Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye

AGIRÎ - Welatiyên ku ji ber pêkanîn li deriyê sînor ê li navçeya Bazîdê biderd in, wiha gotin: “Hefteyekê em têr in hefteyên din birçî ne. Dahat û lêçûn ji hev nagirin. Li cihê ku aştî lê nebe jiyan biha dibe.”
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê yên Turkiyeyê (TUÎK) Agirî di nava bajarên herî xizan de cih digire. Çavkaniya debarê ya herî mezin a bajêr çandinî û sewalkarî ye.  Deriyê Sînor ê Gurbulakê yê li navçeya Bazîdê jî yek ji çavkaniyê debarê yê girîng e. Ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê çandinî û sewalkarî darbeyeke mezin wergirt, ji ber pêkanînên di salên dawî de bazirganiya li deriyê sînor jî hate asta sekinînê. Ferzkirina şertê kotayê ya ji bo berhemên ji Îranê tên anîn, sekinandina TIR’an a bi rojan li deriyê sînor û herî dawî jî zêdekirina heqdestê pûlên derketina derve ya ji 150 lîreyan derxistin 500 lîreyan, bi hezaran malbatên ku debara xwe ji deriyê sînor dikir mexdûr kirin. Vê rewşê bêkariya li bajêr zêde kir û xizanî jî kurtir kir. Tê diyarkirin ku di salên dawî de li navenda Agiriyê û navçeyên girêdayî wê zêdetirî 50 hezaran ciwan ji ber bêkariyê derketine derveyî welat. 
 
‘HEFTEYEKÊ TÊR IN HEFTEYÊN DIN BIRÇÎ NE’ 
 
Yek ji şêniyên bajêr Tûncer Sokmen, bertek nîşanî pêkanînên heyî da û wiha got: “Ez niha bêkar im. Li Bazîdê razemeniyek nîne û bihabûn her tim zêde dibe. Li vir deriyekî sînor heye lê dewlet nahêle rast û dirust bixebite. Heke destûr hatibûya dayîn, ev deriyê sînor hem ji bo Agirî hem jî ji eyaletên derdorê re wê tevkariyeke mezin a aboriyê bikira. Sedema vê  yekê jî ew e ku bajarê kurdan e. Heke ev derî li bajarekî Tirkiyeyê bûya di vî halî de nedibû. Lêçûnên me zêdebûn û em di rewşa ku nikarin bidin de ne. Sotemenî her ku diçe zêde dibe. Em bi zeman re radibin û rûdinin. Heta ku yên me bi rê ve dibin bidizin, ev pirsgirêk dê berdewam bikin.”
 
Îsmet Îlter jî anî ziman ku her roj bi zameke nû hişyar dibin û bi lêv kir ku sedemê tiştên diqewimin desthilat e.  Îlter, wiha domand: “Yekane sedem ne tenê deshtilat e, di heman demê de gel e jî. Vî gelî ew hilbijartin û ew jî zem dikin. Di serî de mazot her tişt her roj zêde dibe. Ma dibe ku bihayê hêkekê 5 lîre bibe. Di mehê de 3 hezar û 500 lîreyan digirim. Ez ê bi vê çawa debara xwe bikim? Hefteyekê zikê me têr e hefteyên din birçî ye. Hêviya çareseriyê nabînim. Lê heke serokkomar biçe dê çareserî çêbibe. Wê demê dê ev pirsgirêk jî bi dawî bin.”
 
‘DAHAT Û LÊÇÛN HEV NAGIRIN’ 
 
Abdûllah Batû yê li ser dezgeha bazarê malzemeyên paqijiyê difiroşe, da zanîn ku mirov nikarin dan û standinê bikin. Batû, bi lêv kir ku ji saet 07.00’an heta 20.00’an li ser dezgeh e û wiha got: “Roj heye qet qezenc nakim. Roj heye 200 lîre, roj heye 500 lîre qezenc dikim. Lê ev pere debara me ya rojane pêşwazî nake. Ji bo ku karekî din nîne vî karî dikim û ber nakeve. Malzemeyekî ku sala par min kirî îsal bûye du qet. Heke bihayê mazotê bikeve dibe ku aborî baş be lê têkildarê vê hêviya min nîne.”
 
Oktay Akkaya yê zebze û fêkî difiroşe jî wiha got: “Li vî welatî ne qiymetê mirovan ne jî qiymetê tiştekî din nema. Sala par kîloya zebeş 5 lîre bû, îsal 10 lîre ye. Sala par me dikarî di rojekê de 100 zebeşan bifiroşin lê îsal encax di hefteyekê de dikarin ewqas bifiroşin. Gel êdî nikare tu tiştî bikire û qiymetê 100 lîreyan daketiye 10 lîreyan. Par kîloya lîman 40 lîre bû niha bihayê wê 75 lîre ye. Tiştên em rojane qezenc dikin ji xwe didin mesrefan, heta carna têra mesrefan jî nake.”
 
‘LI CIHÊ KU AŞTÎ LÊ NEBE BIHABÛN DIBE’ 
 
Mehmet Ozxan ê rewşa gel weke “perîşanî” penase dike jî wiha got: “Heta ku aştî û azadî nebe dê bihabûn berdewam bike. Li cihên ku aştî û azadî lê nebe bihabûn dibe. Em aştiyê dixwazin.”
 
Cengîz Ozcan ê yek ji firoşkarê fêkî û zebzeyê jî diyar kir ku her tişt biha ye.
 
MA / Mehmet Guleş