RIHA - Li Rihayê mesrefên fistiqan zêde bûye lê belê bihayê firotina wan jî kêm bûye. Cotkarên fistiqan xwestin ku ji bo fistiqan jî bihayê li nav erd bê zêdekirin.
Li Rihayê fistiq wek “zêrê kesk” tê binavkirin û bûye çavkaniya debarê. Çandinî ango berhevkirina fistiqan dest pê kir. Li Rihayê 45 milyon darên fistiqan hene û ji sedî 45’ê hewcedariya Tirkiyeyê dabîn dike. Îsal li Rihayê tê payîn ku 180 hezar ton fistiq bên rekoltekirin. Bihayê fistiqan di piyaseya serbest de ji aliyê bazirganan ve tê diyarkirin û ji ber bihayê kêm dan cotkaran, ev yek kêfa cotkaran neanî.
Sala par kîloya fistiqên bin avê bi 120 lîreyî dihat firotinê lê îsal kîlo bi 102 lîreyî tê firotinê. Kîloya fistiqên qavlak ango qeşûrkirî sala par bi 350 lîreyî dihat firotin lê îsal bi 295 lîreyî tê firotin. Her roj bihayê fistiqan ku diguhere lê li gorî sala par mesrefê li fistiqan tê kirin jî ji sedî 200 zêde bûye. Nêzî mehek berê di piyasaya serbest de bihayê kîloyek fistiqên qavlak-qeşûrkirî bi 520 lîreyî dihat firotin lê niha kîlo daketiye 295 lîreyî û ev yek jî daxwaza ku bihayê herî kêm ên fistiqan bê diyarkirin derxist pêş.
Cotkarên fistiqan ên li gundê Semkûlî yê bi ser navçeya Karakopru ya Rihayê ve xwestin fistiqên wan bên bihakirin.
Ahmet Akin ê ku ji zarokatiya xwe ve bi cotkariya fistiqan ve mijûl e got ku ew tenê debara xwe bi cotkariya fistiqan dike. Akin anî ziman ku berhevkirin ango çinîna fistiqan dest pê kiriye lê belê kêfa cotkaran neaniye û got: “Fistiq nirxê ku heq dikin li piyasayê nayê dîtin. Sala par me fistiqên bin avê kîloya wê bi 120 lîreyî difirot lê niha kîlo daketiya derdora 100 lîreyî. Lê belê mesrefa ji bo fistiqan li gorî sala par ji sedî 200 zêde bûye. Darên me 45-50 salî ne divê em ji her darekî 20 kîlo fistiq kom bikin lê em ji her darekî 5 kîloyan jî kom nakin. Li gundê me darên 500-600 salî jî hene.”
PIYASA SERBEST ZIRARÊ DIDE COTKARAN
Akin da zanîn ku bihayê fistiqan her roj di piyasaya serbest de diguhere û wiha got: “Em niha fistiqên xwe kom dikin. Lê sibêro em nizanin em ê bi çiqasî bifiroşin. Berê Yekitiya Başûrojhilat hebû, li wir bihayê herî kêm ango bihayê fistiqên nav erdan dihat diyarkirin. Lê belê ev 20 sal in bûye piyasa serbest. Pêdiviyên cotkaran hene û ji neçarî difiroşin bazirganên serbest. Em heqê keda xwe nikarin ji fistiqan bigirin. Mesref û kara me hev dernaxe. Li gund her kes debara xwe bi fistiqan dike wekî din jî kesek bi karekî din nizane. Sewalkarî hebû ew jî mir, tenê di destên me de fistiq mane.”
AV TUNE YE
Akin anî ziman ku germahiya nêzî 50 pileyî zirarê dide fistiqan û wiha got: "Ji ber ku hewa pir germ e, divê em darên fistiqan av bidin lê îcar av tune ye. Sondaja ku me bi derfetên xwe vekir 4 fîskiyeyan jî nade xebitandin. Heke avê nedin me wê darên me hişk bibin. Di navbera me û Bendava Atatûrkê de 5 kîlometre mesafe heye. Lê ava me tune ye. Divê wek hilberînên din ji bo fistiqan jî bihayê herî kêm were diyarkirin.”
‘FISTIQÊN RIHAYÊ NE LÊ NAVÊ DÎLOKÊ LÊ DIKIN’
Cotkarek din Abdullah Çîftçî jî da zanîn ku ji ber ku bihayê fistiqan nayê eşkerekirin cotkar mexdûr dibin û rekolte li gorî sala par kêm bûye. Çîftçî bal kişand ser pirsgirêkên cotkariya fistiqan û kar û zirara wan hev dernaxe. Çîftçî anî ziman ku ji bilî fistiqan tiştekî ku pê debara xwe bikin nîne û got: “Fistiq li vir tên hilberandin lê belê her kes wek fistiqên Dîlokê dizane. Divê bihayê wan li vir bê diyarkirin. Divê li vir fabrika bê avakirin. Ji sedî 50’î hilberîna fistiqan li Rihayê tê kirin lê ya ku pakêt dike û biha diyar dike Dîlok e. Divê her kes xwedî li fistiqên Rihayê xwedî derkeve.”
‘EM HEQÊ KEDA XWE NAGIRIN’
Cotkarê bi navê Mûrat Akdemîr jî destnîşan kir ku bi salane ew ked didin dar û baxçeyên fistiqan û her tim pê ve mijûl in lê belê ew heqê keda xwe wernagirin û bal kişand ser zehmetî û pirsgirêkên cotkaran. Akdemîr got ku ji ber nebûna avê her roja ku diçe xwedîkirina fistiqan jî zor dibe û xerab dibe û xwest her kes xwedî li fistiqên Rihayê derbikeve.
MA / Emrullah Acar