarekî TMO’yê nîne û li TMO’yê 2-3 karmend tenê hene. Yaşa, bi lêv kir ku lê gava dinêrî 20 xebatkar xûya dikin û tu fermiyeta wan xebatkaran jî nîne. Yaşa, anî ziman ku hatin û çûyîna qamyonan û fîşên dorê ev xebatkar eyar dikin û ev tişt gotin: “Fîşê dorê jî bi peretî difiroşin. Ev fîş nayên firotin, tenê hejmara dora te nîşan dide. Serê fîşî, ji qamyonê 500 lîre, ji traktoran jî 300 lîre distînin. Ji bo qamyon li ser qantarê bên pîvan fîşê rêzê didin cotkaran û ev pîvan divê bê pere be. Her roj nêzî 200 qamyon dikevin qantarê û li ser 500 lîre jî dike 100 hezar lîre. Lê ev pere ji bo wî pereyê çerez e. Heke qamyonek wan jî bê, fîşê dorê nîne û di dorê de sekinîn jî nîne. Tu dest jê bernedî û israr bikî, qamyonekê didin te, 500 lîreyan fîşê dorê ji te re dibirin û 4-5 rojan carna hefteyekê qamyona te ya barkirî didin sekinandin. Vê carê jî divê tu ekstra pere bidî ajokarê qamyonê ku disekine û kar nake. Qamyon niha ji bo 20 kîlometre berhem bibe 25-30 hezar lîre digire. Ji xwe hemû karê te diçe û cotkar derbeyekê jî, ji wir dixwe.”
 
‘NIMÛNEYÊ JÎ KOM DIKIN Û DIFIROŞIN’
 
Yaşa, da zanîn ku gava nimûne ji berheman digirin jî nelirêtî hene. Yaşa, got ku berhem weke qelîteya yekemîn, duyemîn, sêyemîn û yemlix tên jêgirtin. Yaşa, diyar kir ku gava berhem yên wî bin, malê herî bi qalîte diavêjin makîneyê û makînejî li gor wê buhayekê datîne ser berhemên wî. Yaşa bi domdarî wiha got: “Lê heke berhemên cotkaran be, prosedûr çi be wisa dikin. Hilgirtina nimûneyê jî bi boriyekê tê kirin. Di fermiyetê de, divê karmendê dewletê ku li wir dixebite, biçe wê boriyê 3-4 cihên cuda yên qamyonê bide û nimûneya girtî bike amûra nimûneyê de. Lê tiştek wiha nayê kirin, zarokekî dişînin, zarok diçe ser qamyonê û bi satila di destê xwe de nimûne ji berheman digire. Wê nimûneyê jî dîsa nabin, li cihekê kom dikin û her roj çi nebe 2-3 ton berhem jî li wir kom dibe. Ew berhemê ku ji bo nimûne kom dikin jî, ji bo xwe difiroşin.”
 
‘MIN GILÎ KIRIN, LÊ TU BERSIV NEHAT’
 
Yaşa, diyar kir ku wî hem ji bo randevû negirtinê hem jî, ji bo pirsgirêkên niha tên jiyîn daxwaznameyek fermî daye TMO’yê û li CÎMER’ê jî gilî kiriye. Yaşa, da zanîn ku ne ji CÎMER’ê ne jî, ji TMO’yê tu bersiv nehatiye. Yaşa, bi domdarî wiha got: “Karmendekî TMO’yê ji min re got ku ‘Qet nekeve pey van tiştan, O. Y. yê berçav e, ji jor heta jêr hemû bi hev re vê rantê dixwin.’ Heke ez berhema xwe îsal nedim TMO’yê ez ê neçar bimînim ku 5 an jî 6 lîreyan bidim bazirganan. Li gorî bihaya par ji sedî 25 zem hatiye ser bihayê genim, lê ji ber zemên hatine ser mazotê, gubre, derman em neçarin ku cotkariyê berdin. Ez dixwazim ev bûyere bikeve rojevê û rayedar çareseriyekê ji vê yekê re bibînin. Ji ber vê hevpeyvînê min xwe kir hedef û êdî ez nikarim berhemên xwe bifiroşim TMO’yê. Ji ber bihabûna veguhestinê jî nikarim berhemên xwe bibim ofîseke din a TMO’yê. Ofîsa TMO’yê ya Erbab a navenda Amedê, ya Bismil û ya Farqînê jî di bin kontrola vî kesî de ye û heman pirsgirêk hene. Heke ez ji bajareke din randevûyê bigirim, divê ez qezenca xwe bidim heqê veguhestinê.”
 
‘GEL NEŞÊLÎNIN’
 
Cotkar Sûltan Yaşa jî destnîşan kir ku ew debara xwe bi çandina genim dikin û dixwaze genimê xwe bi xweşî bifiroşe û wiha got: “Hewcehiya me pê heye. Em cotkar guneh in. Em diçînin, tînin ber derî û ev mirove bi plan û lîstikan nahêlin em genimê xwe bifiroşin. Em naxwazin kes heqê me bixwe. Debara me li ser genim e û hemû cotkar li benda firotina genimê xwe ne. Em nikarin biçin bazarê, em nikarin tiştekî bikirin. Em bang li wan dikin bila bi hîle, plan û lîstikan nekevin pêşiya gelê me û gel neşelînin.”
 
MA / Bazîd Evren